JIN
Hemû Nûçe
-
KJK: Em di qonaxeke krîtîk de ne, divê Rêbertî azad bibe
Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera yekemîn a banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo daxuyanî da û diyar kir ku pêvajoya di "qonaxeke krîtîk" de ye û got, "Şert e ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û bi rengekî azad karibe siyasetê bike." -
JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene
Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî da û got: Em li dijî şer, komkujî, windakirin, koçberkirin, xizanî, tundî, tecawiz û tacîzê ne. Em bi yekîtiya jinan hene.’’ -
Çalakiyên 8'ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir
Jinên li wargeha penaberan a Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştar dest bi çalakiyên 8'ê Adarê kirin. -
Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike
Jinên Êzidî ku di fermana 2014’an de ji ber nebûna hêza paratina cewherî bedelên herî giran dane, ev peyam dan hikumeta Iraqê: ‘’YBŞ-YJŞ zarokên me ne û parastina me dikin. Em ê mil bidin milê hev û parastina xwe bikin.’’ -
Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin
Di pêşangeha “Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê” ya ku li bajarê Freiburg ê Elmanyayê hat vekirin de, banga xwedîderketina li destkeftiyên têkoşîna azadiya jinê û mezinkirina piştevaniya navneteweyî hate kirin. -
Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin
Li Berlînê, hunermend û aktîvîstên jin ên Kurd bi armanca balê bikişînin ser metirsiyên li ser Rojava û Rojhilat, îsal di sêyemîn Rojên Çanda Jinên Kurd de tên cem hev. -
'Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne'
Esra Çîçek Mercan got, cihê fikaran e ku kuştina jinan ji rêzê û tenê weke daneyên statîstîkî têne nîşandan û got, "Mafê jiyanê mafê herî bingehîn ê mirovan e û parastina wê jî berpirsyariya esasî ya dewletê ye." -
Li Amedê meşa 8'ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li navçeya Xana Axpar a Amedê meşek lidar xist. -
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8'ê Adarê da
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), bi civîneke ku li Parka Saraçhaneya Stenbolê li dar xist, starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. -
Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin
Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP û Tora Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jinê ya Amedê, qetilkirina 6 jinan a di rojekê de protesto kir. -
Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin
Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên diyar kir ku divê bi bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê hebûna jinê were parastin û tekez kir ku YPJ xeta jinan a sore û wê tu car dev jê bernedin. -
Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste
Rêxistin û sendîkayên femînîst ên li Fransayê 8’ê Adara 2026’an Roja Jinan a Cîhanê, bi dirûşmeya “Ger jin rawestin wê jiyan raweste" li seranserê welat banga grev û çalakiyan kir. -
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ku di hevdîtina jinan de axivî, diyar kir ku Rêber Apo dema banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir herî zêde bawerî bi jinan anî û got ku jin bêyî ku dev ji nasname û nirxên xwe berdin wê civakê demokratîk bikin -
TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir û got: ‘’Parastina aşitiyê bes ne sekinîna li dijî şerî ye; di heman demê de avakirina mekanîzmayên civakî ye ku wekhevî, edalet û azadiyê dabîn bikin.’’ -
Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser “polîtîkayên şerê taybet” û bang li hemû jinan kir ku civaka aştî û civaka demokratîk mezin bikin. -
Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin
Platforma Yekitiya Jinên Kurd, banga tevlîbûna “Civîna Yekitiya Neteweyî” ku dê li Amedê were lidarxistin kir û got: “Yekitiya neteweyî ya gelê Kurd, mîsogeriya hebûna gelê Kurd e.” -
Li Îranê 4 jin hatin binçavkirin
Li bajarên cuda yên Îranê 4 jin hatin binçavkirin. Aqûbeta wan nayê zanîn. -
Nûnera Filîstîniyan a li diasporê Leyla Şehîd jiyana xwe ji dest da
Nûnera berê ya Filîstîniyan a li Fransa û Yekîtiya Ewropayê Leyla Şehîd, di 76 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Bernameya 8’ê Adarê ya Londonê: 'Rojava warê jinên azad e; em ê biparêzin!'
Meclisa Jinan a Jiyan ji bo 8’ê Adarê bernameyek berfireh ku tê de pêşandana fîlman, meş û çalakiyên çandî û hunerî hene amade kir. Bernameyê bal kişand ser yekîtiya jinan, parastina nasnameya çandî û hevgirtina navneteweyî. -
Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê deklarasyona 8'ê Adarê
Meclîsa Jinan DEM Partiyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Navenda Giştî civîneke çapemeniyê lidar xist û deklarasyon eşkere kir. -
Jinek li Silêmaniyeyê hate kuştin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 12'ê Sibatê jineke ji Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyeyê hate kuştin. Hate ragihandin ku beriya bê kuştin mêrekî gef li wê xwaribû. -
Ji TJA’yê deklarasyona 8’ê Adarê: ‘Em avakirina jiyana nû pîroz dikin’
TJA’yê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê deklarasyon eşkere kir û got, “8’ê Adarê ji bo me ne tenê roja berxwedanê, roja pîrozkirina avakirina jiyana nû ye.” -
Çarenûsa 25 jinên li Îranê hatibûn binçavkirin ne diyar e
Hate ragihandin ku çarenûsa 25 jinên xwepêşander yên di dema xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine binçavkirin ne diyar e û fikar li ser jiyana wan hene. -
Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye
Tevgera Jinên Azad (TJA) rapora xwe ya bi sernavê “Binpêkirinên Mafên Jin û Zarokan a Çileya 2026’an a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava” ji raya giştî re ragihand. Di raporê de hate destnîşankirin ku ev êrîş “mîmariya tundiyeke plankirî ye.” -
Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye
Jinên Êzidî diyar kirin ku ew roja 15’ê Sibatê ji roja fermanê girantir dibînin û gotin, ‘‘Em naxwazin 15’ê Sibatekî din bêyî azadiya Rêber Apo bibînin. Rêber Apo dikare şerên li herêmê rawestîne û aramiyê serwer bike."