JIN
Hemû Nûçe
-
KJK: Me bi hezaran jinên Êzîdî yên ku benda rizgarbûnê ne ji bîr nekir
KJK: Di salvegara 11’emîn qirkirina Êzidiyan de DAÎŞ û hêzên hegemon ên li pişt wan bi tundî şermezar dikin; bi hezaran Êzidiyên ku gihîştin şehadete bi rêzdarî bibîr tînin. -
TJK-E: Em di 3’yê Tebaxê de li dijî qirkirin û kuştina jinan rabin ser piyan
TJK-E bang li tevahiya jinên cîhanê bi taybetî jinên Kurd û her wiha gel û hêzên civakî yên demokratîk kir ku di 3'yê Tebaxê de li dijî qirkirin û tundiya li ser jinê rabin ser piyan. -
Li Edene du jin hatin kuştin, li Amedê jî mirina biguman
Li Edene û Amedê 3 jinên din ji ber tundiya mêran jiyana xwe ji dest dan. Dayik û keça wê li ber çavên zarokek hate kuştin. Jineke din jî piştî tundiyê di bin şert û mercên gumanbar de mir. -
Efûya Navneteweyî rapora li ser revandina jinên Elewî eşkere kir
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora li ser revandina jinên Elewî yên li peravên Sûriyeyê ji Sibatê heta niha pêk tê, eşkere kir û xwest ku lêkolînerên serbixwe demildest lêpirsîneke berfireh bidin destpêkirin. -
DEM Partî li Qersê bi jinan re civiya
DEM Partî li Qersê bi jinan re civîn li dar xist. Di civînê de hat diyarkirin ku hemû destketî bi têkoşînê hatine bidestxistin û banga mezinkirina têkoşînê hat kirin. -
Li Iraqê yekemîn partiya jinan hate avakirin
Li Iraqê yekemîn partiya jinan a bi navê El-Mevda hat avakirin. -
13 welat 100 jin: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan
Di çarçoveya kampanya 'Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan' de ji 13 welatan 100 jin serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dan. -
Di şopa Marzieh Ahmadî de: Têkoşîna jin, helbest û berxwedan
Marzieh Ahmadî ya Oskuyî li welatekî ku jin lê hatibe bêdengkirin, bi helbest û çeka xwe li ber xwe da. Ew weke yek ji şoreşgerên jin ên ku qet nayên ji bîrkirin derbasî dîroka Îranê bû. -
Yekîtiya Jinên Kurd: Zimanê me rûmeta me ye, em ê bi hemû hêza xwe biparêzin
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, biryara ku li Misûl, Kerkuk û Diyalayê perwerdeya Kurdî qedexe dike re bertek nîşan da û gotin, “Kurdî nasnameya, dîrok û hebûna me ye. Zimanê me rûmeta me ye û em ê bi hemû hêza xwe biparêzin. -
Jin di Mihrîcana Mûnzûrê de axivîn: Hêza me ya herî mezin rêxistinbûna me ye
Di panela “Jin Rojavê Nîqaş Dikin” de ku di çarçoveya Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de hat lidarxistin, ji polîtîkayên malbatê heta keda jinê, ji civaka demokratîk heta birêxistinbûnê gelek mijar hatin nirxandin. -
Li Mêrsînê di 24 saetên dawî de 3 jin hatin qetilkirin
Li Mêrsînê di nava 24 saetan de 3 jin ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. -
Halîde Turkoglu: Roj roja hê bêhtir birêxistinkirina têkoşînê ye
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu got, “Îro ew roj e ku em qadên xwe yên têkoşînê bêhtir bi rêxistin bikin û van qadên têkoşînê bi têkoşîna xwe ya aştiyê ya bi rûmet re bi rengê herî xurt bikin yek." -
Dayikên Aştiyê: Eger aştî wê pêk were, divê tam pêk were!
Dayikên Aştiyê anîn ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kurdên ku bi salan e di nava şer de ne mizgînî ye û gotin, dora gavavêtinê ya dewletê ye. -
Di 8 rojan de 3 jin hatin qetilkirin
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 8 rojên dawî de 3 jin hatine qetilkirin û 5 jin jî neçarî xwekuştinê hatine kirin. -
Werîşe Mûradî: Tekane rê vegera ser hêza gel e
Werîşe Mûradî di nameya ji girtîgehê şand de got, "Tekane rê, vegera bo hêza bingehîn a gel e; di zimanên qedexekirî de, xwepêşandanên kolanan, torên hevgirtinê, hunera berxwedanê û bîranîna têkoşînên jibîrkirî de.” -
Corcêt Barsom: Li Suwêdayê jin bi xeteriyên mezin re rû bi rû ne
Seroka Yekîtiya Jinên Suriyan a Sûriyê Corcêt Barsom diyar kir ku li Suwêdayê rojane êrîş li jinan tê kirin û got, wê wekhevî û jiyana bi rûmet bi Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyeyê pêk were. -
Qiu Jin: Sembola berxwedan û têkoşînê
Weke jinekê ji dayik bû, weke şervanekê jiya û bi lehengî jiyana xwe ji dest da. Bi pênûsa xwe jin hişyar kir û bi şûrê xwe ji bo azadiyê şer kir! -
Jinên Abya Yala bi panelek Şoreşa 19’ê Tîrmehê silav kirin
Di salvegera Şoreşa Rojava de jinên Abya Yala li ser 19’ê Tîrmehê panelek onlîne lidar xistin. -
Jinan li gelek bajaran êrîşên HTŞ’ê şermezar kirin
Jinên ku bal kişandin ser rewandina zêdeyî 12 hezar jin û zarokên keç ên Elewî yên di êrîşên HTŞ’ê de banga lêkolînkirina rola dewleta Tirk ên di van sûcan de kirin. -
DEM Partî li Bursayê bi jinan re civiya
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Endama Koordînasyonê Gulbahar Gunduz û endamên Meclisa Jinan a Bursayê di çarçoveya "Di avakirina aştî û civaka demokratîk de hevdîtina jinan" de bi jinan re civiyan. -
KJK: Têkoşîna jinan wê bibe garantiya Sûriyeya demokratîk!
Koordînasyona KJK’ê salvegera 13’an a Şoreşa Jinê ya Rojava pîroz kir û got, “Berxwedan, rêxistinbûn û têkoşîna jinan wê bibe temînata herî mezin a Sûriyeya demokratîk.” -
Kongra Star salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir
Kongra Star salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir û got, “Bedelên wê çi dibin bila bibin dawiyê serkeftin wê ya azadîxwaz û demokrasîxwazan be.” -
KJK: Êrîşên HTŞ’ê destkeftiyên gelan û jinan hedef digire
Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku êrîşên dawî yên li ser gelê Durzî dewama komkujiyên li hemberî Elewiyan e û li dijî êrîşên HTŞ’ê yên li ser destkeftiyên jinan û gelan, banga têkoşîna hevpar li civaka navneteweyî û gelên herêmê kir. -
KBDH: Em ê Şoreşa Rojava biparêzin!
Konseya Giştî ya KBDH’ê got, “Em hevrêyên xwe yên ku beriya 10 salan roja 20’ê Tîrmehê di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranînên wan re dubare bikin.” -
'Hesabên şaş li ser Kurdan nekin!'
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hişyarî da ku bi êrîşên li Suwêdayê re hewl didin pêşî li êrîşên li ser Rojava vekin û got, "Li ser Kurdan ti carî hesabê şaş nekin." Platformê banga yekîtiyê li hêzên Kurd kir.