Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

Li 3 aktîvîstên jin ên li Îranê bi hinceta ku tevlî xwepêşandanên şermezarkirinê bûne 18 sal cezayê girtîgehê hate birîn.

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî ragihand ku ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve ji ber tevlî xwepêşandanên dawî yên li Îranê bûne, cezayê girtîgehê li du xwişkên bi navê Tara Dawudî û Kîmya Dawudî hate birîn.

Hate diyarkirin ku li Kîmya Dawudî 10 sal û li Tara Dawudî jî 6 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn û her du xwişk li beşa jinan a Girtîgeha Evîn de tên ragirtin.

Hate ragihandin ku her du xwişk di dawiya meha Çile ya 2026’an de ji aliyê hêzên Supayê Pasdaran ve hatine binçavkirin û êşkencekirin.

Her wiha di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku ji aliyê Şaxa 21’an a Dadgeha Tehranê ve bi tometa ‘kombûn û têkdana ewlehiya nîştimanî’ cezayê du sal girtîgehê li çalakvana sivîl Sîma Mezleqanî hat birîn.