JIN
Hemû Nûçe
-
KJK: Wezîfeya me ya nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye!
Koordînasyona KJK’ê ji 20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan re peyam şand û got, “Wezîfeya me ya sereke û nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Encex em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.” -
20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan destpê kir
20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi şîara “Niha dema jinan e, jin jiyana azad dihûnin” destpê kir. -
Halîde Turkoglu: Her yek ji me dikare bibe îradeya çareseriyê
Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku divê desthilat ji bo pêvajoyê qanûnên pêwîst derxe û got em ê civaka demokratîk bi pêşengiya jinan ava bikin. -
19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn
Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn û biryar hate dayin ku girtî bimîne. -
'Ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were'
Serwîn Mihemed û Şadî Semed ên ji Başûrê Kurdistanê ragihandin ku ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û gotin, dewleta Tirk ji bo garantîkirina mafên gelê Kurd heta niha gavek neavêtiye. -
NY: Li Efganistanê 30 jin hatin binçavkirin
Rayedarên Talîbanê ragihandin ku li Heratê zêdeyî 19 jin bi hinceta ku li gorî "pîvanên hîcabê tevnegeriyan e" hatin binçavkirin. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) li Heratê herî kêm 30 jin hatin binçavkirin. -
Nesrîn Akgul: 'Krîza mêrtiyê' sedema zêdebûna kuştina jinan e
Nivîskar Nesrîn Akgul destnîşan kir ku 'krîza mêrtiyê' sedema zêdebûna kuştina jinan e. -
Li Brezîlyayê verastkirina gihîştina kurtajê ji bo zarokên mexdûrên destdirêjiyê hat betalkirin
Senatoya Brezîlyayê betalkirina biryara verastkirina gihîştina kurtajê ji bo zarokên keç ên di encama destdirêjiyê de ducanî bûne pejirand. Parêzvanên mafên mirovan hişyarî dan ku ev biryar wê parastina mexdûran lawaz bike. -
YJK-E'yê ji bo Festîvala Jinan a Zîlan banga tevlîbûnê kir
Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) ji bo Festîvala Çandê ya Jinan a Zîlan a 20'emîn bang li jinên Kurd, bi taybetî jî jinên ciwan, dayik û dostan ên li Elmanya, Hollanda û Belçîkayê kir ku tevlî bibin. -
Ji Dayikên Plaza de Mayo Lidia Almeida jiyana xwe ji dest da
Yek ji pêşengên Dayikên Plaza de Mayo Lidia Almeida nîv sedsal li kurê xwe yê ku di dema dîktatoriya leşkerî ya Arjantînê de bi zorê hat windakirin bê westan geriya, di 95 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Karwana Dayikan li Kasselê bi coş hat pêşwazîkirin
Karwana Dayikan ku di serî de Rojava ji bo “Cîhanekî bêyî şer” ber bi Berlînê ve diçin, gihîşt bajarê Kasel ê Elmanyayê. -
KCDK-E ji bo ‘Festîvala Jinan a Zîlan’ banga tevlîbûnê kir
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji bo 20’emîn Festîvala Jinan a Zîlan ku dê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Li Dêrikê konsera ji bo piştgiriya bi YPJ'ê re
Li Dêrikê bi beşdariya bi sedan kesî konserek hate lidarxistin û piştgirî ji Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re hate dayin. -
Bi karê xwe yê li ser Jineolojiyê hêjayî xelatê hate dîtin
Civaknas Laura Corradi bi lêkolîna xwe ya li ser jineolojiyê ya bi rexneya femînîst dinirxîne, di Konferansa Lêkolînên Jinan a Cîhanê ya 12'emîn de hêjayî xelata "Pêşkêşiya Serwer" hate dîtin. -
Jinên Mexmûrî: Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e
Jinên li wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji bo bicihanîna "Mafê Hêviyê" yê Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî bang kirin. Jinan gotin, "Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo neyê misogerkirin tiştek bi dest nakeve." -
Karwana Dayikan a ku ji Heilbronnê derket rê li Darmstadtê hat pêşwazîkirin
Karwana Dayikan a ku ji Heilbronnê derket rê li rawestgeha sêyemîn Darmstadtê bi mitîngekê hat pêşwazîkirin. Di mîtîngê de ji bo parastina destkeftiyên jinan li Rojava banga hevgirtina navneteweyî hat kirin. -
Karwana Dayikan gihîşt Bremenê: Bi Jin Jiyan Azadî re banga aştiyê kirin
Baskê bakur ê "Karwana Dayikan" di çarçoveya rêwîtiya xwe ya ji Hamburgê ber bi Berlînê ve gihîşt Bremenê. Jinan dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" berz kirin, li dijî şer û çekan daxwaza aştî û edaletê kirin. -
Jinan li Wanê li dijî tundî û qetilkirina jinan meşiyan
Komeleya Jinan a Starê li dijî tundî û qirkirina jinan meşiyan û banga dawîanîna polîtîkaya bûcezatiyê, lêpirsîna bi bandor û parastinê kir. -
Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat veşartin
Dayika Aştiyê Munîbe Koç a ku demek dirêj tedawiya pênçeşêrê didît û duh jiyana jiyana xwe ji dest da li Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê hat veşartin. -
Li Brezîlyayê Kongreya Jinan: Jin rêxistin û hevgirtina navneteweyî xurt dikin
3’yemîn Kongreya Neteweyî ya Jinan a Quilombola ya CONAQ ku li paytexta Brezîlyayê Brasília hate lidarxistin, bi sedan delege û nûnerên navneteweyî anî cem hev. -
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekî
Li navçeya Zeraret a Hewlêrê, jinek di nava wesayîtê de şewitî û jiyana xwe ji dest dan. Derbarê bûyera bi guman de lêpirsîn hat destpêkirin. -
Karwana Dayikan li ser rêya Berlînê ye: ‘Em cîhanek bê şer dixwazin’
Karawana Dayikan a ku ji Hamburg û Heilbronnê ya Elmanyayê bi rê ket, bi daxwazên aşitiyê, azadiya jinan û xwişk-biratiya gelan ber bi Berlînê ve diçe. -
Karwana Dayikan bi du baskan ve bi rê ketin
Karwana Dayikan a ji bo xurtkirina hevgirtina bi Rojava re û daxwaza jinan a aştiyê bidin xuyakirin ji Heilbronn û Hamburgê bi rê ketin. Dayik dê hefteyekê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyan li dar bixin. -
Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê
Mihrîcana Jinan a Zîlanê ya di sala 2004’an de li gel dirûşmeya ‘’Jin Sînoran Derbas Dikin’’ dest pê kir, îro veguheriye qadeke hevgirtineke navneteweyî ku bi hezaran jin berê xwe didinê. Mihrîcan wê li bajarê Dortmundê were lidarxistin. -
Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin
Jinên ku ji bo Hamîde Çîftçî a ku hate qetilkirin meşiyan, li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê