Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi şîara ‘’Bêyî Me Aşitî Nabe’’ konferanseke jinan a navneteweyî li dar xist û bi daxuyaniyekê pêngaveke nû da destpêkirin.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi şîara ‘’Bêyî Me Aşitî Nabe’’ konferanseke jinan a navneteweyî li dar xist û bi daxuyaniyekê pêngaveke nû da destpêkirin.
TJK-E’yê pêngava “Bi Hêza Jin Jiyan Azadî Dema Avakarina Civaka Komunal e!” dadestpêkirin ku pêngava berbehs xurtkirina rola jinan a di pêvajoya aşitiyê de û mezinkirina têkoşîna birêxistinkirî ya di qada civakî de armanc dike.
Di daxuyaniyê de banga civakîkirina têkoşîna azadiya jinan, avakirina jiyana komunal û pêşxistina civaka demokratîk a di pêşengtiya jinan de hate kirin.

Daxuyaniya ku bi Kurdî û Tirkî hate dayîn, ji aliyê Seda Can û Sîdar Aydin ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de 4’ê Nîsana rojbûna Rêber Apo, di serî de li Rêber Apo li hemû gelê Kurd, şervanên azadiyê û aşitîxwazan hate pîroz kirin.
Tevahiya daxuyaniya ku bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” ji hêla Seda Can û Sidar Aydin ve bi Kurdî û Tirkî hat xwendin wiha ye:
"4ê Nîsanê ne tenê dîrokek e; sembola aştî, hêvî û destpêkek nû ye. Ji nû ve zayîna gelê Kurd e. Di vê wateyê de em vê ji nû ve zayînê destpêkê li Rêberê Gelê Kurd Reber Apo, gelê Kurd, şervanên azadiyê û hemû gelên ku di aştiyê de israr dikin pîroz dikin.
Di vê roja watedar de ev konferansa aştiyê ku em li dar dixin, wê bibe kombûnek ku ramanên ji rabirdûyê ragihînin pêşerojê. Di heman demê de, îro destpêka kampanyaya me ya nû ye.
Ev pêvajoya ku ji nirxên hevpar ên mirovahiyê îlham girtiye, banga mezinkirina hêviyên me yên ji bo aştî û jiyana hevbeş e. Ev gava ku em îro diavêjin, îradeya avakirina aştiya sibê ye.
Bi vê wesîleyê, em hemû nirxên ku tevkarî dane aştiyê û her kesê ku di vî warî de ked dane bi rêzdarî bi bîr tînin û banga pêşerojek tije hêvî bi hev re ava bikin, dikin.
Îro, em wekî jinên Kurd ji bo ragihandina kampanyayek nû li vir kom bûne. Armanca sereke ya kampanyaya me civakîkirina têkoşîna rizgariya jinan û jiyana azad a ku di pêvajoya avakirina pozîtîf de tê hêvîkirin de kûr bibin ûdi têkoşîna xwe de bûn asta kirdebûnê.
Em dizanin ku hemû serdemên mêr li ser bingeha mêtingerî û zordestiyê ya hilweşîn, tinekirin û dîlgirtinê teşe girtiye. Avaniya kujer a kastîk ku deriyê şeran vedike, niha bi şêweyê pergala baviksalar li dijî xweza, mirovahiyê, civakan û jinan şer daye destpêkirin. Ji ber ku şer wêraniyê tînin, mirovahiyê û çavkaniyên xwezayî tine dikin, tê wateya ku qadên jiyana azad teng dikin û dorpêç dikin. Ji ber vê yekê, jin û zarok barê herî giran ê şeran hildigirin û bedela herî mezin didin. Şer tepeserkirina tiştên xwezayî ye. Wekî ku Simone de Beauvoir gotiye, “Şer, cîhana ku mêran avakiriye û biyaniya ku li ser jinan hatiye ferzkirin e”. Divê bi vî awayî were dîtin. Ji bo derbaskirina vê biyanîbûnê parêzvaniya aştiyê yek ji erkên me yên bingehîn e. Hawirdorên aştiyê ji bo jin û civakan derfet û îmkana xurtkirina hevgirtina jiyana demokratîk û di nav qanûnên pêşketina xwezayî de hevdu pêşve dibin, diafirîne.

Ji ber vê yekê, avakirina komunala demokratîk û civakek azadîxwaziya jinan pêşî kêliya biryardariya derbaskirina vê rewşa şer û krîzê ya teng e. Em dizanin ku pergala îro hem takekesî bêwate kiriye, hem jî ber bi krîzek wate û nasnameyê ve biriye û hem jî civak û jin di rewşek krîzek domdar de hiştiye, bi pirsgirêkên kûrtir û neçareserkirinê ferz kiriye. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî wekhevî, azadî û jiyana mirovî ye. Ev derketina ji vê cîhana ruh û hestan a ku bi krîzên nasname û qadan hatine tepisandin. Ew pêvajo îradebûn, hişmendbûn û beşdarbûna li ser bingeha ku di hemû rengên civakê de hebûna xwe diparêze.
Armanca kampanyaya me ew e ku pêvajoya civakîbûnê ya li dijî takekesîtiyê, tinehesibandin û ji nedîtî ve hatinê, xurtkitina xwerêveberiyê û xwerêxistinkirinê ye. Bi vî awayî, komun cihekî demokrasiya rasterast e, platformek ji bo axaftin, çalakî û rêxistinkirinê ye, wekî yekîneya herî biçûk li her derê têkoşîna mil bi mil e.
Di hewldanên avakirina komunê de, em ê xebata hişyarkirin û bilindkirina hişmendiyê li dijî desthilatdariyê û dewletparêziyê kûrtir bikin da ku yekîtiya wekhevan misoger bikin. Li şûna ku em bibin jinek malbat û pergala kapîtalîst, em ê pêşengiya komunê bikin. Em ê vê yekê bi aqilê jinan bikin. Bi tevlêkirina mêran a nava komunê re em ê wan di jiyanek demokratîk û azad de bidin xuyakirin. Bi hişmendiya ku mantiqê desthilatdariyê û pergala dewletparêz dikare bi rêya komunalîzmê were derbaskirin, em armanc dikin ku mêran li hember pirsgirêkên civakî hestyar bikin û ji bo bikin hêza çareseriyê, jin û mêr bikin komunalbûnê.
Rûbertî dibêje: 'Ji bo min, tişta herî baş ku ji bo jinan were kirin ee e ku rastiyê ji wan re vebêjin. Jin di komunalîteyê bêhtir serketî ne. Ev ji destpêka dîrokê ve wisa ye. Di komunê de wê perwerdehiyek dijwar hebe. Bi keçan dest pê bikin, jin û mêr wê werin perwerdekirin’. Niha dema jinan e, di vê watyê de bi ratiyê re rû bi rû bên û bi vê berpirsyariyê honandina heqîqetê ye. Heqîqet misogerkirina hişmendiya mafan û edaletê ye. Niha dema jinan e. Di rêya heq û heqîqetê de qebûlkirina hebûnê ye. “Gihîştin, Hene, Em ê Hebin" ne tespîtek e, di heman demê de veguherîna mîrata dîrokî bo şêweyek rêxistinî ya hemdem û avakirina civaka demokratîk a di bin pêşengiya jinan de ye.
Avakirina komunan afirandina proje û rêxistinan ji bo pêngava Dema Jinan nebe nebe ye. Di wê ferqê de ne ku tiştê ku jinan bide jiyîn komînalîte û civakîbûn e. Wekî kirdeyên damezrîner ên sereke yên vê civakîbûnê, em ê ji her kesî bêhtir rolê bilîzin. Sedema hebûna me rêxistinî ye. Bi qasî ku em xwe birêxistin bikin em hene. Yekîtiya jinên rêxistinkirî yekîtî û zindîbûna civakê ye.
Ne zimanê netew-dewlet û ne jî zimanê serweriya mêr di civaka komunal de cih nagre.Ji ber ku zimanê netew- dewletê îtaetê ferz dike.Zimanê serweriya mêr jî koletî û serîtewandinê ferz dike. Em dizanin ku ev her du nêzîkatî jî hegemonya û desthilatdariyê diafirîne. Serkeftina komunê sînordarkirin û têkoşîna li dijî zimanê dewlet û serweriya mêr e. Ji ber vê yekê pêşxistina têgehên exlaqî û polîtîk ên komunê, wê were wateya berfirehkirina qadên azadiyê.
Kampanyaya me bi Jin, Jiyan, Azadî re Avakirina Civaka Komunal afirandina dema me û zêdekirina kêliyên azadiyê ye. Bi vê kampanyayê re tê xwestin ku zemînên "koletiya dilxwaz" ku ji bo berdewambûna pergala kapîtalîst zemînê çêdike, were qelskirin. Li dijî helwestên ku pasîf û îtaatkar ku kapîtalîzmê afirandiye, pêşxistina li ber rabûn û neqebûlkirinê destkeftiyên dema jinan e.
Kapîtalîzm bedena jinê wekî objeyekî kiriye hêzekî bazarê. Parastina hest, ruh û fîzîka jinê û pêkanîna hevsengiya xwe ya hundirîn, bi pêşxistina xwe ya rêzgirtina li hemberî xwe pêkan e. Xwebûyîn ji nû ve avakirina hilweşîna di cîhana hundirîn a jinê de û pêşxistina afireniya xwe ye.
Komkujiyên jinan bi polîtîkayên qirkirina jinê û civakê her kêlî têne kirin. Li gel komkujiyên jinan, êrîşên taybet û derûnî, heqeretên li dijî hest, ruh û hêza ramanê ya jinan ku wan biçûk dikin û cihê dikin jî hene.Van êrişkaran, êrişkariya ku ji kujerê kastîk ya ku ji bav û kalên xwe dewr girtine, bi navê avakirina hegemonya û serdestiyê sîstematîze kirine. Heke mêr bixwaze azad bibe, divê cudahiya herî mezin li dijî vê kujerê kastîk, li ser bingeha parastina nirxên komunal ên mirovahiyê nîşan bide. Bi têkoşîna li dijî diyardeya mêrtiyê ya ku jinê bi fîzîkî an jî bi gotinan dikuje, divê di avakirina civaka demokratîk de bi jinê re hevaltî bike û di avakirina komunalîteyê de cih bigire. Divê ji lêgerînên jiyana sexte yên ku jinê dikişînin nav sêgoşeya 'hezkirin, evîn, zewac' dûr bikeve. Divê bizanibe ku ev pergala tora sêalî ya ku kolebûn û girêdayîbûnê diafirîne, veguheriye xelekên qeyd û bendan ku mêr jî kole dike û wî jî girêdide.
Rêbertiya me, ji ber ku bawer dikir ku komun wê civak û jinê bide jiyandin û azad bike, tekez kir ku komun çavkaniya enerjî û jiyanê ye. Li ser vê bingehê ev banga dîrokî li me kir; ‘Her komunîstê ku di hişmendiya jiyîna vê serdem û vê cografyayê de ye, divê hilgirtina vê berpirsiyariyê wekî hişmendiya hebûnê bigire dest. Jiyîna ruhê komunalîteyê, tê wateya avakirina pêşerojê di xwe de; tê wateya girêdayîbûna bi ax, gel, dîrok û çanda xwe ve.
Em wekî jin, ji Ewropayê deng didin vê bangê û em beyan dikin ku em ê di avakirina civaka demokratîk de bi gelê xwe, dostên xwe û hemû jinên xwe re, bi avakirina pêşeroja xwe di xwe de; li ser axa xwe, di malbatên xwe de, li tax û kolanên ku em lê dijîn, bi cîran û xwişkên xwe re hûnandina vê jiyanê mîsoger bikin. Bi 'Jin, Jiyan, Azadî' re dema avakirina civaka komunal, pêşxistina yekîtiya demokratîk a jinên Kurd e. Bi 'Jin, Jiyan, Azadî' re dema avakirina civaka komunal, bi hemû jinan re di demên enternasyonal ên komunal de hevpar kirin û mezin kirina têkoşînê ye."