JIN
Hemû Nûçe
-
Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’
Kongra Star li Qamişlo û Girkê Legê mîtîng lidar xist. Kongra Star banga parastina destkeftiyên şoreşê kir. -
Weqfa VIM çû serdana Kongra Star
Weqfa VIM a bi pêşengiya Lava Hîkmet, çû serdana Kongra Star. -
Şervaneke YPJ’ê ya Ereb: Me Kurd û Ereban timî bi hev re jiyan kiriye
Şervaneke YPJ’ê ya Ereb ji eniyê axivî û got, “Hêvîdarim ku gelê me yê Ereb vegere li ser fikra Rêbertî. Ji ber ku rizgariya gelan di vê fikrê de ye.” -
Komeleya Jinan a Rojhilat: Bûyerên li Îranê û Kurdistanê diqewimin sûcê li dijî mirovahiyê ye
Komeleya Jinan a Rojhilat ragihand ku bûyerên li Îranê û Kurdistanê diqewimin sûcê li dijî mirovahiyê ye û li hemberî vê yekê divê bersiveke rasteqîn a navneteweyî bê dayin. -
Jinan gotinên nefretê yên li hemberî jinên şoreşger şermezar kirin
Jinan bi daxuyaniyekê helwesta qenalên Ereb ên ku gotinên nefretê li dijî Kurdan û jinan bi kar tînin, şermezar kirin. -
Kongra Star: Em qadan bikin qadên berxwedanê
Kongra Star piştgirî da kampanya 'Jin parastina Rojava dikin' û bang kir ku di 31'ê Çileyê de li dijî êrişên îmhayê yên li ser Rojava, qadan bikin qadên berxwedanê. -
'Hedefê destpêkê ya çeteyên Îslamî û cîhadî dîsa jin bûn'
Çalakvana Însîyatîfa Pêwîstiya Min bi Aşitiyê Heye Roza Kahya, got ku êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser modela jiyana Rojava ya li ser nûnertiya wekhev a jinê tesaduf nîne û wiha got: “Zihniyeta îslamî û cihadî her tim yekem jin kirine hedefa xwe.” -
YRJ: Divê kanalên ku tundiya li ser jinê teşwîq dikin, hesabê bidin
YRJˊê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê provakasyon û gotinên kîndariyê yên gelek dezgehên ragihandina Erebî li dijî gelê Rojava, bi taybet tundiya li dijî jinan şermezar kir û banga hesabpirsînê kir. -
Peyama şehîd Sîdar Efrîn: Şoreşa Rojava ji bo cîhanê bû mînak
Şehîd Sîdar Efrîn di peyama xwe ya dawî de got, şervanên YPG û YPJ’ê şoreşa Rojava bi cîhanê dan naskirin, îro li her derê xwedî li şoreşa Rojava tê derketin. -
Kongra Star: Em ê Rojava biparêzin
Kongra Star diyar kir ku îradeya gelê Kurd rû bi rûyê komployê ye û got, ew amade ne bersivê bidin vê komployê. -
Komeleya Jinên Iraqî êrîşên li ser Rojava şermezar kir
Komeleya Jinên Iraqî êrîşên komên çeteyan ên li ser Rojava şermezar kir û xwest ku ji bo parastina jinan divê gavên lezgîn bên avêtin û derbarê sûcdarên şer lêpirsîn were destpêkirin. -
Jinan nerazîbûn nîşanî êrîşan da
Jinên li Kantona Cizîrê êrîşên komên çeteyan ên li ser Rojava û binpêkirina agirbestê protesto kirin. -
Ji Amerîkaya Latînî heta Rojava piştgirî: ‘Em Rê Nadine Jenosîdeke Nû’
Ji Amerîkaya Latînî peyamên piştevaniyê yên ji bo berxwedana li Rojava zêde dibin. -
180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu!
Di metna kampanyaya îmzeyan a Buroya Jinan a Kurd Cênî ya li dijî êrîşên li ser Rojava de, hate xwestin ku êrîşên li ser Rojava bi dawî bibin û statuya Rojava were naskirin. -
YJK Skandînaviya ji bo Rojava banga hevgirtinê kir
Yekîtiya Jinên Kurd ên Skandînaviyayê (YJK) banga xwedîderketinê li Rojava kir û got, “Dem ne dema bêdengî û tirsê ye, dem dema hevgirtin, berxwedan û xwedîderketinê ye.” -
Gerîlayên YJA Starê: Li Rojava îradeya jinên azad hedef tê girtin
Gerîlayên YJA Starê berxwedana gel û şervanên Rojava silav kirin û diyar kirin ku dîsa di şexsê jinên Kurd ên pêşengiya berxwedanê dikin de îradeya azad a jinan hedef tê girtin. -
YPG: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye
YPG'ê di daxuyaniya xwe ya salvegera 11’an a Serketina Kobanê de destnîşan kir ku serketin ne tenê leşkerî, li dijî zîhniyeta DAÎŞ’ê şoreşa îrade û jiyanê ye û bilêv kir ku têkoşîna wan a ji bo hêzên ku dixwazin heman zîhniyetê ji nûve hilberînin bidome. -
Jinên Koyê piştgirî dan berxwedana Rojava
Jinan li navçeya Koye bi meşekê û hûnandina keziyan û çêkirina bazinên keskesor piştgirî da berxwedana Rojava. -
Jinên Koyê bazin diyarî kesên ku tevlî alîkariyê dibin dikin
Komek jinên kêrhatî di çarçoveya kampanya alîkariyê ya li Koye hatî danîn de, bazinên kesk, sor û zer diyarî kesên tevlî alîkariyê dibin, dikin. -
Li Qamşiloyê jinên Ereb li dijî êrîşên gengaz çek rakirin
Li Qamşiloyê jinên Ereb li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê, çek rakirin. -
Ji rêxistinên Femînîstên Antîkapîtalîst ji bo Rojava peyam
Rêxistinên Femînîstên Antîkapîtalîst ên li Katalonyayê ji bo parastina şoreşa Rojava peyama piştgiriyê şandin. -
YPJ: Wê kiryarên dermirovî ku li dijî şervanên me tên kirin, bê hesab nemînin
YPJ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê tola hemû kiryarên li dijî mirovahiyê yên li hemberî şervanên YPJ'ê bê hilanîn û kiryar bê hesab nemînin. -
Jinên Abya Yalayê ji bo parastina Rojava bang kirin
Ji Latîn Amerîkayê jinên Abya Yalayê ji bo parastina Rojava bang kirin. -
Greva Jinan a Swîsre: Jin bi tenê nînin
Greva Jinan a Swîsreyê li dijî tundî, şer, zext û zayendparêziya li Rojhilata Navîn, banga piştevaniyeke femînîst û enternasyonalîst kir. -
Şervanên YPJ’ê piştgirî dan dîmenên jinan ên hûnandina keziyan
Şervanên YPJ’ê li dijî çeteyên HTŞ, dewleta Tirk û DAÎŞ’ê şerê rûmetê dimeşînin. Şervanên jin weke bersiva jinên ku dîmenên hûnandina keziyên porên xwe weşandine, porên xwe kirin kezî.