JIN
Hemû Nûçe
-
Rêxistinên Jinên Êzidî têkildarî Şengalê hişyarî dan Bexdayê
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî li Ewropayê, Yekîtiya Jinên Êzidî, rêxistinên jinên Êzidî yên li Rûsya û Ermenistanê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî bûyerên dawî yên li Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan. -
Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanên xwe
Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin bi nivîsên li ser komploya 9'ê Cotmehê, mîrateya şehîdên jin, nîqaşên li ser aştî û civaka demokratîk û armanca Destûra Bingehîn a Jinê hate weşandin. -
Wê ‘Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd’ bê lidarxistin
Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, di civîna li Silêmaniyê de bi perspektîfa yekitiya neteweyî li ser têkoşîna azadiyê ya jinan axivî û biryar da ku di dawiya sala 2025'an de "Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd" lidar bixin. -
Şandeya Jinan a Rojava li Zurîhê bi dostên xwe re civiya
Şandeya Jinan a Rojava li Zurîhê bi rêxistinên jinan re civiya û ji bo çareseriya demokratîk a li Sûriyeyê banga piştevaniya navneteweyî kir. Şandeyê bal kişand ser rola Swîsreyê ya ji bo mafên mirovan û demokrasiyê û peyama "divê hîn aktîftir bibe" da. -
Heyeta Jinan a Rojava bi jinên Suryanî re civiya
Heyeta Jinan a Rojava ku li Swîsreyê hevdîtinan dike, bi jinên Suryanî re civiya. -
Li Sheffielddeyê ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel atolyeyek hate lidarxistin
Bi pêşengiya Komûna Jinan a Jina Emînî ya Sheffieldde'ê, ji bo bîranîna yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Nagîhan Akarsel atolyeyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de li ser pêşengiya jinê, dîroka jinê, hevgirtin û jineolojiyê nîqaşên berfireh hatin kirin. -
Ji bo bîranîna Nagihan Akarsel li Parîsê komxebata jinan hate lidarxistin
Li Parîsê ji aliyê Akademiya Jineolojî û TJK-F’ê ve ji bo bîranîna hemû jinên têkoşer ên hatine qetilkirin, komxebatek hate lidarxistin. -
Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan: Li Kurdistanê ji bo jiyanê edaletê dixwazin
Bi hezaran jin di salvegera mirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku bi awayekî guman de jiyana xwe ji dest da, meşiyan û peyama "Em ji bo Rojîn, ji bo jinan, li Kurdistanê ji bo jiyanê edaletê dixwazin" dan. -
Jin ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
Jinên ku bi dirûşmeya "Çi bi serê Rojîn Kabaiş hat?" çalakî li dar xistin, gotin: "Em îdiayên xwekuştinê qebûl nakin û daxwaz dikin ku hemû aliyên mirina Rojînê bi tevahî werin eşkerekirin." -
KJAR: Pêkanînên Îranê cînayetek eşkere ye
KJAR’ê bertek nîşanî mirina girtiyên jin ên li girtîgehên Îranê da û wiha got, “Pêkanînên rejîma Îranê cînayetek eşkere û bi qest e.” -
YPJ’ê Rêvana Rojava û Arîn Mîrkan bi bîr anî
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava yên ku di berxwedana Kobanê de çalakiya fedayî kirin, bi bîr anî. -
Ji Amedê ber bi Enqereyê ve pira aştiyê: Jin dê bi daxwazên xwe bimeşin!
TJA, bi dirûşma "Bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşe. Kesên ku wê di meşê de cih bigirin gotin: "Em ê ji bo dabînkirina aştî û dadê bimeşin. Em ê ji bo daxwazên xwe têkoşînê bidomînin." -
Li Stenbolê bi jinan re civîna 'aştî û civaka demokratîk' hate lidarxistin
Hevseroka Giştî ya Partiya DEM’ê Tulay Hatîmoguları, Parlamentera Stenbolê Ozgul Saki û endamên Koordînasyona Jinan li Stenbolê bi rêxistinên jinan re hatin ba hev. -
'Divê li Sûriyeyê mafê jinan û neteweyên din bên parastin'
Rêveberiya Meclîsa Jin a TEV DEM’ê ya Kantona Firatê Bêrîvan Cuma destnîşan kir ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê mafê jin û neteweyên din nas nake û got ku ew ê têkoşîna xwe li dijî hişmendiya serdest a mêr bidomînin. -
ROJIN’ê daxwaz kir ku rojnameger Haval Arslan tavilê were berdan
Komeleya Jinên Rojnamegerên Kurd (ROJIN), ku endama damezrîner û spîkera Medya Haber TV’yê Haval Arslan e, girtina wê şermezar kir û daxwaz kir ku tavilê were berdan. -
Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meş: Em edaletê dixwazin
Koma kampanyaya “Ji bo jiyan û zindî hiştinê em xwe birêxistin dikin” ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû, li kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yılê ya Wanê meşek lidar xist. -
Somayeh Raşîdî li girtîgeha Îranê jiyana xwe ji dest da
Somayeh Raşîdî ya ku li Girtîgeha Qerçax a Îranê dihat ragirtin, piştî rewşa wê ya tenduristiyê giran bû û rakirin nexweşxaneya Mofatteh a li Varaminê jiyana xwe ji dest da. -
'Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin ewlehiya civakî pêk tînin'
Hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin a 4’an pîroz kir û pesnê berxwedan û têkoşîna endamên wan a di pêşxistina ewlehiya civakî de da. -
Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin destpê kir
Li Hesekê bi amadebûna zêdetirî 600 kesayet û endamên hêzan, bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" Konferansa 4ˊemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin destpê kir. -
TJA wê ji Amedê bimeşe Enqereyê
Jinên ji TJA'yê wê di 1'ê Cotmehê de ji Amedê bi dirûşma "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve bimeşin" ber bi Enqereyê ve bimeşin. Di daxuyaniya TJA'yê de daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin. -
MKG: Gefên li dijî rojnamegerên jin zêde dibin
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li hemberî gefên li dijî rojnamevanên jin li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. -
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi akademîsyenan re rûnişt
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Ewropayê hevdîtinan dike, li Elmanyayê bi gelek rêxistinên jinan û akademîsyenên Kurd, Îranî û Elman re rûnişt. -
Ji Rêber Apo re wê hezar û 500 name bêne şandin
Jinên ji 6 bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê hezar û 500 nameyan ji Rêber Apo re bişînin. -
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Berlînê hevdîtinan dewam dike
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Elmanya Berlînê binûnerên Women For Women International (Rêxistina Navneteweyî ya Jinan a ji bo Jinan) re hevdîtin kir. -
4 meh li ser pişta hêstir: Kes me nabîne!
Jinên Wanî ku rêwîtiya wan a ber bi zozanan bi dawî bû, îsal jî gelekî betilîn. Jinên ji Miksê 4 mehan li ser pişta hêstir ji rêyên xerabûyî yên zozanan derbas bûn. Ji bo debara xwe bikin her sal heman zor û zehmetiyê dikişînin.