Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

Li gorî bîlançoya mehane ya Rojnewsê di du mehên borî de li Başûrê Kurdistanê 6 jin hatine qetilkirin û 6 jin jî bi şêweyekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên hatine komkirin di mehên Sibat û Adarê de li Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Ranya, Akre, Xebat, Seyîdsaqid û gelek bajaran cînayetên jinan û mirinên bi guman qewimîn. Di nav kesên ku hatine qetilkirin de keçên ciwan û jinek ducanî hebûn.

Li gorî daneyan, hin jin bi guleyan hatine qetilkirin, hin ji wan di çeman de mirî hatine dîtin û hin mirin wekî "gumanbar" hatine tomarkirin. Herî dawî, Sikala Heso ku li nifûsa Koyê qeydkiriye û li Hewlêrê dijî, bi awayekî şewitandî rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Rojnewsê,  li Herêma Kurdistanê tenê di meha Çileyê de 7 jin hatin qetilkirin û 10 jî bi şêweyekî guman jiyana xwe ji dest dane.