JIN
Hemû Nûçe
-
Jinan banga tevlîbûna meşa 8’ê Adarê ya Dusseldorfê kirin
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê di 7’ê Adarê de li Dusseldorfê meş û mitîng were li dar xistin. Jinên ji Rojhilat, Rojava û Bakur ên li Elmanyayê dijîn, bang li hemû jinan kirin ku tevlî meşê bibin. -
Xunav Xelîl: Wê têkoşîna jinan her bilind bibe
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kobanê Xunav Xelîl anî ziman ku wê têkoşîna jinan a li hemberî desthilatdariyan tim bilind bibe û wê şoreşa wan mezintir bibe. -
Jinên Qamişloyê bi meşaleyan meşiyan
Jinên ji bajarê Qamişloyê di çarçoveya çalakiyên 8ˊê Adarê de meşek meşaleyî li dar xistin û li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan banga piştevaniyê kirin. -
KJAR: Pêla duyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilat dewam dike
KJAR’ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya 8’ê Adarê de diyar kir ku berxwedana jinan a li seranserê cîhanê mezin dibe, nîşan dide ku sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinan. -
Li bajarên Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku bi pêşengiya Kongra Star birêxistinkirin didomin. Di vê çarçoveyê de civîn hatin lidar xistin, hêzên ewlehiyê û saziyên sivîl hatin ziyaretkirin û daxuyanî hatin dayîn. -
NY’î bang li Iraqê kir: Divê kujerên Yenar Mihemed bên darizandin
Neteweyên Yekbûyî (NY), qetilkirina çalakvana mafên jinan a Iraqê Yenar Mihemed bi tundî şermezar kir û bang li hikûmeta Iraqê kir ku demildest ji bo ronîkirina bûyerê lêpirsînek serbixwe bide destpêkirin. -
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê: Mafê jiyanê yê jinan gerdûnî ye
Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û li dijî tundî û şerê li hemberî jinan peyama têkoşînê hate dayin. -
Rapora binpêkirinên mafên jinan ên li Rihayê
Rapora Binpêkirinên Mafên Jinan a ji aliyê Baroya Rihayê û Komeleya Xwegihandina Mafê Darizandina Adil ve hatiye amadekirin, tundiya li ser jinan a li bajêr radixe ber çavan. -
'Di avakirina civaka demokratîk de divê jin bi rola pêşengiyê rabin'
Dîlan Dîrayet Taşdemîr ragihand ku li gel şerê li Rojhilata Navîn hêviya civaka demokratîk li Kurdistanê mezin bûye û destnîşan kir ku jin divê di vê pêvajoyê de bi rola pêşengiyê rabin. -
Şukran Demîr: Jin bi têkoşînê hewl didin jiyana xwe biparêzin
Seroka Komeleya Dema Jinê Şukran Demîr anî ziman ku li gel cihêkariya ku jin li her qadê lê rast tên, bi têkoşînê hewl didin jiyana xwe biparêzin. -
Ji rêxistinên jinên Elewî deklarasyona 8’ê Adarê: Bi hev re têkoşîn, bi hev re azadî!
Rêxistinên jinên Elewî di deklarasyona hevbeş a bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate weşandin de li dijî şer, tundûtûjî, îstîsmar, asîmîlasyon û her cûreyên zilma li jinan tê kirin, banga têkoşîna hevbeş kirin. -
YPJ’ê nasnameya fermandar Şîlan Kobanê eşkere kir
Fermandariya Giştî ya YPJˊê şehadeta fermandar Şîlan Kobanê ragihand û got, "Em sersaxiyê ji malbata xwe ya welatparêz re, ji gelê Kobanê û hemû gelê azadîxwaz re dixwazin û soz didin ku em ê xwedî li xwen û xeyalê rêhevala xwe derkevin." -
Ji saziyên jinan çalakiyên 8’ê Adarê
Kongra Star, Yekîtiya Jinên Êzidî, meclîsên jinan ên saziyên cur be cur û Meclîsa Malbatên Şehîdan bi wesîleya 8’ê Adarê li Qamişlo û Tirbespiyê daxuyanî dan û çûn serdan nuqteyên kontrolê yên hêzên ewlekariyê. -
Li Stenbolê mirina bi guman: Dayik û keça wê hatin spartina axê
Fatma Nûr Çelîk û zaroka wê Hîfa Îkra a ku bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan, îro ji hêla jinan ve hatin definkirin. Di merasîmê de hat diyarkirin ku dê şopdarên dozê bin. -
Jinan li Hezexê "Baxçeyê 8’ê Adarê" ava kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de li navçeya Hezex a Şirnexê ‘’Baxçeyê 8’ Adarê’’ ava kir. -
Jinên Swîsreyî li dijî şer kampanya dan destpêkirin
Bi êrîşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê ya li ser Îranê re li Rojhilata Navîn şer zêde bû. Li Swîsreyê aktîvîstên jin ên ji netewên cuda li dijî tundiya li ser jinan a di şeran de kampanyaya îmzeyan a “Free All Woman” dan destpêkirin. -
Buşra Yenturk: Jin wê li dijî tundî û newekheviyê têkoşînê bilind bikin
Ji Komîteya Amadekariyê ya 8’ê Adarê Buşra Yenturk polîtîkayên “Sala Malbatê” rexne kir û got, jin wê li dijî tundî, xizanî û newekheviyê têkoşîna hevpar mezin bikin û jiyaneke azad û wekhev ava bikin. -
Akça: Veguherîna bêyî jinê veguherîn nîne
Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça bi bîr xist ku Rêber Apo di daxuyaniya xwe ya li ser salvegera yekemîn a 27'ê Sibatê de bi taybetî mijara jinê destnîşan kir, ev yek di asta dîrokî de girîng e û got, "Veguherînek bêyî jinê mayinde nabe." -
Ber bi 8'ê Adarê ve: Di têkoşîna li dijî xizanî û tundiyê de hevkarî
Rapora 2025'an a Komeleya Piştevaniya Jinê ya Esenyali daxwaza piştevaniya jinê ji sedî 42 û serlêdanên karkeriya zarokan bi rengekî cidî zêde bûne. Seroka komeleyê Adîle Dogan bang kir ku li dijî vê tabloyê têkoşîna 8'ê Adarê bê hevparîkirin. -
Çîgdem Dogû: Bi pêngava "Niha dema jinê ye" wê pêvajoya avakirinê ya pozîtîf bê mezinkirin
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku bi pêngava "Niha dema jinê ye" ya KJK'ê re ji bo pêvajo ji "qonaxa negatîf derbasî qonaxa avakirinê ya pozîtîf" bibe wê têgihiştin, rêxistinî, çalakî û komunbûna jinê ji xwe re bikin esas. -
Li Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin
Li bajarên Rojava bi boneya Roja Jinan a Cîhanê rêzeçalakiyên çandî û civakî tên lidarxistin. Di çalakiyan de têkoşîna jinan û rola wan a di parastina nasnameya çandî de derket pêş. -
Kongra Star qetilkirina Yenar Mihemed şermezar kir
Kongra Star qetilkirina çalakvan û Seroka Rêxistina Azadiya Jinan Yenar Mihemed şermezar kir û daxwaza lêpirsîna lez û hesabxwestinê ji sûcdaran kir. -
TJK-E’yê qetilkirina Yenar Mihemed bi tundî şermezar kir
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), qetilkirina Seroka Rêxistina Azadiya Jin Yenar Mihemed li ber mala wê ya li Bexdayê bi tundî şermezar kir. -
TAJÊ qetilkirina Yenar Mihemed şermezar kir
TAJÊ qetilkirina Seroka Rêxistina Azadiya Jinê Yenar Mihemed şermezar kir û got, “Em ê têkoşîna wê ya ji bo jinên Êzidî yên dîlgirtî meşandî ji bîr nekin û bibin şopdara ked û xebata wê.” -
Jin wê 8’ê Adarê li qadan têkoşîna li dijî tundiyê mezin bikin
Jin wê li dijî tundiya mêr-dewletê, polîtîkayên bêcezatiyê û mekanîzmayên parastinê yên ku nakevin dewrê, di 8’ê Adarê de dakevin qadan û peyama mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî bidin.