Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê derbarê şehadeta Xezale Moylan de daxuyanî da û got, “Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin.”

XEZALE MOYLAN 

Daxuyanî li qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Kongra Star Cûrî Temî û bi zimanê Erebî ji aliyê endama Ciwanên PYD`ê Evîn Mihemed Cimo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Di vê bûyerê de, şervana Kurd, Xezale Moylan, birîndar bû. Piştre ew birin nexweşxaneyek li Silêmaniyê, lê kiryara neexlaqî û nemirovane ya redkirina qebûlkirina wê bû sedema şehadeta wê." 

Her wiha hat gotin: "Di van şert û mercên dijwar de, divê gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê ji bo parastina nasname û hebûna xwe yekgirtî bin. Lêbelê, em bawer dikin ku tiştê ku diqewime zirarê dide yekîtiya me wekî gelê Kurd. " 

Jinan di daxuyaniya xwe de ev kiryara şermezar kirin û bang li hemû jinên cîhanê, û bi taybetî jinên Kurd, kirin ku bibin yek û li dijî van kiryarên ku xizmeta civakê an jinan nakin bisekinin.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku  "Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêveberiya Silêmaniyê û bi taybetî jî YNK`ê lêpirsînekê li ser rêveberiya nexweşxaneyê bidin destpêkirin û wan ji vê kiriyarê berpirsiyar bigirin. "