JIN
Hemû Nûçe
-
Saziyên jinan qetilkirina Dîlan K. şermezar kirin
TJK-E, KJAR, Kongra Star, DAKB û SMJE’yê têkildarî qetilkirina Dîlan K.’yê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Em qetilkirina jinan şermezar dikin." -
Civaknas Gunay Yakût: Jin daxwaza jiyaneke ewle û wekhev dikin
Civaknas Gunay Yakût destnîşan kir ku jin ne tenê ji aliyê fîzîkî ve her wiha ji aliyê civakî û aborî ve jî daxwaza jiyaneke ewle û wekhev dikin. -
Li Şedadê û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Perwerde ji bo mêran, kulîlk dane kedkarên jin
Di çarçoveya 25ˊê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li Dijî Jinan a Navneteweyî li Şedadê ji bo mêran dewreya perwerdehiyê hat destpêkirin. Di heman rpjû de li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kulîlk li kedakrên jin hatin belavkirin. -
TJA'yê li Sêrtê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî li Sêrtê meşek lidar xist û daxuyaniyek da çapemeniyê. -
Fîgureke ku dengê jinê û bîra çandî kir yek: Sûsika Simo
Sûsika Simo, bi dengbêjiya xwe hişt ku dengê jinan a bi hêz were bihîstin. Bi her kilamek xwe re, wê çanda Kurdî zindî hişt û ji nifşên siberojê re îlham çêkir. -
TJA'yê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li sê bajarand est bi çalakiyan kir. -
'Kujerên jinên hatine qetilkirin bibînin'
Endamên Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bagcilarê kom bûn û xwestin ku kujerên Rojîn Kabaîş û jinan werin dîtin. -
Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan
Tê diyarkirin ku ji destpêka salê ve 23 jin li girtîgeha Qerçekê ya li Îranê jiyana xwe ji dest dane û jinên ku li berxwe didin jî bi gef û heqaretan re rû bi rû dimînin. -
Konferansa YRJ’ê dewam dike
Konferansa YRJ’ê wê piştî axaftin, sînevîzyon, xwendina rapora xebata 4 salan, nîqaşên li ser rêxistinbûn û sererastkirinê, bi danezanekê bi dawî bibe. -
Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin
Tedawiya Kurd Zeneb Celaliyan a li Îranê girtî, tê astengkirin û tê gotin rewşa wê ya tenduristiyê ne başe. -
Konferansa YRJ’ê destpê kir
4’emîn Konferansa YRJ’ê bi tevlîbûna 150 delegeyan destpê kir. Di konferansê de wê rewşa rêxistinbûnê û rêzikname were nîqaşkirin û meclîs bê hilbijartin. -
Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn
Li aktivîsta sivîl Mehnûş Abdullahî ya nişteciha Şîrazê ji aliyê dadgeha temyîzê ve 3 sal cezayê girtîgehê û 6 sal jî yê paşxistî hat dayîn. -
Li Romayê festîvala ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel
Festîvala Şehîd Nagîhan Akarsel a 2 rojan, duh li Romayê ji aliyê Komîteya Ewropa ya Jineolojiyê ve hate lidarxistin. -
Amed li ser rê ye ku bibe 'bajarê jinan'
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi projeya xwe ya ‘Bajarê Jinan’ dixwaze ku jinan tevlî pêvajoyên biryardan, plansazî û sêwirandinê yên têkildarî bajêr bike. -
YJK-E: Qetilkirina Dîlan encama sîstema dewleta mêr e
YJK-E Rheinland-Pfalz, qetilkirina Dîlan K. a ku li ber çavên du zarokên xwe ji aliyê Umut K. ê ku pê re zewicî bû li Ludwigshafenê hat qetilkirin şermezar kir û got “Tolhildana me ya li dijî her cûre paşverûtiya mêran wê bidome.” -
25 jin û zarokek hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ku ji aliyê JINNEWS’ê ve hatî parvekirin, di meha Cotmehê de 25 jin û zarokek hatine qetilkirin. -
Xwendekar her roj ji bo Rojîn Kabaîş di çalakiyê de ne
Li Wanê xwendekar, bi biryardarî çalakiya xwe yên li dijî mirina gumanbar a Rojîn Kabaîş û ewlehiya kampusê didomînin. -
YPJ û Meclisa Jinan a PYD’ê komxebatek hevpar lidar xist
YPJ û Meclisa Jinan a PYD’ê bi navê ‘di bin ala Yekîneyên Parastina Jin de yekbûna jinên sûriyeyî ji bo azadî, edalet û wekheviyê’ komxebatek hevpar lidar xist. -
Kongra Star ji bo jinên El Faşêrê bang kir: Em bi we re ne
Kongra Star ragihand diyar kir ku ew piştgiriyê didin jinên El Faşêr û Sûdanî û xwest, şer û her cûre tundiya li hemberî jinan bi dawî bibe. -
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Silêmaniyeyê jinek ji avahiyeke 25 qatî kete xwarê û bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. -
YJŞ’ê, piştgirî da pêngava TAJÊ
YJŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da pêngava ‘Xwe Nekuje, Her Xwe Kuştinek Fermanek e’ ya TAJÊ. -
MKG: Meha Cotmehê zext û sansura li hemberî rojnamegeran zêde bû
MKG'ê ragihand ku meha Cotmehê zext, sansur û destdirêjiya dadgeriyê ya li hemberî rojnamegeran zêde bûn. -
'Bi civaka demokratîk re em hişmendiya jiyaneke bê tundî ji xwe re dikin esas'
Aktîvîsta TJA'yê Xecê Oncu: Dema ku em qala civaka demokratîk dikin, em hem azadiya şexsan hem jî hişmendiya jiyaneke bê tundî ji xwe re dikin esas. Em timî dibêjin, tundiya li hemberî jinê polîtîk e. -
Ji TJA'yê deklarasyona 25'ê Mijdarê
TJA'yê deklarasyona çalakiyên "Bi civaka denmokratîk ber bi jiyana azad a bê tundî ve" eşkere kir, ku wê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li hemberî Jinê bêne lidarxistin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê di meha Cotmehê de 4 jin hatin qetilkirin
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê di meha Cotmehê de 4 jin hatin qetilkirin, 2 jin jî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin binçavkirin.