TJA'yê li Sêrtê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî li Sêrtê meşek lidar xist û daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li qada Beldeyê pankart bi nivîsa "Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad ve" hate hildan û daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Şaredariya Sêrtê Amîne Tîmûrtaş ve hate xwendin.

Amîne Tîmûrtaş destnîşan kir ku ew jiyana azad û bêtundî bi civaka demokratîk ava dikin û bang li jinan kir ku beşdarî meşa 25'ê Mijdarê bibin.

Piştî daxuyaniyê jin ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana jinan" qîriyan.