JIN
Hemû Nûçe
-
Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim anî ziman ku nameya Rêber Apo ya 8'ê Adarê ji bo wan diyariyek e û got, "Rêbertî rola pêşengiya aştiyê da jinan. Ji ber ku berpirsyariya guhertina vê cîhanê li ser milê jinan e." -
Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike
Têkoşîna ku li gel Rosa, Clara, Bêrîtan, Zîlan û Semayan destpê kiriye li gel Asyayan derketibû astên herî bilind. Ev rastî roja îroyîn li qadên gerîlayan bi awayê herî zelal tê dîtin. -
Gerîlayên YJA Starê: 8'ê Adarê sembola berxwedana jinê ye
Gerîlayên YJA Starê ragihandin ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, sembola berxwedana jinê ye. -
Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye
Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê ya Îranê tên girtin di metirsiyê de ye û darizandina wan heta meha Gulanê hatiye paşxistin. -
YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû
Fermandariya Giştî ya YPJˊê bi daxuyaniyekê nasnameya Hêzil Arjîn ku di 21ˊê Çileyê de li hemberî êrişên komên çekdar li Reqayê de şehîd bû, aşkera kir û got, "Em sersaxiyê ji malbata hevrêya xwe û hemû gelên welatparêz re dixwazin." -
Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne
Amnesty International diyar kir ku şerê ku Îsraîl li Xezeyê dimeşîne bandorên neyînî li jinan û zarokên keç dike û ragihand ku sîstema tenduristiyê ya Fîlîstînê hildiweşe. -
Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma 'Niha dema jinê ye' çiyayên Kurdistanê xemilandin
Li warê xwedawendan çiyayên Kurdistanê 8’ê Adarê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ û peyama Rêber APO ve hat pêşwazîkirin. Kelecana gerîlayên YJA STAR bi peyama Rêber APO ve hîn zêde bilind bû û vê yekê di tevahî moralê de xwe da der. -
'Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne'
Jinên ku di çarçoveya 8'ê Adarê de daketin qadan gotin, "Ji bo paşerojeke azad û jiyaneke aştiyane em bi vê derê ne. Azadiya gelan bi azadiya jinan dibe. Ji ber vê jî divê her kes bi berpirsyariya vê têkoşînê rabe." -
Ji Serhildanan ber bi Jineolojiyê ve: Veguherîna ber bi pêşengên jiyana azad ve
Di encama Serhildan û berxwedanan de jin bûn hêza pêşeng a jiyana nû. Jinên Kurd êdî bi sazî û dîsîplîna xwe ya îdeolojîk bûne pêşeng. -
Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Xelkê Wargeha Mexmûrê bi coş û kelecanek mezin 8’ê Adarê Rpja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin û diyar kirin ku ew ê berdêla ku bi dehan jinan dane ji bîr nekin. -
Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye
Di rapora komîsyona ku ji aliyê rêxistinên jinan ve hatiye avakirin de hat gotin ku pêvajo tenê bi krîzek takekesî nayê ravekirin; ew dorpêçek pirqatî ye ku tê de şîdet, mobbîng, îhmalkirina saziyan, zexta aborî û tenêbûna siyasî bi hev ve girêdayî ye. -
Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin
Li avahiya Mala Kurdan a Moskowê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat pîrozkirin. -
Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê
Di şahiya 8’ê Adarê ya ku ji aliyê Komuna Jinan a Jina Emînî ya Sheffieldê ve hat organîzekirin de, paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo hat silavkirin û hat gotin, “Niha dema jinê ye.” -
Li Tambov û Saratovê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li bajarê Saratov û Tambovê yên Rûsyayê jinên Kurd 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiyên cûrbicûr pîroz kirin. -
Zozan Çewlig: Bi ruhê 'Jin, Jiyan, Azadî' em ê têkoşîna xwe bi ser bixin
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlig di pîrozbahiya 8’ê Adarê de axivî û got: "Rêber Apo hişmendiya 8’ê Adarê bi me da nasîn û wateya 8’ê Adarê ji bo me derxist pêşberî dîrokê." -
Li Montevideoyê peyama piştevaniya enternasyonalîst hate dayîn
Li Montevideoya paytextê Ûrûgayê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî de bi beşdarbûna bi hezaran jinan meşeke girseyî hate lidarxistin. Delegasyona tevgera jinên Kurd bal kişand ser piştevaniya jinan a navneteweyî. -
Şafak Aryen: Rêxistinbûna jin komînalîteya me ye
Fermandara YJA Starê Şafak Aryen 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û got, “Şerê cîhanê Kurdistan kiriye navenda xwe û ev vegeriyaye şerekî pir kûr. Bêguman ev jî di cewhera xwe de şerekî li dijî paradîgmaya Rêber Apo ye." -
Bi wêneyan 8'ê Adarê
Jinên Kurd bi reng, coş û daxwazên xwe qadên 8'ê Adarê dagirtin, her der xemilandin. -
Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tevgereke şoreşa jinê ye
Tevgera jinên Kurd pêşketineke bêhempa pêk anî û veguherî hêza lokomotîfê ya têkoşîna jinê ya cîhanê. Ev yek bi saya girîngiya mezin a Rêber Apo ya ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê ye. -
Jinên ji Qamişloyê: Di 8'ê Adarê de em soza xwe ya ji bo têkoşînê nû dikin
Di 8'ê Adarê de jinên ji Qamişloyê û dayikên dîlgirtiyan diyar kirin ku wan bi têkoşînê destketiyên mezin afirandine û soza dewamkirina têkoşînê dan. -
Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê bi coş pêşwazî kirin
Fermandarên YJA Starê û bi sedan gerîlayan 8'ê Adarê bi coş pîroz kirin. -
Li Limasolê jinên Kurd balkişandin ser slogana Jin, Jiyan, Azadî
Li bajarê Limasol ê Qibrisê, bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jinên ku li Parka Molosê hatin cem hev, daxuyaniyeke çapemeniyê dan û bal kişandin ser têkoşîna azadiya jinê. -
Li Mêrdînê jin bi meşaleyan meşiyan
Li Mêrdînê çarçoveya 8’ê Adarê de jinan meşa şevê pêk anîn û gotin: “Jina Kurd hebe hêvî heye, jina Kurd hebe berxwedan heye, jina Kurd hebe azadî teqez dê biserkeve.” -
Li gelek bajaran Meşa Şevê ya Femînîst: Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin
Jinên ku li gelek bajarên Tirkiyeyê Meşa Şevê ya Femînîst li dar xistin, peyama piştevaniyê bi gelên li herêmên şer dan û gotin, “Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin. Em di aştiyê de israr dikin. Ev jiyan ya me ye!” -
Ji Parîsê heta Mulhouse’ê bi hezaran jin ji bo têkoşîna mafên xwe meşiyan
Li gelek bajarên Fransayê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, jinan daxwazên xwe yên ji bo wekhevî, azadî û li dijî tundiyê qêriyan. Felsefeya Tevgera Jinên Kurd “Jin, Jiyan, Azadî” di çalakiyan de wekî dirûşmeya sereke derket pêş.