JIN
Hemû Nûçe
-
KJK: Ji bo Rojava û gelên Îranê dakevin qadan!
KJK'ê têkildarî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û berxwedana li Îranê daxuyanî da û ji bo gelê Rojava yê 15 sal in li ber xwe dide û gelên Îranê yê li dijî rejîma dîktator li ber xwe dide, banga piştevaniyê kir. -
‘Em ê li hemberî êrîşên li ser jin û gel ên li Helebê bêdeng nemînin!’
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd dan û banga rawestandina êrîşên li ser jin, zarok û sivîlan kir. -
Girtiyên siyasî yên jin dest bi greva birçîbûnê dikin
Girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgehên Îranê ji bo piştgiriya bi greva giştî ya li Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê dikin. -
Werîşe Mûradî: Tu hêz nikarevê pêvajoya dîrokî rawestîne
Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ya a li Girtîgeha Evînê tê girtin, bi peyamek piştgirî da xwepêşandanên li Îranê û got, “Ev rê berdewamiya şikestina dîrokî ya "Jin, Jiyan, Azadî" ye." -
Ji rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê danezana hevpar
Rêxistinên civakî yên jinan, mudaxeleyên li dijî protestoyên ku wan weke dewama serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dibînin, şermezar kirin. -
YJK-E'yê ji bo meşa Parîsê banga tevlîbûnê kir
YJK-E'yê bi bîr xist ku li gel salên di ser komkujiyên Parîsê re derbas bûne kiryar hîn nehatine ronîkirin û ji bo meşa navendî ya 10'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir. -
TJA'yê ji bo jinên li Îran û Rojhilat banga berxwedanê kir
TJA'yê bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî tundiya li jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tê kirin bêdeng nemîne. -
Tevgerên jin ên Kurd piştgirî dan gelên Îranê
5 tevgerên jin ên Kurd êrişên hêzên desthilatdariya Îranê yên li dijî xwepêşandêrên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek dan û piştgirî dan xwepêşandanan. -
Hêzên Îranê 7 jinên xwepêşander revandin, aqûbeta wan nayê zanîn
Rêxistina Mafên Mirovan ya Kurdistanê û Îranê ragihand ku 7 jin ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine revandin û aqûbeta wan nayê zanîn. -
Li Hewlêrê jinek bi gumanbarî mir
Li bajarokê Quştepe yê Hewlêrê jinekê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. -
JINNEWS: Mehekê herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin
Li gorî daneyên JINNEWS'ê yên têkildarî tundiya mêr, meha Kanûnê herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 13 jin û 2 zarok jî bi gumanbarî mirin. -
Di windakirina Gulistan Doku de bi organîzeyî tevgeriyane
Bavê Gulistan Doku Halît Doku kurê waliyê wê demê û Zaynal Abarakov wekî berpirsiyarê windabûna keça xwe nîşan da. Xwişka wê Aynûr Doku got, "Ev ji destpêkê ve veşartina cînayeta oerganîzekirî ye." -
Îran xwepêşanderên jin hedef digire: 8 jinên din hatin binçavkirin
Pêla binçavkirinê ya li dijî jinên Kurd û Îranî ya ji aliyê rejîma Îranê ve berdewame û di vê çarçoveyê de 7 jinên tevlî xwepêşandanan bûne hatin binçavkirin û jinek jî bi birîndarî revandine. -
3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê hatin bibîranîn
Endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir di salvegera 10’an a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn. -
Jinek li Kerkûkê hate kuştin
Li Kerkûkê cenazeyê jinekê li bendavekê hate dîtin. -
Kongra Star ji bo jinên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê banga piştgiriyê kir
Kongra Star piştgirî da jinên li Îranê û Rojhilatêw Kurdistanê û diyar kir ku dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bangek li dijî zilmê ye. -
Li Îranê xwepêşandan belav dibin: Rejîm jinan hedef digire
Di xwepêşandanên li seranserê Îranê yên li dijî krîza aborî de, zextên hêzên ewlekariyê ya li ser jinan bal dikişîne. Di du rojên dawî de herî kêm 40 jin hatin binçavkirin û jinek jî hat qetilkirin. -
TJA'yê ji bo mîtînga jinan a li Enqereyê banga tevlîbûnê kir
TJA'yê ji bo mîtînga 10'ê Çileyê ya li Enqereyê banga tevlîbûnê kir ku wê bi armanca azadî, edalet û wekheviyê bê lidarxistin. -
DBP'ê 3 siyasetmedarên beriya 10 salan li Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
Meclîsa Jinan a DBP'ê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar bi bîr anî ku beriya 10 salan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. -
KJAR: Çareseriya pirsgirêkên li Îranê zanebûna demokratîk e
KJAR’ê diyar kir ku Îranê hemû çavkaniyên aboriyê xistiye di xizmeta leşkerî de, xelk birsî hiştiye û destnîşan kir ku yekane çareseriya pirsgirêkan zanebûna demokratîk e. -
'Divê edaleta rasteqîn pêk were, ne edaleta mêr'
Jinan nerazîbûn nîşan dan ku hefteya dawî piştî Paketa Dadgeriyê ya 11'emîn du jin ji aliyê mêr ên hatin berdan ve hatin kuştin û gotin "Em edaleta rasteqîn dixwazin, ne edaleta mêr." Jinan xwestin, guhertin bê sererastkirin. -
Jinên Kurdistanî li gel rojeva jinûveavakirinê dikevin sala 2026’an
Çîmen Fîdan diyar kir ku TJA’yê di sala 2025’an de ji daxwazên aşitiyê re pêşentgî kiriye û got: ‘’Yekîtiya jinan û birêxistinbûna wan, xebatên jinûveavakirinê û komunan di sala 2026’an de rojevên me yên sereke ne.’’ -
Li Sûriyeya 2025'an a ji rêveberiya HTŞ'ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû
Piştî ku HTŞ di 8'ê Kanûna 2024'an de bi serkêşiya Colanî li Sûriyeyê bû desthilatdar, 29 jê zarok 650 jin ji ber bermahiyên şer, êrişên çekdarî, êrişên mezhebî, tundiya li nava malbatê û tundiya civakî jiyana xwe ji dest dan. -
Çalakvana femînîst Eralp: Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye!
Çalakvana femînîst Ferîde Eralp diyar kir ku têkoşîna jinan di sala 2025’an de bi gelek êrîşan re rû bi rû ma û got, "Têkoşîna me dê di sala 2026’an de jî bi vê perspektîfê berdewam bike. Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye." -
Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250'emîn
Rojnameya Newaya Jin gotina "Têkoşîna me dijwar e, balkêş e û yekkirî ye" ya Sakîne Cansiz kir manşeta hejmara xwe ya taybet a 250'emîn û komkujiyên Parîs û Silopiyayê, têkoşîna jinê, pêvajoyên hiqûqî û hişê berxwedanê bi dosyayên berfireh nirxand.