JIN
Hemû Nûçe
-
Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin
Komun û meclisên jinan ên ji Stuttgart, Freiburg, Munchen û Heilbronnê hatin li eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê kom bûn û ji 28 heta 30’ê Mijdarê kampa sê rojan li dar xistin. -
Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê
Endama Akademiya Jineolojiyê Hela Romniyan got, semînera "Bi nêrîna Jineolojiyê pirsgirêkên jinên Suryan" tenê çalakiyeke çandî nîne, di heman demê de peyameke îdeolojîk e ku xwedî nêrîna jinê ya ji bo parastina nasnameya Suryan e. -
Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin
Hejmara vê mehê ya rojnameya Newaya Jin têkoşîna azadiyê, veguherîna civakî û bandora berxwedana jinê ya li erdnîgariyên cuda vegot. -
Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê
Ev bêhna azadiyê, bihara ramanên Rêbertiyê digihêje baxçe û gulistana Şîlan jî. Ev gula xemgîn û bê av bi ramanên azad tê avdan. Ji milê manewî û wêrektiyê ve li ser ruhê Şîlanê tê barkirin û Şîlan bêhneke kûr dikişîne. -
Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan
Li Bexdayê di çarçoveya çalakiyên pêngava 16’rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, ji aliyê Hevgirtina NADA’yê ve bi beşdariya rêxistin û torên jinan ên navxweyî û herêmî xwepêşandanek hat lidarxistin. -
Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome
Zextên dewleta Îranê yên li ser jinan didome. Li Sineyê jinek hate girtin û li girtîgeha Evînê mafê tedawiyê yê du girtiyên jin tê astengkirin. -
Saziyên jinan ji bo Dîlan Karaman komîsyona lêkolînê avakirin
TJA jî di nav de pênc saziyên jinan, ragihandin ku têkildarî lêkolînkirina mirina Dîlan Karaman komisyona lêkolînê ava kirine. -
Jinan tabûta Dîlan Karaman hilgirtin ser milên xwe û bi tilîliyan veşartin
Şêwirmenda DEM Partiyê Dîlan Karaman a ku biguman jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmek hat veşartin. -
Mirina bi guman a Dîlan Karaman: TJA û Baroya Amedê nerazî ne
Mirina bi guman a Dîlan Karaman ku endameke çalak a têkoşîna azadiya jinê û rojnamevan bû, bû sedema nerazîbûnan. TJA, Baroya Amedê û DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyanî dan. -
Gulsume Ogûz: Dixwazim qala bandora şer a li ser jinan bikim
Hunermend Gulsume Ogûz ku bi pêşangeha "Sirgûna Bêdawî ya Qehreman" derket pêşberî hunerhezan gotin, "Min xwest vebêjim bê şer bandoreke çawa li jinan dike." -
Îsal li Rojhilatê Kurdistanê 30 jin hatin qetilkirin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di nava salekê de li Rojhilatê Kurdistanê 30 jin hatin qetilkirin, 23 jin hatin binçavkirin û li 15 jinan ceza hate birîn. -
Li Beyrûtê konferansek li ser tundiya li ser jinan hate lidarxistin
Şandeyeke jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku beşdarî konferansa ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Beyrûtê hate lidarxistin bû, bi tecrubeyên xwe tevkarî li nîqaşên bi sernavên ji tundiya malbatî heta tundiya siyasî kir. -
Jinan li Stockholmê li dijî tundiyê daketin qadan
Jinên ji gelên cuda ên ku di 25’ê Mijdarê de li Stockholmê li hev civiyan, li dijî milîtarîzma zêde dibe û newekhevî û tundiya sîstematîk a li ser jinên koçber, peyama têkoşîna hevpar dan. -
Li Swîsreyê ji jinan çalakiyên şevê
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, li gelek bajarên Swîsreyê çalakiyên şevê hatin lidarxistin. -
Li Îranê di salekê de 110 jin hatin qetilkirin
Rêxistina Herena ragihand ku navbera 25’ê Mijdara 2024’an û 25’ê Mijdara 2025’an li Îranê 110 jin hatine qetilkirin. -
Rojnamevan Sarya: Jinên ku DAÎŞ têk birin serî li ber HTŞ'ê natewînin
Rojnamevan Bêrîtan Sarya diyar kir ku jinên li Kobanê DAÎŞ têk birin, niha bi heman biryardariyê li dijî rejîma HTŞ'ê li ber xwe didin, ku êrişê dibe ser destketiyên jinan. -
Kolanên Elmanyayê careke din bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” deng veda
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê bi pêşengiya TJK-E’yê bi hemwextî li gelek bajarên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de îşaret bi perspektîfên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê hatin kirin. -
Li Filistînê di 2 salan de 33 hezar jin hatine kuştin
Wezareta Karên Derve ya Filistînê eşkere kir ku di êrîşên Îsraîlê de di 2 salên dawî de nêzîkî 33 hezar jin hatine kuştin. -
Jin li Enqereyê daketin qadan: Em ji bo jiyaneke azad û ewle li qadan in
Jinên ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Enqereyê daketin qadan wiha gotin, “Em ê ji bo hemû bindestan, li dijî pergala serdestiya zilam xwedî li aştiyê derbikevin.” -
Jinan li Taksîmê barîkat derbas kirin û meşiyan
Bi hezaran jin li Taksîmê barîjat derbas kirin û li dijî tundiya dewleta mêran meşiyan. Melîke Tahmaz diyar kir ku jin bi biryar in ku wê pergala serdest a mêran biguherînin. -
Li Başûr çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li dijî tundiyê têkoşîna 16 rojî hate destpêkirin
Li Helebce, Silêmanî û Mexmûrê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî li dijî Tundiya li ser Jinan de, bi meş, panel û kampanyayn pêvajoyeke çalakiyê ya 16 rojan hate destpêkirin. -
Li Çewlîgê meşa bi şevê pêk hat: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
Li Çewlîgê jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê de meşa şevê li dar xistin û biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna ji bo jiyanek bê tundî û azadiyê anîn ziman. -
Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin
Bi sedan jinên ku beşdarî meşa li ser banga rêxistinên jinan hat lidarxistin bal kişand ser edalet û têkoşîna rêxistinkirî Rojîn Kabaîş û hemû jinên hatine qetilkirin. -
Jinên Amedê banga ‘Bi civaka demokratîk ber bi jiyaneke bê tundî û azad ve’ kirin
Bi hezaran jin bi pêşengiya TJA’yê bi qîrîna navên jinên hatine qetilkirin û li dijî tundiya mêr-dewletê daketin kolanê . Di meşa ku dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" olan veda, peyama "Em ê bi azadiya jinan re civakek demokratîk ava bikin" da. -
Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de banga têkoşîna li dijî tundiya mêr-dewlet hate kirin
Jinan di çalakî û daxuyaniyên çarçoveya 25'ê Mijdarê de, li dijî tundiya mêr-dewletê banga têkoşînê hevpar kirin.