JIN
Hemû Nûçe
-
Jinan bi keziyên xwe piştgirî dan berxwedanê
Jinan li ser medyaya dijîtal bi honandina keziyên xwe diyar kirin ku ew li hemberî sûcên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li dijî şervanên jin piştevaniyê didin şervanan. -
Li Stenbolê jin ji bo Rojava li ser piyan e
Înîsiyatîfa Jinan a Hewcehiya Min Bi Aşitiyê Heye, êrîşên li ser Rojava yên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’yî yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk piştgiriyê dideyê li pêşiya Konsulxaneya Sûriyeyê ya li Stenbolê protesto kirin. -
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê partiyên siyasî pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re bikin
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li dijî êrişên li ser Rojava banga yekîtiya neteweyî kir û destnîşan kir ku jin wê ti carî serî li ber çeteyan netewînin. -
Jinên Êzidî ji Şengalê bang kirin: Serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin
Jinên Êzidî komkujiyên ku çeteyên hikumeta veguhêz a Şamê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirine bi bîr xistin û bang li her kesî kirin ku serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin. -
Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku ew ê li hember sûcên li dijî gel û jinên Kurd ên li Helebê hatine pêkanîn bêdeng nemînin û destnîşan kir ku ew ê hevgirtina xwe ya bi şoreşa Rojava re xurtir bikin. -
Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan
Jinên ku li navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperînê li hev civiyan, heqaretên li ser şervanên jin û şehîdan şermezar kirin û destnîşankirin ku ev kiryar xizmetê ji siyaseta dagirkeriyê re dike. -
Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di civîna destpêkê ya Meclîsa Jinê ya salê de diyar kir ku çeteyên êrişî Helebê kirine divê hesab bidin û got, "Xwedîderketina li Rojava wezîfeya mirovî ya her kesî ye." -
Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine
Meclîsa Îştar got, "Em mejiyê ku jinê weke 'alaveke malê' dibîne, şermezar dikin û diyar dikin ku jin şoreş e, jiyan e, azadî ye." -
Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin
Jinên ji Amedê diyar kirin ku li Rojava, Îran û Helebê êriş li jin û zarokan têne kirin û ev yek sûcê şer e. Jinan bang kirin ku dawî li bêdengiya raya giştî ya neteweyî û navneteweyî bê anîn. -
Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin
Rêxistinên jinan û Tora 8'ê Adarê giliyê wî meleyî kirin ku bêhurmetî li şervanên jin kiribû û destnîşan kirin ku wê nehêlin bêhurmetî li wan mirovan bê kirin ku ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda dikin. -
Dayikên Aştiyê yên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin gihîştin Rihayê
Dayikên Aştiyê yên ku li dijî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribûn, gihîştin Rihayê. Dayikên Aştiyê li bajêr bi dirûşm û tîlîliyan hatin pêşvazîkirin. -
'Divê jin barê aştiyê hilgirin û edaletê kontrol bikin'
Hevseroka Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MIA-FED) Perva Înal diyar kir ku di pêvajoyên aştiyê de aqlê jinê nebe nabe, işaret bi têgeha 'ferasetê' ya jinê kir û got, "Divê jin aştiyê hilgirin, edaletê kontrol bikin û hişê civakî biparêzin." -
Koordînasyona Jinê: Divê hesabê sûcên hatine kirin bê pirsîn
Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku li Helebê bi plana dewleta Tirk û hêzên navneteweyî komkujiyek hate kirin û xwest, hesab ji sûcên hatiye kirin bê pirsîn. -
Êşkence û teşhîrkirina laşê jinên berxwedêr sûcên şer in!
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê got, “Êşkence û teşhîrkirina laşê jinên berxwedêr ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, sûcên şer in” û diyar kir ku ew ê rê nedin êrîşên tekparêz, zayendparêz û dijminê jinan. -
Zêdebûna mirina bi guman a jinan: Polîtîkaya bêcezahiştinê hêzê dide kujeran
Alîkara Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk bal kişand ser zêdebûna mirina bi guman a jinan û anî zmian ku polîtîkayên bêcezahiştinê û lêpirsînên nayên kirin sedema bingehîn a vê rewşê ye. -
YPJ: Hêzên Parastina Jinan wê tu caran gav paşde neavêje
YPJ’ê, pêkanîna çeteyên hikûmeta demekî ya Suriyeyê ku li hemberî cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûdê şermezar kir û got; “Hêzên parastina jin, tu caran li beramberî vê hişmendiyê gav paşve neavêje; em parasvanên hemû jinên Suriye û cîhanê ne.” -
YPJ: Hingî ku fedayiyên vî gelî hebin, serketin timî ya gelê me ye
YPJ’ê fedayiyên Taxa Şêxmeqsûd Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar bi bîr anî û got, “Hingî ku fedayiyên vî gelî hebin, serketin teqez a gelê me yê bi rûmet e.” -
Jinên Abya Yala ji bo Rojava û Rojhilat banga piştgiriyê kirin
Tora Jinên Pêşerojê Dihûnîn careke din li hemberî hovîtiya şerê faşîzma dewlet û terorê, “berxwedana jin û gelên Kurdistanê ji tevahiya cîhanê re wek nimûneyeke rûmetê” nîşan da û silav kir û banga parastina Rojava û Rojhilatê kir. -
Li Wargeha Mexmûrê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo hersê jinên pêşeng yên Tevgera Azadiya Kurdistanê Sakîn Cansiz, Leyla Şeylemez û Fîdan Dogan ku di Komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin, meş hate lidarxistin. -
Leyla Şaylemez a li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn
Leyla Şaylemez a ku di 9’ê Çileya 2013’an de tevî Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Mersînê hate bibîranîn. -
Jinên ji Başûrê Kurdistanê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn
Jinên ji Başûrê Kurdistanê Komkujiya Parîsê şermezar kirin û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn. -
Di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin kuştin û 297 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora xwe ya sala 2025’an weşand. Li gorî raporê di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin kuştin û 297 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand
Gerîlayên YJA Starê Gelawêj Teyrê Baz û Delîla Çinar cangoriyên Komkujiya Parîsê şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn û gotin, "Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand. Mîrateya wê ya berxwedanê wê ji bo me bibe pîvana jiyanê." -
Rêxistinên jinan ên li Herêma Kurdistanê: Îradeya gel ji her cûre zextan xurtir e
Yekîtiya Jinan a Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Jinên Kurd bal kişandin ser rola jinan a di çalakiyên şermezarkirinê yên li Îranê de û diyar kirin ku li gel bikaranîna hêzê jî berxwedana gel dewam dike. -
Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Rêxistina Jinên Kurd ên li Rûsyayê têkildarî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û berxwedana li Îranê daxuyaniyek da û got: ‘’Em piştgiriyê didin gelê xwe yê bi vîna xwe jiyaneke azad û demokratîk ava dikin.’’