JIN
Hemû Nûçe
-
Li Silêmaniyê Komaleya Jinên Serbixwe hat avakirin
Li Silêmaniyê bi armanca parastina mafên jinan û çareseriya pirsgirêka jinan, Komaleya Jinên Serbixwe hat avakirin. Armanca komaleyê ew e ku ji bo jinan bibe platformekî nû ya piştevaniyê. -
DEM Partiyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bernameya çalakiya 25’ê Mijdarê ya partiya xwe ya bi şîara " Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin" dê bê lidarxistin, eşkere kir. -
Werîşe Muradî: Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin
Girtiya siyasî Werîşe Muradî got, “Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin, jinan wateyek nû bi jiyanê dan qezenckirin.” -
Hejmara meha Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jin derket
Rojnameya Newaya Jin bi hejmara xwe ya Mijdarê û bi manşeta “Ji demeke ku pel jî nahejîne heta ‘Jin Jiyan Azadî’ye” derket. -
Di 10 mehan de 383 jin hatin qetilkirin: Qanûnên ku nayên pêkanîn cesaret dide mêran!
Derya Yıldırım a ku qetilkirina jinan û bûyerên tundiyê ya li hember jinan nirxand, got ku êdî bûyerên dibin divê wekî bûyerên ferdî neyên nirxandin û dewlet nikare jinan biparêze. -
Li Fransayê di sala 2024’an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin
Li Fransayê di sala 2024’an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin. Ev hejmar tê wê wateyê ku li gorî sala berê %11 zêdebûnek çêbûye. -
YPJ’ê şehadeta Arîn Serhed ragihand
YPJ’ê şehadeta şervana xwe Arîn Serhed ku bavê wê û birayê wê jî şehîd in, ragihand. -
Gulîstan Murad: 'Aboriya jinan hemû jinên civakê digire nava xwe'
Berdevka Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Murad diyar kir ku komîteya aboriya jinan yek ji komîteyên sereke yên girêdayî Kongra Starê re û anî ziman ku ev kar ji bo piştgirîdayîna hemû jinan e. -
TAJÊ pêngava ‘Xwe Nekuje, Her Xwekuştinek Fermanek e’ da destpêkirin
TAJÊ, li dijî xwekuştin û tundiya li ser jinê pêngavek berfireh da destpêkirin. -
Kongra Star: Em ê xeyalên Mamoste Hêvî pêk bînin
Koordînasyona Kongra Star ragihand ku endamê Koordînasyonê Hêvî Silêman duh ji ber penceşêrê şehîd bû û got, ew ê xeyalên wê pêk bînin. -
Jinan ji bo azadiya Rêber Apo name ji Konseya Ewropayê re şandin
Rêxistinên jinan ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Rêber Apo were bicihanîn, nameyek ji Konseya Ewropayê re şandin. -
Hawje Hesen li Îngîlistanê hêjayî xelatê hate dîtin
Jineke Kurd a ji bajarokê Qeladizê di warê çandiniyê de li Îngîlistanê hêjayî xelatê hate dîtin. -
Hêzên Îranê jineke Kurd a dayika 2 zarokan qetil kir
Li Rojhilatê Kurdistanê jinek ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin. -
TJK-F: 8’ê Mijdarê em ê bibin lehiya azadiyê
Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) bi wesîleya salvegera 3’yan a kampanyaya bi daxwaza azadî ji Rêber Apo re û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî tê domandin, ji bo meşa mezin a Kolnê bang kir. -
HPJ’ê di salvegera ‘artêşbûna jina azad’ de merasîmek lidar xist
Hêzên Parastina Jin (HPJ) bi wesîleya salvegera 33’yan a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û artêşbûna jinê, merasîmek lidar xist. -
Berfîn Denîz Gabar: Mîrateya Bêrîtan îro jî dijî
Ji fermandarên YJA Starê Berfîn Denîz Gabar diyar kir ku Bêrîtan pêşenga artêşbûna jinê ye û mîrateya wê îro jî di bingeha têkoşînê de dijî. Hasret Dilgêş Amed jî got, “Em ê têkoşîna wê bigihînin serkeftinê.” -
Malbata Cîhan Teha: Ji bo ku mamosteyan bêdeng bikin Cîhan qetil kirin
Malbata Mamoste Cîhan Teha ya ku li Hewlêrê hate qetilkirin, diyar kir ku rayedarên Hewlêrê ji bo ku mamosteyan bêdeng bikin Cîhan Teha qetil kirine. -
Ji bo şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê bîranîn
Meclîsa Kongra Star a Eyn Îsa di salvegera 33’yan a şehadeta Bêrîtan de merasîmek lidar xist. -
Gerîlayên YJA Starê: Me xeta berxwedanê ya Berîtanê heta roja îro anî
Gerîlayên YJA Starê şehîd Bêrîtana ku bi xeta berxwedan û têkoşîna azadiyê ya ji bo bi hezaran jinan bûye çavkaniya îlhamê, di salvegera 33’emîn de bi bîr anîn û diyar kirin ku ew li ser şopa Bêrîtan têdikoşin û mîrateya berxwedanê heta îro anîne. -
Konferansa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan tê lidarxistin
Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a 3’yemîn li bajarê Rimêlan tê lidarxistin. -
TJK-F’ê kampa jin û zarokan li dar xist
TJK-F’ê di navbera 20-24’ê Cotmehê de li bajarokê Gite de la Foret ê girêdayî bajarê Rouenê kampa jin û zarokan li dar xist. -
Sema Kurdistan: Hevala Bêrîtan ji bo me xet û sozeke
Yek ji fermandarên HPJ'ê Sema Kurdistan destnîşan kir ku bi sekna Şehîd Bêrîtan gav avêtin, têkoşîn kirin û xebat meşandin, di hemû qadên jiyanê de esasên sereke yên her şoreşgerekî ye û got, “Hevala Bêrîtan ji bo me xet û sozeke.” -
HPJ: Artêşa azad a jinan wê bibe hêza parastina hemû nirxên mirovahiyê
Fermandariya Giştî ya HPJ’ê bi wesîleya salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) daxuyanî da û got, “Em ê xeta ku bi Bêrîtanan destpê kirî û bi Aryenan mezin bûye, heta serkeftinê û misogerkirina civaka demokratîk û aştiyê bidomîn in.” -
PAJK: Em ê mîna Bêrîtan têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin
Koordînasyona PAJK’ê got, “Li ser bingehê pîvana bûyîna sosyalîst bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, em ê têkoşîna xwe mîna Bêrîtan mezin bikin.” -
Salvegera 33’yan a artêşbûyîna jin li qadên gerîla hat pîrozkirin
Salvegera 33’yan a artêşbûyîna jin li qadên gerîla ji bo bîranîna Fermandar Bêrîtan bi coş hate pîrozkirin; Fermandara Konseya Leşkerî ya YJA Starê Peyman Amed got, sekna Bêrîtan artêşbûyina jin ava kiriye.