Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Silêmaniyeyê jinek ji avahiyeke 25 qatî kete xwarê û bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da.
Li Silêmaniyeyê jinek ji avahiyeke 25 qatî kete xwarê û bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyan, vê sibehê li Silêmaniyê bi awayek bi guman jinek temen 55 salî ji avahiyek 25 qet ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Heta niha aliyên peywendîdar di derbarê bûyerê de ti daxuyaniyek nedane.
Li gorî daneyên Rojnewsê, di nava 10 mehên borî de li Başûrê Kurdistanê 27 jin hatine qetilkirin û 19 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Di sala 2024’an de jî li Başûrê Kurdistanê 39 jin hatine qetilkirin yan jî neçarî xwekuştinê hatine kirin. 7 ji van jinan bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan.