Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji ber wefata Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê weşand û got, “Em soz didin ku em ê dilsozê mîrateya Dayika Zeynep bimînin.”

TJA'yê, ji ber wefata dayika yek ji damezirînerên PKK'ê û sembola têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê weşand.

Peyama TJA’yê bi vî rengî ye: "Zeynep Cansiz, dayika Sakîne Cansiz, pêşenga têkoşîna me ya azadiya jinan û lêgerînera rastî û aştiyê, koça dawî kir. Aqilmendiya wê ya kûr dê her tim di meşa jinan a ji bo azadiyê de bijî. Em soz didin ku em ê dilsozê mîrateya Dayika Zeynep bimînin û em Sersaxiyê ji gelê me re dixwazin."