JIN
Hemû Nûçe
-
Şervaneke YPJ’ê şehîd bû
Fermandariya YPJ’ê ragihand ku şervana wan Dilvîn Hiso 19’ê Çileyê li Dêrazorê şehîd bû. -
Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye
Kampanyaya ‘Hevpeymaniya ji bo Azadiya Nêrgiz Mihemedî’ ragihand ku Nêrgiz Mihemedî 24’ê Adarê li girtîgeha Zencanê ya Îranê krîza dil derbas kiriye û jiyana wê ketiye metirsiyê. -
Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket
Hejmara nû ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta “Çareserî di rol û statuya Rêber Apo de ye” derket. Di vê hejmarê de 4’ê Nîsanê, civaka demokratîk, berxwedana jinê, şer, koçberî, ekolojî û pirsgirêkên civakî yên li Ewropayê tên nirxandin. -
Heyeta YPJ'ê li Şamê ye
Heyeta Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji bo hevdîtinê bi wezîrê parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtinê bike çû Şamê. -
Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin
Jinên TJA’yî yên ku wê di çarçoveya xebatên 4’ê Nîsanê de di 1’ê Nîsanê de dest bi xebatan bikin, wê çalakiyên xwe di 19’ê Nîsanê de li Gemlîkê bi dawî bikin. Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam got: ‘’Ji bo qîrkirina aşitî û azadiyê em ê li qadan bin.’’ -
Jinên Êzidî: Me bi fikrê Rêber Apo xwe û axa xwe azad kir
Jinên Êzidî bi wesîleya 4’ê Nîsanê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û gotin: ‘’Rêber Apo hewl dide jin ji qirkirinê rizgar bike, jiyana wê aram bike û bigihîne azadiyê. Me bi fikrê Rêber Apo axa xwe azad kir, civaka xwe azad kir, xwe azad kir.’’ -
TJA: 4’ê Nîsanê em ê li Rihayê, 19’ê Nîsanê em ê li Gemlîkê bin
TJA’yê bernameya çalakiyên ku bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo dayî destpêkirin, eşkere kir. -
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Li Koye jinekê jiyana xwe ji dest da, ku beşeke mezin a bedena wê şewitî bû. -
Jin wê di 4'ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin
Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) wê di 4'ê Nîsanê de bi dirûşma "Aştî bêyî me nabe" konferanseke aştiyê ya navneteweyî lidar bixin. -
'Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin'
Feyzanûr Yilmaz a ji EHP'ê got, "Li Tirkiyeyê piraniya jinan bi rewşa Kurdan re rû bi rû nebûne, ji ber ku li Tirkiyeyê tevgera neteweyî û neteweperestiya Tirk zêde ye. Mixabin pratîka neteweya serdest serwer e." -
Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû
Rûniştina doza berdevka berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku nêzî 6 sal in girtî ye, carek din hat taloqkirin. Tevî ku dozger daxwaza berdana Ayşe Gokkan kiribû jî, dadgehê biryara dewama girtina wê da. -
Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike
Bi wesîleya salvegera 50'emîn a Dadgeha Navneteweyî ya Têkildarî Sûcên li dijî Jinê, Trîbunal a Jinê li Belçîkayê tê lidarxistin. Trîbunala Jinê 2026 îro lil Brukselê destpê dike û wê heta roja Şemiyê li bajarê Anversê dewam bike. -
Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im
Şervana YPJ'ê Narîn Axîn ku piştî dîlgirtina 2 mehan a li Dêrazorê azad bû got, "Baweriya we ya ji xwe bila xurt be. Di dema dîlgirtinê de hinekan ji bo min digotin 'diyarî', lê îro li pêşberî we me; bi kincê xwe yê leşkerî, serbilind û bi xurtî." -
Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin
Rejîma Îranê ji bo bêdengkirina dengê nerazîbûnan dest bi pêleke tund ya binçavkirinê kiriye û di vê çarçoveyê de 3 jin ku 2 jê Kurdin binçav kirin. -
‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê eşkere kir ku girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evîn ji xizmetguzariyên sereke yên jiyanî û tendirustiyê bêpar tên hiştin û metirsî li ser jiyana girtiyan zêde dibe. -
Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da
Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê, cejna gelan pîroz kir û diyar kir ku dengê jinan ê ku di 8’ê Adarê de bilind bibû, li qada Newrozê hê bêhtir xurt bûye. -
Ji YPJ'ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê
YPJ'ê bi wesîleya Cejna Remezanê û Newrozê daxuyaniyek da û diyar kir ku têkoşîna wan wê bê navber dewam bike. -
Ji PAJK'ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!
Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya 21'ê Adarê Cejna Newrozê peyamek weşand û diyar kir ku di vê demê de ji bo çarenûsa gelê Kurd bûyerên girîng diqewimin. PAJK'ê banga tevlîbûna li Newrozê kir. -
KJAR'ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir
KJAR'ê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek da û bang li jinên li Îranê hemûyan kir ku pêşengiyê ji refên têkoşînê re bikin. -
KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bikin sala serketina têkoşînê ku jin, ciwan û gelê Kurd digihîne Rêbertî." -
TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin
TJK-E: Di Newrozê de ku nîşaneya hêvî, berxwedan û raperînê ye, werin em li dora heman agirî bicivin; coşa xwe mezin bikin, govenda xwe zêde bikin û siberoja wekhev, azad û aştiyane bi hev re ava bikin." -
Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin
Ferîde Eralp, destnîşan kir ku destwerdanên li Rojhilata Navîn wê azadiyê nede jinan, li dijî bazirganiya jeopolîtîk derket û banga helwestek laîk û wekhev kir. -
YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!
Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E), bi daxuyaniyekê sergirtina bûyera destdirêjiya zayendî ya li navenda ciwanan a li Berlîn- Neuköllnê şermezar kir û banga lêpirsîneke zelal û edaletê kir. -
Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn li bajarê Zurich ê Swîsreyê di çalakiya 8'ê Adarê ya YJK-S'ê de axivî û anî ziman ku bi êrişan hewl tê dayin ku jin bêne tirsandin lê belê ew ê dest ji têkoşînê bernedin. -
‘Em bi rola xwe rabin’
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Qîmet Nerexî 8’ê Adarê li Rêber Apo û giştî jinên cîhanê pîroz kir û got: “Rola ku di civakê de dikeve li ser milê me ew e ku em pêvajoyê baş bixwînin û erkê xwe bi cih bînin.”