JIN
Hemû Nûçe
-
‘Hevrê Bêrîtan bi helwesta xwe xiyanetê têk bir’
Gaziya şer Sorxwîn Çîçek Têkoşîn anî ziman ku fermandar Bêrîtan bi zanebûn û helwesta xwe xiyanetê têk bir û got, “Em ê bêteredut di xeta fermandara xwe Bêrîtan de bimeşin.” -
DBP’ê bertek nîşanî zextên li ser jinên rojnamevan da
Buroya Çapemeniyê ya Jinan a DBP’ê bertek nîşanî zêdebûna zext, gef û hedefgirtina jinên rojnamevan da û ev peyam da: “Em bi hemû rojnamevanên ku li Kurdistanê kevneşopiya çapemeniya azad didomînin re di nav piştevaniyê de ne. -
Ji ber parvekirina Rojîn Kabaîş lêpirsîn li rojnamevan Dîlan Babat hate vekirin
Derbarê nûçegihana Jinnewsê Dîlan Babat ji ber parvekirina li ser Rojîn Kabaîş a ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû, bi îdiaya “Agahiyên ku gel dixapîne bi eşkereyî belav kiriye” lêpirsîn hate destpêkirin. -
Li Fransayê di 2024’an de 272 hezar tundiya navmalê ya li dijî jinan pêk hatiye
Wezareta Karên Hundirîn a Fransayê ragihand ku di sala 2024’an de 272 hezar û 400 bûyerên tundiya navmalê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qeydkirin. -
Nasim Gulamî Sîmyarî dawî li greva birçîbûnê anî
Aktîvîsta civaka sivîl Nasim Gulamî Sîmyarî ku ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê dest bi greva birçîbûnê kir, piştî 10 rojan dawî li çalakiya xwe anî. -
'Şehîd Bêrîtan bingeha berxwedana me ye'
Gerîlayên YJA Starê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn û gotin, "Hevala Bêrîtan bingeha berxwedana me ye. Armanc û hewldana me jî ji bo wê yekê ye ku li ser xeta şehîd Bêrîtan jiyaneke nû ava bikin û li ser vê bingehê jinan hemûyan temsîl bikin." -
Îlham Ehmed: Em ê bi piştevaniya jinan Sûriyeya demokratîk ava bikin
Îlham Ehmed ku di civîna çarçoveya pêngava ku Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya dabû destêkirin de axivî, diyar kir ku nenavendîtî projeyeke parçebûnê nîn e, projeya yekbûnê ye û wiha got, “Jin wê têkoşîna xwe azadiyê bibiryardarî bidomînin.” -
Çalakvanan bang li Nasim Gulamî kirin ku dawî li greva birçîbûnê bîne
Komek ji rêxistinên civaka sivîl, çalakvanên mafên mirovan û girtiyên siyasî yên berê nameyek ji bo çalakvana civaka sivîl Nasim Gulamî Simiari weşandin û xwestin dawî li greva xwe ya birçîbûnê bîne. -
Kombûna Jinan a Zenûbiya: Jin nebe Sûriyeyeke demokratîk ava nabe
Kombûna Jinan a Zebûniyayê ragihand ku jin dengê aştî û azadiyê ye û bêyî tevlîbûneke xurt a jinan Sûriyeyeke demokratîk nikare ava bibe. -
Kongra Star piştgirî da jinên ji Ekvadorê
Kongra Star bi daxuyaniyekê piştgirî da jinên Abya Yalayî ku li dijî hikumeta Ekvadorê bi salan e li ber xwe didin. -
YJK-E'yê ji bo meşa Kolnê ya 8'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir
YJK-E'yê ji bo meşa 8'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir, ku wê ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin. -
Di dilê berxwedêriya li dijî afetan de lîderiya jinê heye
Jin mîna her kesî ji afetan bi bandor dibe, lê belê di pêvajoya başbûnê de li gelek astengiyan rast tê. Li gorî UNDP'ê, rêya kêmkirina rîska afetan bi garantîkirina tevlîbûna jinan a li nava mekanîzmayên biryardanê dibe. -
Jin li Amedê li ser Aştî û Civaka Demokratîk axivîn
Jinên ku li Amedê hatin cem hev, diyar kirin ku divê pêvajoya aştiyê bi pêşengiya jinan û li ser bingeheke wekhev bê meşandin. Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bang kir ku jin di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de roleke aktîf bigirin. -
Jinan li ber Wezareta Edaletê ji bo Rojîn Kabaîş edalet xwest
Platforma Jinan a Enqereyê ji bo ronîkirina mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, li pêşiya Wezareta Dadê daxuyanî da. -
Jina Samûrayî ya dawî ku şûrê xwe bi serfirazî hildayî
Sembola ruhê Samûrayî û rûmeta jinan: Nakano Tekeko. Yek ji şervanên jin e ku di serdema Japonya feodal de bi wêrekiya xwe derketiye pêş e. -
Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re civiya
Meclisa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li navçeya Salîhlî ya Manîsayê bi jinan re civiya. Di civînê de hate gotin ku divê Rêber Apo û girtiyên siyasî azad bibin. -
Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êrîş nikarin îradeya me bişkînin
Kombûna Jinan a Zenûbiya êrîşa li ser navendên Dêrazorê şermezar kir û got, êrîş nikarin îradeya wan bişkînin. -
Konferansa Dayikên Aştiyê: Rêber Apo divê azad bibe
Di konferansa Dayikên Aştiyê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate xwestin. -
Darazê Îranê cezayê 38 qemçiyan li Ateş Şakeremî birî
2’yemîn Dadgeha Cezayê ya Xurmabadê ya Îranê, ji bo bicihanîna cezayê 38 qemçiyan ê li Ateş Şakeremî hatiye birîn, gazî Ateş Şakeremî kir ku di nav 10 rojan de serî li dadgehê bide. -
Kongra Star: Em bêrêziya li hemberî Rêber Apo qebûl nakin
Koordînasyona Kongra Star bertek nîşanî bêrêziya li hemberî Rêber Apo da û wiha got: “Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye. Em heqaretên li dijî Rêbertiya me û siyasetmedarên me qebûl nakin.” -
Berdana girtiya 30 salan cara sêyemîn hate taloqkirin
Berdana Ardil Çeşme ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzînganê girtî ye, cara 3'emîn bi rengekî kêfî hate taloqkirin. -
Ji xwendekarên zanîngehê ji bo Rojîn Kabaîş meşa edaletê
Li Dersim û Wanê xwendekarên zanîngehê bi daxwaza lêpirsînek zelal a derbarê qetilkirina Rojîn Kabaîş û tesbîtkirina kujeran de xwepêşandan lidar xistin. -
Ji malbatên şehîdan ên Reqayê daxwaza azadiya Rêber Apo
Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqayê bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir. -
Jinên Kurd ên li Fransayê ji bo meşa li Kolnê bang kirin
Jinên Kurd ên li Mantes-la-Jolie ku nêzî paytexta Fransa Parîsê ye, li Komeleya Çanda Kurd li hev kom bûn. Jinan ji bo meşa 8'ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin. -
Sûzan Îşbîlen: Aştiya rasteqîn bi guhdarîkirina li mexdûrên şer dibe
Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Sûzan Îşbîlen nerazîbûn nîşan da ku bang li saziyên jinan ên li Kurdistanê nehate kirin, li wan nehate guhdarîkirin û got, "Weke jinên Kurd ku barê herî giran ê vî şerî hilgirtine, em tevlî pêvajoyê nehate kirin."