Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

Li Bexdayê di çarçoveya çalakiyên pêngava 16’rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, ji aliyê Hevgirtina NADA’yê ve bi beşdariya rêxistin û torên jinan ên navxweyî û herêmî xwepêşandanek hat lidarxistin.

LI BEXDAYÊ MEŞ

Bi destpêkirina çalakiyên pêngava 16 rojî yên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, Hevgirtina NADA’yê li Iraqê bi rêxistin û torên jinan ên navxweyî û herêmê re, duh li navenda Bexdayê, xwepêşandanek li dar xist. Armanca xwepêşandanê balkişandina ser şêwazên tundiya li dijî jinan bû û daxwaz kirin ku demildest zagonên mafên jinan diparêzin werin sererastkirin.

Beşdaran daxwaz kirin ku guherîna di Zagona Rewşa Kesî de hatiye kirin, werin rakirin û zagonên pêşîlêgirtina tundiya malbatê werin derxistin. Destnîşan kirin ku divê demildest zagonên parastina mafên jinan û zarokan dikin, werin sererastkirin û ji bo aramiya malbatên Iraqê xebat bên kirin. Beşdaran dirûşme berz kirin û tundiya li hemberî jinan şermezar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku pêngava navneteweyî ji bo pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan a 16 rojan ji 25’ê Mijdarê heta 10’ê Kanûnê roja Cîhanî ya Mafê Mirovan dê bidome. Pêngava Îsal bi dirûşma ‘Ji bo bidawîanîna tundiya dîjîlat li dijî hemû jin û zarokên keç hev bigrin’ bal kişand ser pêwistiya pêşîgirtina şêwazên tundiyê dîjîtal.