Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî bîlançoya Saziya Bijîşkiya Dadî (SBD) ya Îranê, di şerê 40 rojî yê di navbera Îran û DYA-Îsraîlê de, li Îranê zêdetirî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane ku 496 ji wan jin in.

Saziya Bijîşkiya Dadî ya Îranê di daxuyaniyekê de bîlançoya kesên ku di şerê 40 rojî yê navbera Îran û DYA-Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane, parve kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di pêvajoya şerê 40 rojî yê di navbera Îran û DYA-Îsraîlê de, li Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê bi giştî 3 hezar û 375 kesan jiyana xwe ji dest dane; hat destnîşankirin ku 496 ji wan jin in.

Hate ragihandin ku ev dane tenê ji kesên ku nasnameya wan hatine tespîtkirin pêk tên û tê texmînkirin ku bîlançoya rastî hîn pirtir be.