JIN
Hemû Nûçe
-
KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê
KJAR’ê ji bo jinên Afganistanê bang kir û got, “Pirsgirêka jinên Afganistanê sînorên erdnîgarî nas nake. Ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên azadîxwaz û bi taybetî li jinên çalak dikin ku em hemû bibin dengê jinên Afganistanê.” -
Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye
Di wêjeya Erebî de, Nejala Thamir bi romanên xwe, rojnamegerî, xebatên rewşenbîrî û rola xwe ya di têkoşîna mafên jinan de tê nasîn, ku mîrateyek e heta roja îro jî wê rola xwe didomîne. -
'Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye'
Parlamentera DEM Partiyê Halîde Turkoglû têkildarî nefeqeyê axivî û got, "Ev biryara Dadgeha Destûra Bingehîn nîşan dide ku hiqûq bi çi rengî ji aliyê hêza siyasî ve tê diyarkirin. Nefeqe meseleyeke polîtîk e ne tenê aborî ye." -
Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve
Jinên ji gelên cuda yên li Elmanyayê, bi armanca xurtkirina piştevaniya bi Rojava re û nîşandana daxwaza aştiyê sibe 'Karavana Dayikan' didin destpêkirin. Jinên ku wê ji Heilbronn û Hamburgê bi rê bikevin, di 20'ê Hezîranê de wê li Berlinê bigihêjin hev. -
Zextên li ser girtiyên jin dewam dike
Hate ragihandin ku nayê hiştin ku 7 jinên li Girtîgeha Evîn ya Tehranê bi rêya telefonê bi malbata xwe re biaxivin. -
Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin
Li Wanê Nurgul Sadak ji aliyê mêrê ku pê re hatibû zewicandin ve hate kuştin. Mamoste Ayşe Irmak Koparan jî, ku bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû, li Îzmirê hate veşartin. -
Kejal Rehmanî dest bi greva birçîbûnê kir
Aktîvîsta Kurd Kejal Rehmanî ji ber ku bi rojan e agahî ji hevjînê wê Îsa Feyzî û birayê wê Daniyal Rehmanî nayê wergirtin dest bi greva birçîbûnê kir. -
YJK-S wê bi dirûşmeya 'Em Hemû YPJ ne' tevlî Greva Jinan bibe
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) diyar kir ku wê bi dirûşmeya "Em Hemû YPJ ne" tevlî Greva Jinan a 14’ê Hezîranê bibe û piştgiriyê bide YPJ'ê. -
Dem, pênûs û şopên nemir: Fermandar Ezîme
Dem dibû aşê avê û bê navber dizivirî. Her ku dem derbas dibû jî şopên wê lêhenga nemir li çiyayên Botanê, di dilê hevretiyê û dîroka Starên Azadiyê de hîn bêtir şîn dibûn. -
Rewşa tenduristiyê ya Mahşad Keşani nebaş bû
Girtiya siyasî Mahşad Keşani ku li Girtîgeha Dolatabad a li Îranê li hucreya yek kesî hate bicihkirin, piştî ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû rakirin Nexweşxaneya Modares Psikiyatri. -
Dîcle Ayşegul Sayyîgît: Kuştina jinan polîtîkayeke qirkirinê ya bi rêk û pêk e
Endama Desteya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Dîcle Ayşegul Sayyîgît işaret bi zêdebûna kuştina jinan a li Tirkiyeyê kir û anî ziman ku polîtîkaya bêcezahiştinê tundiya mêr teşwîq dike. -
Li Îzmîrê jinan ji bo mafên nafaqayê çalakî li dar xist
Rêxistinên jinan ên Îzmîrê bertek nîşanî rêziknameya mafê nafaqayê dan û diyar kirin ku ew ê dev ji mafên xwe yên hatin qezenckirin bernedin. -
Di girtîgehên Îranê de êşkenceyên derûnî li jinên çalakvan û malbatên wan tê kirin
Navenda Mafên Mirovan ya Îranê daxuyand ku girtiyên jin yên siyasî yên li girtîgehên rejîma Îranê tên girtin rastî êşkenceyên derûnî tên û derbarê aqûbeta wan de demeke dirêj e malbatên wan agahiyê wernagirin. -
Endamên Talîbanê dayika Kurd û keça wê ya 15 salî qetil kir
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Endamûn Talîbanê jina Kurd Çîman Huseynzadeh a ku ji Bukanê û keça wê ya 15 salî Sara Yusifi li parêzgeha Sarê Pol a Efganistanê dijiyan, qetil kir. -
Li gelek bajaran jinan giliyê Rahmî Koç kirin
Li gelek bajaran jinan ji ber gotinên nîjadperest û zayendîperest ên Rahmî Koç serî li dozeriyê dan. Rêxistinên hiqûqê û Dayikên Aştiyê li dijî van gotinên cudakar doz vekirin. -
Ji Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî 10 biryar
Civata Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinê, encamnameya konferansa ku du roj berdewam kir eşkere kir. Civatê 10 biryarên ku bi mijarên weke perwerde, aborî û dîplomasî vedihewîne da. -
Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamgeriya Jinê ya Gûrbetellî Ersoz destpê kirin
Ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gûrbetellî Ersoz ku îsal cara duyemîn tê lidarxistin, serlêdanan destpê kir û wê heta 25'ê Îlona 2026'an dewam bike. -
KJAR’ê tundiya li ser jin û zarokan şermezar kir
KJAR’ê her cûre destdirêjî û tundiya mêrsalarî ya li ser du zarokên keç ya li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir. -
FEDA, YJAD û YJK’ê bertek nîşanî Rahmî Koç dan
FEDA, DAKB û YJK’ê bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç ên li dijî jinên Kurd dan, gotinên cihêker û zayendperest şermezar kirin û banga mezinkirina têkoşînê kir. -
Meclîsa Îştar gotinên Rahmî Koç şermezar kir
Meclîsa Îştar a li Mexmûrê bi daxuyaniyekê, êrîş û hişmendiya nîjadperest û zayendperest a li Tirkiyeyê ya li dijî jinên Kurd şermezar kir. -
Jinan polîtîkayên 'şerê taybet' li Dersimê şermezar kirin
Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye û Platforma Jinan a Dersimê bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li dijî jinan û xwendekaran û polîtîkayên bêcezahiştinê. Hate xwestin ku sûcên li hemberî jinan bên ronîkirin û berpirsyar bên darizandin. -
Li Amed û Wanê jinan nerazîbûn nîşanî gotinên Rahmî Koç dan
Nûnerên civaka sivîl û rêxistinên jinan ên li Amed û Wanê bi daxuyaniyan gotinên Rahmî Koç ên li hemberî jinên Kurd şermezar kirin. Di çalakiyan de bang li Rahmî Koç kir ku li pêşberî raya giştî lêborînê bixwaze. -
Êrişa sîber a li ser NûJINHA'yê: Nûçeyên bi gelek zimanan hatin jêbirin
Ajansa Nûçeyan a Jinê NûJINHA'yê ragihand ku di êrişa sîber a li ser malpera wan a înternetê de gelek nûçeyên li servîsên Erebî, Îngilîzî û Farsî hatine jêbirin. Ajansê got, li gel gefan jî wê weşana xwe dewam bike. -
JINNEWS: 16 jin hatin kuştin, 25 jin bi gumanbarî mirin
Li gorî daneyên JINNEWS'ê yên li ser tundiya meha Gulanê, 16 jin hatin kuştin, 25 jin jî bi gumanbarî mirin. -
TJA’yê bertek nîşanî Rahmî Koç da
TJA'yê bertek nîşanî gotinên zayendperest ê Rahmî Koç ên li hemberî jinên Kurd da.