Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin
Meclisên Dayikên Aştiyê dê sibê li 33 cihan bi daxwaza ku dewletê gavên berbiçav biavêje, daxuyaniyê bidin.
Meclisên Dayikên Aştiyê dê sibê li 33 cihan bi daxwaza ku dewletê gavên berbiçav biavêje, daxuyaniyê bidin.
Endamên Meclisên Dayikên Aştiyê dê sibê di saet 13:00'an de li gelek bajaran bi dirûşmeya "Diyariya herî mezin ji bo dayikan aştî ye" daxuyaniyê bidin.
Daxuyanî dê li ber girtîgeh lê ne û li bajarên din jî li hin deverên diyarkirî bên dayîn. Daxuyanî dê di heman demê de li 33 navendan ku Edene, Mêrsîn, Stenbol, Îzmîr, Amed, Riha, Êlih, Wan, Şirnex, Gever û Tetwan jî di nav de, bên dayîn.
Daxwazên sereke yên dayikan dê "aştî", "mafê hêviyê" û di warê pêvajoyê de ji aliyê dewletê ve avêtina gavan be.