Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin
Li Berlînê, hunermend û aktîvîstên jin ên Kurd bi armanca balê bikişînin ser metirsiyên li ser Rojava û Rojhilat, îsal di sêyemîn Rojên Çanda Jinên Kurd de tên cem hev.
Li Berlînê, hunermend û aktîvîstên jin ên Kurd bi armanca balê bikişînin ser metirsiyên li ser Rojava û Rojhilat, îsal di sêyemîn Rojên Çanda Jinên Kurd de tên cem hev.
Çalakiyên ku di navbera 27ê Sibatê û 8ê Adarê de bên lidarxistin, bi dirûşma "Parastina Şoreşa Jinê" tên birêvebirin. Program ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest-Dan e.V., Hunera Mizgîn, Jinên Koma Feraşîn û Delîl Çiyager, Jinên Ciwan ên Berlînê, KJAR û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (Cênî e.V.) ve tê organîzekirin. Di nav bernameyê de ji pêşangehan heta atolyeyan, ji nîşandana fîlman heta panelan, ji govendê heta muzîka gelêrî gelek çalakiyên dewlemend hene.
ROLA JINÊ DI BÎRA ÇANDÎ DE
Yek ji xalên sereke yên çalakiyê, rola diyarker a jinan a di dîroka Kurd de ji bo parastina huner û çandê ye. Komîteya amadekar diyar dike ku çanda Kurd bi salan e rû bi rûyê polîtîkayên asîmîlasyonê ye û parastina huner û çandê tê wateya têkoşîneke birêxistinkirî. Jinên ciwan ên Kurd ên li diyasporayê dijîn jî destnîşan dikin ku têkoşîna çandî ne tenê bi Kurdistanê sînordar e û parastina nasnameyê bi rêya huner û çandê pêkan e.
DİYARÎ ROJAVA Û ROJHILAT HATE KIRIN
Rojên Çandê armanc dike ku balê bikişîne ser geşedanên li Rojava, Rojhilat û beşên din ên Kurdistanê. Organîzatoran diyar kir ku wan ev çalakî diyarî berxwedana van herêman kirine.
Program dê bi pêşangeheke hunerî dest pê bike û bi şeva fîlman, nîqaş, govend û muzîka kevneşopî ya wekî Dengbêjî û Siyaçemane Hewraman berdewam bike. Çalakî dê di 8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, bi meşeke mezin bi dawî bibe.
Agahiyên Programê:
Hunermendên beşdar: Aylam Abdo, Lava Bayat, Leyla Toprak, Lêlav Omar, Mahin Khodayari, Norhin Al-Hussein, Sholeh Rahmani, Susan Azizi, Vian K. Hussein, Widad Nabi, Hêlan Jawish, Felicitas Arnold (Bablîsk).