JIN
Hemû Nûçe
-
TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn
Aktîvîsta TJA'yê Gulşen Demîr li ser Meşa Gemlîkê axivî û got, "Divê pêşî li hevdîtina bi jinan û gel re bê vekirin. Eger bi Îmraliyê re hevdîtin bê kirin wê pêvajo bi lez bi pêş ve biçe." -
‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’
Komîsyonên Edalet ji bo Rojîn Kabaîş diyar kir ku divê gefên li malbata Rojîn Kabaîş tên xwarin bi dawî bibin û banga têkoşîna edaletê li hemû jinan kir. -
Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji ber wefata Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê weşand û got, “Em soz didin ku em ê dilsozê mîrateya Dayika Zeynep bimînin.” -
TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) diyar kir ku ew ji ber wefata dayika Sakîne Cansiz, Zeynep Cansiz xemgîn bûne. -
Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî bîlançoya Saziya Bijîşkiya Dadî (SBD) ya Îranê, di şerê 40 rojî yê di navbera Îran û DYA-Îsraîlê de, li Îranê zêdetirî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane ku 496 ji wan jin in. -
Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e
Aqûbeta sê jinên ku li Urmiye, Meşhed û Şîrazê ji aliyê Îranê ve hatine binçavkirin, nayê zanîn. -
Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê di salvegera 16'emîn a mirina Evrîm Alataş de ew bi bîr anî û ragihand ku têkoşîna wê hîn jî rê nîşanî wan dide. -
Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin
Di bîranîna ku ji bo Seroka Rêxistina Azadiya Jinên Iraqê (OWFI) Yenar Mihemed li paytexta Swîsre Bernê hat lidarxistin de, hat destnîşankirin ku dê têkoşîna jinan bê geşkirin. -
Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin
Li Enqereyê jinek û keça wê hatin kuştin, keçek jî birîndar bû. Li Stenbolê jî jinek ji aliyê kurê xwe ve hate kuştin. -
KJAR'ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir
KJAR'ê işaret bi rewşa girtiyên siyasî yên jin ên li Îranê kir û ji bo rawestandina darvekirinan bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez bikeve nava liv û tevgerê. -
Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Adarê ya JINNEWS’ê, li Tirkiyeyê di meha Adarê de herî kêm 29 jin û 2 zarok di encama tundiyê de hatine qetilkirin. Di heman demê de 20 jin û 2 zarokên din jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. -
YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe yên şehîd, ragihand. -
Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa "Aştî Bê Me Nabe" hate eşkere kirin
Konferansa bi sernavê “Aştî Bê Me Nabe, Di Pêvajoyên Aştiyê de Rola Jinê û Ezmûnên Cîhanê” ku di 4’ê Avrêla 2026’an de li Swîsreyê bi pêşengiya YJK-S û TJA’yê hatibû lidarxistin, daxuyaniya xwe ya encamnameyê eşkere kir. -
MKG’ê rapora meha Adarê weşand
MKG’ê rapora binpêkirina maf a meha Adarê weşand û da zanîn ku binçavkirin, gef, lêpirsîn, doz, astengiyên li qadê û sansûra li ser platformên dijîtalê berdewam dikin û got 5 rojnamevan girtî ne. -
Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin
4’ê Nîsanê li gundê Elpelûr ê Kobanê ku Rêber Apo demek lê mabû, hat pîrozkirin. -
Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi şîara ‘’Bêyî Me Aşitî Nabe’’ konferanseke jinan a navneteweyî li dar xist û bi daxuyaniyekê pêngaveke nû da destpêkirin. -
Li Îranê 4 jin hatin binçavkirin
Îran a ku zextên xwe yên li ser jinan didomîne, 4 jin binçav kirin. -
Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!
Li Zurîhê Konferansa “Aştî, Bêyî Me Nabe” hat lidar xistin. Jinên ku ji welatên cuda beşdarî konferansê bûn, behsa rol û tecrûbeyên jinan di pêvajoya aştiyê de kirin. -
PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome
Koordînasyona PAJK’ê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, “Jinên ku bi Rêber Apo re azadî û jiyanê nas kirine, wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.” -
Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin
Li gorî bîlançoya mehane ya Rojnewsê di du mehên borî de li Başûrê Kurdistanê 6 jin hatine qetilkirin û 6 jin jî bi şêweyekî guman jiyana xwe ji dest dane. -
YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin
YPJ'ê bi wesîleya salvegera 14'emîn a damezrandina xwe daxuyaniyek da û destnîşan kir ku YPJ ji bo jinan hemûyan bû modela herî xurt a xweparastinê. -
Daxuyaniya YPJ'ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê têkildarî hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra re daxuyanî da. -
KJK: Di 4'ê Nîsanê de em qada dagirin
KJK: Em dibêjin, 'Niha dema jinê ye, niha dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye'. Bi vî ruhî em di 4'ê Nîsanê de qadan dagirin û dirûşmên 'Bê Serok jiyan nabe' biqîrin. -
Şervaneke YPJ’ê şehîd bû
Fermandariya YPJ’ê ragihand ku şervana wan Dilvîn Hiso 19’ê Çileyê li Dêrazorê şehîd bû. -
Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye
Kampanyaya ‘Hevpeymaniya ji bo Azadiya Nêrgiz Mihemedî’ ragihand ku Nêrgiz Mihemedî 24’ê Adarê li girtîgeha Zencanê ya Îranê krîza dil derbas kiriye û jiyana wê ketiye metirsiyê.