JIN
Hemû Nûçe
-
Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu diyar kir ku dê têkoşîn û xeta serdema nû bi awayekî herî xurt bihûnin û dest bi amedekariyên Konferansa Navendî ya Jinan kirine. -
‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’
Jinan di panela li Tirbespiyê hate lidarxistin de diyar kir ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk were avakirin, divê beşdariya jinan di hemû qadan de çalak be û mafên wan di destûrê de mîsoger bibin. -
KJK'ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest
KJK'ê ji ber koça dawî ya dayika têkoşerên azadiyê Selvî Tepe sersaxî xwest û got, "Em ê xeyalên te teqez bi azadî û wekheviyê tacîdar bikin." -
Hollanda tundiya psîkolojîk û kontrola bi zorê wê weke sûc bibîne
Hikumeta Hollandayê ji bo pêşîgirtina li kuştina jinan û xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya zayendîperestiyê, pêşnûme qanûnek pêşkêş kir ku tundiya psîkolojîk û helwestên kontrola bi zorê sûc dibîne. -
Li Sêwregê meşa li dijî êrîşa zayendî ya li ser jinan: Bersûc bên darizandin
Li navçeya Sêwregê ya Rihayê, bi sedan jin li dijî destdirêjiyê hatin cem hev û meşiyan. Jinan di çalakiyê de peyam dan û gotin: “Têkoşîna me dê heta jin azad bibin û kiryar cezayê ku heq dikin bigirin berdewam bike.” -
Li Îranê di 6 mehan de 9 jin hatin darvekirin, bi dehan jin jî hatin qetilkirin
Parêzvanên mafên mirovan ragihandin ku li Îranê di 6 mehên destpêkê yên sala 2026’an de herî kêm 9 jin hatin darvekirin û 45 jin hatin qetilkirin. -
Jin wê ji bo aştiyê li ber Meclîsê li hev bicivin
Înîsiyatîfa "Pêwîstiya min bi aştiyê heye" di salvegera mersîma şewitandina çekan de wê paketeke ji daxwazên xwe yên lezgîn a ji 5 xalan pêşkêşî meclîsê bike. -
JINNEWS: Di Hezîranê de 29 jin hatin qetilkirin
JINNEWS’ê diyar kir ku di meha Hezîranê de 29 jin hatine qetilkirin, 14 jin û 2 zarok bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. -
Di sempozyuma Silêmaniyê de nûnertiya jinan a di pêvajoya entegrasyonê de hate nîqaşkirin
Di sempozyuma ‘Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan’ a li Silêmaniyê de nûnertiya jinan a di pêvajoya entegrasyonê ya li Rojava de, statuya Kurdan, perwerdehiya bi zimanê dayikê û rewşa Kurdên li dîasporayê hat nîqaşkirin. -
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê got, “Ti civîna ewlehiyê nakeve pêşiya daxwaza gelan û jinan a ji bo jiyana azad, wekhev, aştî û hevpar. Divê jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê bên parastin, ne ewlehiya civîna bilind a NATO'yê.” -
Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs
Mary Acemî yek ji girîngtirîn pêşengên rojnamegeriya jinan li Sûriyeyê tê dîtin. Di sala 1910'an de wê kovara yekem a jinan a Sûrî-Ereb, Al-Arûs, ava kir. Di vê kovarê de li ser perwerdehî, mafên jinan, tenduristî, çand û reformên civakî gotar weşandin. -
Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike
Rejîma Îranê hîna jî zextên xwe yên li ser jinên çalakvan û beşdarvanên xwepêşandanan berdewam dike. Hat ragihandin ku rejîmê cezayên girtîgeh, jora takekesî û qedexeya derketina dervey welat li hin jinên girtî birî. -
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Herêma Kurdistanê meha borî jinek hate qetilkirin û jinan bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya
Halîde Turkoglu ku li Wanê li ser navê jinên DEM Partiyê bi jinên astengdar re civiya got: “Her pirsgirêka ku jinên astengdar dijîn, pirsgirêkeke li ser awayê birêvebirina vê welatî ye." -
Rapora meha Hezîranê ya MKG'ê
Di rapora meha Hezîranê ya MKG'ê de hate ragihandin ku 2 rojnamevan hatin girtin, 4 rojnamevan hatin binçavkirin. -
Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike
Laura Corradi anî ziman ku paradîgmaya Rêber Apo tevkariyên girîng li demokrasiya rasterast û epistemolojiya femînîst dike û got, bi taybetî jineolojî alternatîfeke xurt li hemberî feraseta agahiyê ya serwer pêşkêş dike. -
Ayşe Gokkan: Piştevanî hêza me ya herî mezin e
Berdevka berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan a ku 19 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hatiye birîn, peyamek şand û got, “Bi hêviya ku ji aliyê piştevaniyê ve hatî mezinkirin, em ê her tim piştevanî bidin kesên ku têkoşîna maf û azadiyê dimeşînin.” -
Xemla deşt û çiyê: Zozan
Dema ku em jî weke yekîneyekê dixwazin wesifkirina keça lêheng a ji herêma Efrînê, Zozanê bikin, ji nav dîtin û bihîstinên bedewiya sirûştî ya herêma Efrînê nikarin dûr bikevin. Lewra mirov di jiyan, xislet û têkoşîna Zozanê de bedewiya Efrînê didît. -
Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir
Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşa li hemberî Kurdan a li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku nerazîbûn nîşanî van êrîşan bidin. -
YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e
YJK-E’yê qetlîama li Hambûrgê şermezar kir û got, “Ev asta ku tundiya nava malbatê û tundiya mêr gihiştiyê, tenê trajediyeke şexsî nîne, di heman demê de pirsgirêkek civakî ye ku civak divê bi berpirsyarî têbikoşe.” -
Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket
Newaya Jin di hejmara xwe ya Tîrmehê de ji berxwedana 14’ê Tîrmehê heta avakirina civaka demokratîk, ji rola pêşengtiyê ya jinan heta xweparastinê, ji geşedanên li Rojhilata Navîn heta krîza avhewayê gelek sernav nirxandin. -
Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava
Rita anî ziman ku piştî kurê wê tevlî nava refên enternasyonalîst bû, Şoreşa Rojava û felsefeya Rêber Apo nas kir û got, "Ev rêwîtî hêzê dide min. Dixwazim bibim qasida jiyaneke hevpar a gelan." -
KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e
KJAR'ê Zîlan (Zeynep Kinaci) û Zîlan Pepûle bi rêzdarî bi bîr anî û got, rêxistinbûna jinan di vê qonaxa dîrokî de xwedî girîngiyeke taybet e. -
Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe
Johanna Kiso got, dema ku weke dayik ew li hev kom bibin, vediguherin hêzeke welê ku têk naçe. -
Di lêpirsîna Gulistan Doku de giliyê 108 wezîfedarên emniyetê hat kirin
Di lêpirsîna Gulistan Doku de, li dijî 108 wezîfedarên emniyetê ya ku di veşartina delîlan de hevkariya Tuncay Sonel kirine, li dozgeriyê gilî hat kirin.