JIN
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû anî ziman ku li ser bingeha nêzîkatiyên Rêber Apo ew hewl didin pêvajoya Aştî û Civaka Demomkratîk bi pêş ve bibin û got, "Şer niha sekinî ye, lê belê em hêzeke polîtîk a têkoşer in. Têkoşîna me dewam dike."
KJK'ê got, "Wezîfeya me ye ku statuya Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin. Em li dora Rêber Apo bicivin, li dora statu û azadiya wî hêza xwe ya têkoşînê bikin yek û bi ser bikevin."
TAJÊ di kongreya xwe ya 3’yemîn de veguherîna xwe ji bo sîstema komînal ragihand. Jinên beşdarî kongreyê bûn diyar kirin ku komînên bihêz wê rê li ber fermanên nû bigirin û jin wê ji nû ve vegerin ser cewhera xwe.
Jinan bi daxuyaniyekê gotin, "Em ji bo aştiyê israr dikin" û perwerdeya bi zimanê dayikê, rakirina qeyûman û muzakereya bi mercên wekhev ên bi Rêber Apo re xwestin.
Di encamnameya kongreya TAJÊ de hate ragihandin ku wan pêwîtî pê dît ku demokrasiyeke radîkal û rasterast a jinan ava bikin û hate destnîşankirin ku navê vê demokrasiyê jî komîn e.
Hemû Nûçe
-
Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket
Hejmara nû ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta “Çareserî di rol û statuya Rêber Apo de ye” derket. Di vê hejmarê de 4’ê Nîsanê, civaka demokratîk, berxwedana jinê, şer, koçberî, ekolojî û pirsgirêkên civakî yên li Ewropayê tên nirxandin.
-
Heyeta YPJ'ê li Şamê ye
Heyeta Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji bo hevdîtinê bi wezîrê parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtinê bike çû Şamê.
-
Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin
Jinên TJA’yî yên ku wê di çarçoveya xebatên 4’ê Nîsanê de di 1’ê Nîsanê de dest bi xebatan bikin, wê çalakiyên xwe di 19’ê Nîsanê de li Gemlîkê bi dawî bikin. Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam got: ‘’Ji bo qîrkirina aşitî û azadiyê em ê li qadan bin.’’
-
Jinên Êzidî: Me bi fikrê Rêber Apo xwe û axa xwe azad kir
Jinên Êzidî bi wesîleya 4’ê Nîsanê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û gotin: ‘’Rêber Apo hewl dide jin ji qirkirinê rizgar bike, jiyana wê aram bike û bigihîne azadiyê. Me bi fikrê Rêber Apo axa xwe azad kir, civaka xwe azad kir, xwe azad kir.’’
-
-
-
Jin wê di 4'ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin
Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) wê di 4'ê Nîsanê de bi dirûşma "Aştî bêyî me nabe" konferanseke aştiyê ya navneteweyî lidar bixin.
-
-
Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû
Rûniştina doza berdevka berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku nêzî 6 sal in girtî ye, carek din hat taloqkirin. Tevî ku dozger daxwaza berdana Ayşe Gokkan kiribû jî, dadgehê biryara dewama girtina wê da.
-
Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike
Bi wesîleya salvegera 50'emîn a Dadgeha Navneteweyî ya Têkildarî Sûcên li dijî Jinê, Trîbunal a Jinê li Belçîkayê tê lidarxistin. Trîbunala Jinê 2026 îro lil Brukselê destpê dike û wê heta roja Şemiyê li bajarê Anversê dewam bike.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn li bajarê Zurich ê Swîsreyê di çalakiya 8'ê Adarê ya YJK-S'ê de axivî û anî ziman ku bi êrişan hewl tê dayin ku jin bêne tirsandin lê belê ew ê dest ji têkoşînê bernedin.
-
‘Em bi rola xwe rabin’
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Qîmet Nerexî 8’ê Adarê li Rêber Apo û giştî jinên cîhanê pîroz kir û got: “Rola ku di civakê de dikeve li ser milê me ew e ku em pêvajoyê baş bixwînin û erkê xwe bi cih bînin.”
-
-