NÛ BÛ

Konferansa Têkiliyên Derve ya Jinên Kurd a Ewropayê hate lidarxistin

Konferansa Têkiliyên Derve ya Jinên Kurd a Ewropayê bi beşdariya gelek jin ji welatên cuda yên Ewropayê hat lidarxistin. Di konferansê de jinan li ser pêvajoya aştî, dîplomasiya jinan, xebatên enformasyonê û hevgirtina navneteweyî nîqaş meşandin.

Konferansa Têkiliyên Derve ya Jinên Kurd a Ewropayê di  navbera 23-24’ê Gulanê de li bajarê Koln a Elmanyayê bi dirûşmeya “jin di avakirinê de, jiyan di aştiyê de û azadî di kolektîfbûnê de“hat lidarxistin. Ji gelek welatên Ewropayê jin beşdarî konferansê bûn.

Konferans ji bo amadekariya qonaxa nû ya ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir, hate lidarxistin.

Beşdaran xebatên xwe nirxandin û li ser pêvajoya ji nû ve avakirinê nîqaş kirin. Xebatên têkiliyên derve di şeş komên cuda de hatin nîqaş kirin û biryarên nû hatin girtin.

Di roja yekem a konferansê de, li ser dîplomasiya jinên Kurd sînevizyonek hat pêşkêşkirin. Di rûniştinan de rewşa jinan li çaraliyê cîhanê, polîtîkayên şer û têkoşîna kolektîf a jinan hatin nirxandin. Girîngiya Jîneolojiyê û konfederalîzma jinan a cîhanî hate destnîşankirin.

Pêdiviya xurtkirina xebata jinan di warê dîplomasiyê de hat destgirtin. Girîngiya hevgirtina siyasî û dîplomatîk a navneteweyî ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate nirxandin.

Komên xebatê li ser stratejiyên têkiliyên derve, xurtkirina torên heyî û avakirina têkiliyên nû hatin nîqaşkirin.

Yek ji mijarên girîng ên nîqaşê xebatên enformasyonê, proje û rêbazên perwerdeyê bû.

Konferans piştî parvekirina encamên koma xebatê û pejirandina biryarên ji bo dema nû bi dawî bû.