JIN
Hemû Nûçe
-
Ayten Dersim: Dilxwaziya azadiyê ya hevala Emîne rê nîşanî me hemûyan da
Ayten Dersim qala şehîd Emîne Erciyes kir û anî ziman ku dilxwaziya wê ya azadiyê rê nîşanî wan hemûyan da. Ayten Dersim got, Emîne Erciyes evîndara çiyê, dilsoza têkoşîna hevpar a gelan bû. -
KJK: Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî şoreşa jinan hemûyan e
KJK’ê di salvegera sêyemîn de destnîşan kir ku şoreşa Jin, Jiyan, Azadî têkoşîna azadiyê ya jinên cîhanê hemûyan e. -
Sadiqeh Dowlatabadî li dijî zextê bi pênûsa xwe li ber xwe da
Sadiqe Dowlatabadî, li Îranê weke pêşenga têkoşîna jinan ji bo perwerde û azadiyê tê nasîn. Wê jiyana xwe tevî zextên civakî fedayê misogerkirina mafên wekhev ên jinan kir. -
Jîna Emînî li Londonê hat bibîranîn: Têkoşîna jinan sînoran nas nake
Meclîsa Jinan a Jiyan bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî bi sedan jin anî cem hev. Di axaftin, performansên hunerî û peyamên hevgirtinê de peyama, "Têkoşîna jinan sînoran nas nake" hat dayîn. -
Rêxistinên mafên zarokan ji bo Şerîfe Mûhammedî bang kirin
10 rêxistinên mafên zarokan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kar dikin, ji bo rakirina cezayê darvekirinê yê li aktîvîsta mafên mirovan Şerîfe Mûhammedî hatiye birîn bang kirin. -
Li Nîjeryayê 18 jin û zarok hatin revandin
Li eyaleta Zamfara ya li bakurrojavayê Nîjeryayê çeteyeke çekdar 18 jin û zarok revand. -
Rengîn Botan: Hevala Emîne şopeke mayinde li nava Tevgera Azadiyê hişt
Rengîn Botan qala şehîd Emîne Erciyes kir û got, “Hevala Emîne jineke şoreşger, têkoşer bû û lêgerînên xwe yên azadiyê gelekî zêde bûn. Bi zanebûn tevlî nava jiyanê û têkoşînê dibû. Weke hunermendekê nêzî têkoşîna azadiyê dibû.” -
KKB/KOG: Em bejna xwe li ber jinên resen ên çiyayî bi hurmetî ditewînin
KKB/KOG’ê bi daxuyaniyekê got, “Em li ber têkoşîna endama Konseya Fermandariyê ya YJA Star û HPG’ê Emîne Erciyes û hevrê Ekîn Amara Toldar û Zîn Zagros ên li kêleka wê nemir bûn, bejna xwe ditewînin.” -
Li Amedê forum: Divê tecrîd bi dawî bibe û mafê hêviyê were mîsogerkirin
Li Amedê di foruma ku bi pêşengiya TJA’yê hate lidarxistin de jinan bang kirin ku ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo û bi hezaran girtiyan divê bêşert gav bê avêtin. -
Jinan li Rihayê daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê û wekheviyê kirin
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî perweredehiya sala nû li Hewagê daxuyanî dan û daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê û wekheviyê kirin. -
KJK: Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, çareserî jî pêk nayê
KJK: Nêzîkatiya li Rêberê me pîvana esasî ya nêzîkatiya li pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk e. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê û pêşî lê neyê vekirin ku di nava mercên wekhev de danûstandinan bike, pêvajo bi pêş ve naçe. -
Belçîka rê li ber qanûnîkirina gaza îsotê ya ji bo jinan vedike
Wezîrê Wekheviya Derfetan ê Belçîkayê Rob Beenders rê li ber qanûnîkirina gaza îsotê (spreya parastina takekesî) vedike. -
Daxwaza berdana Ayşe Gokkan hate redkirin
Piştî ku biryara têkildarî Berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate xerakirin, doz jinûve hatê dîtin, lê belê daxwaza berdanê hate redkirin. -
Şandeya jinan li Belçîkayê serdana gelek navendan kir
Şandeyek jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo nîqaşkirina mafên jinan û pirsgirêkên mafên mirovan, serdana welatên Ewropayê kir. -
Doza Ayşe Gokkan: Ji NADA'yê banga piştevaniya navneteweyî
Darizandina endama Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hevşaredara berê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan wê îro dewam bike. NADA'yê banga piştevaniya navneteweyî kir. -
Çîgdem Dogû: Heval Emîne sembola şoreşa jinê û yekîtiya gelan bû
Çîgdem Dogû: Heval Emîne weke zarokek sêwî ji Daruşşafakayê derket tevlî şoreşê bû. Demarê berxwedêr ê gelê Tirkmen bi nirxên etîk û estetîk ê jinê re kir yek. Bû şoreşgerekî ku bi kêfxweşî, eşq û lêgerîna xwe ya heqîqetê şopên kûr hişt.” -
Beriya doza Ayşe Gokhan banga navneteweyî
Doza Berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokhan ku bi awayekî girtî tê darizandin, wê sibehî di saet 10.00’an de li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. -
Li Londonê wê ‘Bîranîna Jîna Emînî û Hevdîtina Jinan’ bê lidarxistin
Meclîsa Jinan a Jiyan wê di 14’ê Îlonê de li Londonê jinên ji gelên cuda bîne ba hev. Di bîranînê de li gel axaftinan, performansên hunerî jî cih bigirin. -
Li Egeyê di 6 mehan de 233 caran mafê jinan hate binpêkirin
Komîsyona Jinan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ragihand ku di 6 mehên ewilî yên sala 2025’an de li Herêma Egeyê herî kêm 233 caran mafê jinan hate binpêkirin. -
Ji Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk ji bo festîvalê banga tevlîbûnê
Jinên ji Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33'emîn ku wê 13'ê Îlonê pêk were, banga tevlîbûnê kirin. -
Di 8 mehan de li Başûrê Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyên Rojnews’ê, di 8 mehên ewilî yên sala 2025’an de li Herêma Başûrê Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin, 17 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
‘Hevala Bêrîtan sembola xeta welatparêziya Kurdistanê ye’
Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat endama PAJK’ê Bêrîtan Amed bi bîr anî ku 27’ê Tebaxê ji ber nexweşiyê şehîd bû û got, “Hevala Bêrîtan bi sekn, têkoşîn û keda xwe bû sembola xeta welatparêziyê ya Kurdistanê.” -
'Jin di pêvajoya aştiyê de divê bibin xwedî gotin, ne bibin temaşevan'
Endama “Komîsyona Jin û Hiqûqê ya Avakirina Aştiyê” Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku jin hêmana esasî ya aştiyê ne û destnîşan kir ku divê jin di pêvajoyê aştiyê de bibin xwedî gotin, ne tenê bibin temaşevan. -
Jinnews: Di meha Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya Jinnews a meha Tebaxê, 28 jin û 5 zarok hatin qetilkirin, 25 jin û zarok bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
Edalet Omer: Doza jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dozeke cîhanî ye
Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer diyar kir ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tekoşîn û berxwedanê xwe îsbat kirin e.