Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Adarê ya JINNEWS’ê, li Tirkiyeyê di meha Adarê de herî kêm 29 jin û 2 zarok di encama tundiyê de hatine qetilkirin. Di heman demê de 20 jin û 2 zarokên din jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber tundiya mêr di meha Adarê de jî jin û zarok bûn hedef. Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê, di nava mehekê de herî kêm 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin û 20 jin û 2 zarokên din jî di bin şert û mercên biguman de jiyana xwe ji dest dan.

Dane careke din nîşan da ku tundiya li dijî jinan ne tenê li qada giştî, herî bêhtir di nava ‘malbat’, ‘zewac’ û ‘têkiliyên nêz’ de rû didin.

Hat ragihandin ku, 10 jin ji hêla hevser, 7 jin ji hêla mêrên ku bi wan re di pêvajoya hevberdanê debûn, 2 jin ji hêla mêrên ku têkiliya wan bi hev re heyî, jinek ji hêla mêrê berê pêre hatibû zewicandin û jinek jî ji hêla mêrê ku dev jê berdabû ve hatin qetilkirin.

Her wiha, jinek ji hêla birayê xwe, jinek ji hêla kurê xwe, jinek ji hêla xalê xwe, jinek ji hêla zavayê xwe, jinek ji hêla xwendekarê xwe,, jinek ji hêla kesekî nenas, jinek ji aliyê mêrê ku têkiliya wê bi wî re nayê zanîn û jinek jî ji hêla mêrê xwişka xwe ve hatin qetilkirin.