JIN
Hemû Nûçe
-
Ji bo Rojîn Kabaîş li her derê çalakî hatin lidarxistin: Bila kiryar bên dîtin û edalet pêk were
Jinan li çar parçeyên Kurdistanê ji bo Rojîn Kabaîş ê ku beriya salek hate qetilkirin, daketin qadan. Jinan bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” edaletê xwestin û li dijî parastina kiryar û tarîkirina dosyayê banga mezinkirina têkoşînê kirin. -
Li Wanê meşa edaletê ji bo Rojîn Kabaîş hate lidarxistin
Jinên Wanê ku di salvegera mirina bi guman a Rojîn Kabaîş de bi daxwaza edaletê daketin qadan, wiha gotin, “Em ê vê têkoşînê ji bo Rojînê, ji bo hemû jinên ku hatine kuştin, bêdengkirin û paşguhkirin bidomînin. Bila bîranîna Rojînê agirê têkoşîna me be.” -
Li Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş meşa girseyî
Xwendekarên Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş a ku li Wanê bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da, meşiyan. -
Jinan hezar û 800 name ji Rêber Apo re nivîsandin
Koordînasyona Kongra Star a Cizîrê ragihand ku jinan hezar û 800 name ji Rêber Apo re nivîsandin. -
"Ne faşîzm, lê têkoşîna aştiyê ya jinan wê bi ser bikeve"
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê got, "Yên ku êrîşî siyaseta me ya jinê dikin bila baş zanibin; Jin wê dest ji kombûna li dora pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bernedin." -
Jinên nedîtbar: Rûyên bêdeng ên şoreşa li Hindistanê
Li daristanên bêdeng ên Hindistanê şahidên dîrokek veşartî hene, ew jî jin in. Ew ne tenê gerîlayên ku çek hildigirin, di heman demê de dengê civakeke bêdengkirî û rûyên şoreşeke jibîrkirî ne. -
Li Girtîgeha Sîncanê bêhiqûqî
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê bi hincetên bêbingeh berdana girtiyan tê astengkirin. -
Jinên li Girkê Legê û Rimêlanê name ji Rêber Apo re nivîsandin
Jinên ji Girkê Legê û Rimêlanê di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bikim" de name nivîsandin. -
Girtiyeke jin ji Girtîgeha Qerçekê sirgûnî Girtîgeha Evînê hat kirin
Malpera Dengê Binçavkiriyan ragihand ku girtiyeke siyasî ya jin ji Girtîgeha Qerçek sirgûnî Girtîgeha Evîn hate kirin. -
Xelatên Rojnamevaniya Jinan ên Gûrbetellî Ersoz hatin dayîn
Rojnamevanên ku gotin, “Rastî wê di tarîtiyê de nemîne” di merasîma ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz de soza mezinkirina têkoşîna wê ya aştî û heqîqetê dan. -
Meşvanên azadiyê bi kûlîlk û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin
Meşvanên azadiyê ku 1'ê mehê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribûn, vegeriyan Wanê. Meşvan, ji aliyê jinan ve bi kûlîlk û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. -
Li Iraqê aktîvîsta mafên mirovan Hamsa Casim hate kuştin
Li wîlayeta Wasitê ya Iraqê, aktîvîsta mafên mirovan Hamsa Casim di wesayita xwe de hate kuştin. -
Piştî 26 salan di 1’ê Cotmehê de dubare got ‘Aştî’
Çalakiya TJA’yê ya ‘’Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’’, li Enqereyê bi dawî bû. Yek ji pêşenga meşê Yuksel Genç ev pêngav weke ‘’jinûvezindîbûna têkoşîna aştiyê ya 26 salan’’ pênase kir. -
KJK: Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin
Koordînasyona KJK’ê berxwedana Rêber Apo ya ku 27 sal in li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê dimeşîne, silav kir û bang li her kesî kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. -
Meşa TJA’yê ya Amed-Enqereyê li Meclîsê ye: Meşa me 26 sal berê destpê kir
Jinên ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşin, li Enqereyê tevlî koma civîna DEM Partiyê ya li Meclisê bûn û axivîn. -
RAJÊ: Em ê li ser xeta Gurbetellî û Nujiyan bibin dengê jinên Êzidî
Ragihandina Jinên Êzidî (RAJÊ) bi wesîleya roja rojnamevaniya jinên Kurd daxuyaniyek nivîskî da û ev roj li tevahî rojnamevanên jin pîroz kir. -
Jin bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' ketin hundirê Meclîsê
Jinên ku bi dirûşma "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê meşiyan Enqereyê, bi dirûşma "Bijî Serok Apo" ketin hundirê Meclîsa Tirkiyeyê. -
Meşvanên jin: Guh bidin pêşniyara Birêz Ocalan a ji bo siyaseta muzakere û demokrasiyê
Meşvanên "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" li Enqereyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Her wiha bang li hêzên siyasî kir ku guh bidin pêşniyara Rêber Apo ya ji bo siyaseta muzakereyê -
Di nava mehekê de li Herêma Kurdistanê 4 jin hatin qetilkirin
Di meha Îlonê de li Herêma Kurdistanê 4 jin hatin qetilkirin û jinek jî bi rengekî guman jiyana xwe ji dest da. -
Li ser şopa Gurbetellî Ersoz em perdeya tarîtiyê radikin
RAJIN: Piştî Gurbetellî Ersoz, di serî de gelê Kurd em ê bibin dengê hemû gelên bindest û jinên ku tune tên hesibandin. Em bi biryar in ku kevneşopiya çapemeniya azad a ku wê ava kiriye biparêzin û mezin bikin. -
TJK-E: Em bi awayekî xurt beşdarî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bibin!
TJK-E’yê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û banga beşdarbûna çalakiyên ku wê li seranserê Ewropayê bi şîara ‘’Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ji Rêber Apo re Azadî!’’ bên lidarxistin, kir. -
Jinên ku meşvan pêşwazî kirin: Em dixwazin hêviyê mezin bikin!
Jinên ku li Dîlok û Edeneyê bi tilîlî û dirûşman tevlî meşa TJA'yê bûn, gotin "Divê aştiya civakî bê avakirin, em naxwazin bê hêvî bibin. Em dixwazin hêviyê mezin bikin." -
Bi hêvî ber bi azadiyê ve: Rêwîtiya meşa berxwedanê ya jinan li ser rêya Enqereyê ye
Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan diyar kir ku daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û azadiya gelan jî bi vê yekê ve girêdayî ye. -
Li Holê jinan bang kir: Bila Mafê Hêviyê pêk were
Jinên ku li bajarê Holê hatin ba hev, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwestin û gotin, mafê hêviyê mafekî qanûnî û navneteweyî ye. -
Cezayê girtîgehê li 10 jinên Bahaî hate birîn
Dewleta Îranê cezayê girtîgehê li 10 jinên Bahaî birî.