JIN
Hemû Nûçe
-
HPJ: Dema azadî û rizgariya jinê ye
HPJ’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê pîroz kir û daxwaz ji jinan kir ku li dorî hev kom bibin û got: “Dem dema azadiya jinê ye ya ji bin desthilatdariya mêrserwer.” -
Komîsyona Jinan a KNK’ê: Jinên Kurd xeletiyeke dîrokî rast kir
Komisyona Jinan a KNK’ê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek weşand û got: “Me bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya li dijî koletiyê ev şaşî û xeletî sererast kir. Bi vê yekê re me weke jinên Kurd xeletiyeke dîrokî rast kir û doza azadiya civaka Kurd xurtir kir.” -
Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên 8’ê Adarê
Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, li bajarên Qamişlo û Girkê Legê 2 çalakî hatin lidarxistin. -
Li Mexmûrê meşa 8’ê Adarê: Rêber Apo wetayeke mezin li jinan bar kiriye
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek girseyî hat lidarxistin û hat gotin ku Rêber Apo wateyeke mezin li jinan bar kiriye. -
Ji bo 8’ê Adarê semîner hate dayîn, dar hatin çandin
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê didomin. -
Li Sêrt û Êlihê çalakiyên 8’ê Adarê: Jin bi daxwaza aştî û wekheviyê li qadan bûn
Li Sêrt û Êlihê jin di çalakiyên 8’ê Adarê de bi daxwazên wekhevî, azadî û aştiyê daketin kolanan. Jinan li dijî pergala serdestiya mêr û tundiyê banga xurtkirina têkoşînê kirin. -
Gerîlayên YJA Starê: Wê têkoşîna me bi qasî hêz û şahiyên me bilind be
Bi nêzbûna 8’ê Adarê, li çiyayên Kurdistanê gerîlayên YJA STAR’ê di nava amadekariyên berfireh de ne. Bi coş û heyecaneke bilind, bi îdîaya ku ew ê 8’ê Adara sala 2026’an bikin roja mezinkirina têkoşîna azadiya jin bi bernameyên rengîn xwe amade dikin. -
SAMER: 95 Jinan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Sahê SAMER navbera 1’ê Çileyê-5’ê Adara 2026’an de 95 jinan jiyana xwe ji dest dan ku 47 ji van bi rengekî bi guman in. -
Ji şervanên YPJ’ê peyama 8’ê Adarê
Şervanên YPJ’ê ji bo 8’ê Adarê peyama “Divê jin ji bo maf û azadiya xwe têbikoşin” dan. -
Rêxistinên hiqûqî: Bila 8’ê Adarê bibe çiraya aştiyê
Sazî û rêxistinên mafên mirovan ên li Sûriyeyê gotin, “Divê qanûnên Sûriyeyê li gorî peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên jinan werin nûkirin.” -
Çîrok Cuda ne, xizanî hevpar e: Jinên kedkar mafê keda xwe nagirin
Gava 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nêzîk dibe, em bi jinên ku hin li malê, hin li dikanê û hin jî li ser dezgehan dixebitin re derbarê çîrokên wan û peyamên wan ên 8’ê Adarê de axivîn. -
Ayten Kaplan: Azadiya jinan temînata civaka demokratîk e
Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku veguherîna civakî wê bi pêşengtiya jinan pêk were û got: ‘’Modela Rojava gerdûnî bûye, li dijî şerê li hemberî jinan wicdana kolektîf şert e.’’ -
Çinar: Jin bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ jiyanek nû dihûnin
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, got ku daxwazên jinên Kurd ên 8’ê Adarê ‘parastina nasnameya xwe ya neteweyî û azadiya birêz Ocalan e.’ -
‘Weke jin divê em têkoşîneke hîn mezintir bimeşînin’
Gerîlayên YJA Starê Zîlan Helbest û Rojda Çiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin û gotin, ji bo bidawîkirina koletiyê divê têkoşîneke hîn mezintir were meşandin. -
Nûrşan Ferho: Divê jin destkeftiyên xwe biparêzin
Berdevka Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê Nûrşan Ferho, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku divê jin destkeftiyên ku ji dîrokê ve bi dest xistine biparêzin. -
Kongra Star: Heya destkeftiyên jinan mîsoger nebin em ê têkoşîna xwe bidomînin
Koordînasyona Kongra Star, bi sedema 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand. Kongra Star di daxuyaniya xwe de bal kişand ser destkeftiyên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku ew ê van destkeftiyan biparêzin. -
Saziyên Jinan yên Rojhilatê Kurdistanê peyama 8’ê Adarê dan
Saziyên Jinan yên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 8’ê Adarê peyamek da û gotin: “Tevlîbûna jinan ya di xwepêşandanên sivîl, çalakiyên siyasî û avaniyên sivîl de piştrast dike ku jin rêveber û pêşengên siberojê ne.” -
Rêber Apo ji tevgera jinan re name şand
Rêber Apo di nameya xwe ya ji bo tevgera jinên Kurd de, diyar kir ku bi awayê dîrokî jî kirdeya avakar a civakê jin e û got, “Projeya min a jinê temam bû" û wiha lê zêde kir: "Lê niha li pêşiya me pratîkek pir mezin, erka ji bo jiyankirina wê heye.” -
PAJK: Ev 8’ê Adar divê veguhere referandûmê
Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî da û got, “Divê ev 8’ê Adarê bibe 8’ê Adara ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji hêla hemû jinan ve bi awayekî herî bi hêz were qîrkirin.” -
Rêber Apo ji bo 8’ê Adarê danezan amade kiriye
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan diyar kir ku Rêber Apo bi boneya 8’ê Adarê danezanek amade kiriye û dê ev di mitîngên 8’ê Adarê de bê xwendin. -
Di meha Sibatê de 4 rojnamevan hatin girtin
MKG'ê rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Sibatê aşkera kir û di raporê de diyar kir ku di meha Sibatê de 4 rojnemeger hatine girtin û ji bo bidawîbûna tundiya li ser rojnamegeran bang kir. -
‘Parastina destketiyên jin erka me ya sereke ye’
Bi boneya 8’ê Adarê gul li Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin hatin belavkirin. Rêveberên jin, diyar kirin ku ew ê destketiyên Şoreşa Rojava û ewlehiya Kobanê biparêzin û gotin ku berxwedan û rêxistinbûna jinan dê dewam bike. -
Jin wê 8’ê Adarê li qadan daxwaza aştiyê bikin!
Jinan diyar kirin ku ew ê qadên 8’ê Adarê bi daxwaza aştî û azadiyê tejî bikin. -
TJK-E: 8’ê Adarê em li qadan bin!
TJK-E: 8’ê Adarê em ê bi reng, coş û îdîaya ‘dema jinê ye’ li qadan bin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her derê vê îdîa, biryardarî û coşê mezin bikin. -
‘Divê ji bo jinan her roj mîna 8’ê Adarê were dîtin’
Gerîlayên YJA Starê Nûjiyan Çiya û Delîla Argeş, diyar kirin ku rêxistinbûn ji bo jinan pir girînge û gotin ku divê ji bo jinan ne tenê rojek, her roj mîna 8’ê Adarê were dîtin.