Lêpirsîna Gulistan Dokû: 15 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokû de li gelek bajaran serdegirtin hate kirin û 15 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokû de li gelek bajaran serdegirtin hate kirin û 15 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokû de li Xarpêt, Meletî, Enqere, Stenbol û Dersimê serdegirtin li malan hate kirin.
Di nav de 3 doktor, hemşîreyek, wezîfedarekî ragihandinê, 5 personelên daneyan, hevjîna Waliyê berê yê Tûnceliyê Tûncay Sonel Handan Sonel, xwediyê şîrketa ragihandinê ku tê gotin dest li telefona Gulistan Dokû werdaye, karsazek û 2 parêzvan bi giştî 15 kes hatin binçavkirin.