BI DÎMEN

Li Diusburgê meşa 25’ê Mijdarê hat lidarxistin

Jinên Kurd û enternasyonal bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li Diusburgê meşiyan.

Bi pêşengiya Meclisa Gel a Duisburgê, Meclisa Jinan a Şehîd Asya Yuksel û jinên enternasyonal li bajarê Duisburg ê Elmanyayê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî meşek hat lidarxistin.

Di meşê de pankartên jinên ku di serhildana Jîna Emînî de jiyana xwe ji dest dan, jinên li zindanên Îranê de li ber xwe didin û pankarta “Jin Jiyan Azadî " hat hilgirtin. Her wiha di meşê de wêneyên Sara, Rojbîn û Ronahî yên di komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin û alên TJK-E û yên enternasyonalan hatin hilgirtin.,

Di meşê de timî dirûşmên "Sara Rojbîn Ronahî Jin Jiyan Azadî" û "Jin Jiyan Azadî "hatin berzkirin.

Meşa jinan a li Dellplatzê destpê kir heta Duisburg HBF'ê berdewam kir. Jinên enternasyonal li ser girîngiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî axaftin kirin.