JIN
Hemû Nûçe
-
Li Bogota 34’emîn festîvala “Ji bo Aştiyê Jin Li Ser Dike ne” hate lidar xistin
34’emîn Festîvala "Ji bo Aştiyê Jin Li Ser Dike Ne", ku li Bogota Kolombiyayê hate lidarxistin, jinên ji çar aliyên cîhanê anî cem hev da ku bi rêya çand û hunerê ji bo aştiyê têbikoşin. -
Li Wanê atolyeya qirkirina jinan: Divê jin pêşengiya pêvajoyê bikin
Endama Akademiya Jineolojiyê Fîgen Aras di atolyeya jinê de axivî û got, “Em azad nebin civak azad nabe. Divê jin pêşengiya pêvajoyê bikin. Divê em bizanibin ku azadiya me wê bibe wesîleya azadiya civakî û tevli pêvajoyê bibin.” -
Li Mêrdînê mirina bi guman a 2 jinan
Li navçeyên Artûklû û Dêrikê yên Mêrdînê 2 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
Ji bo Salîha Akkaş ya ku tevî biryara parastinê hebû hat qetilkirin daxuyanî hat dayîn
Jinan ji bo karmenda meclîsê Salîha Akkaş a ku ji aliyê mêrê ku ew di pêvajoya hevberdanê de bû, hat qetilkirin li Çewlîgê daxuyanî dan. -
Li Westanê Navenda Jiyana Jinan a Tamara hat vekirin
Şaredariya Westanê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye ji bo jinan Navenda Jiyana Jinan a Tamara vekir. Bi sedan jin beşdarî merasîma vekirinê bûn û peyama “Jin wê jiyanê ji nû ve ava bikin û jin wê bajaran bi rê ve bibin” dan. -
‘Divê hemû jinên Sûriyeyê yekîtiya xwe ava bikin’
Cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed bal kişand li ser bandora pêşveçûnên li başûrê Sûriyeyê û li Siweydayê li ser jinên Sûriyeyî û diyar kir ku ji bo parastina mafên jinan, avakirina yekîtiya jinan pêwîst e. -
Tundiya mêr zêde dibe: Di 3 mehan de 350 jinan serî li baroyê dan!
Li Amedê tenê di 3 mehan de 350 jin ji ber tundî û gefa li ser xwe serî li Navenda Alîkariya Edlî dan. Parêzer Cansel Talay bi gotina, “Ev rewş pir xeter e” bertek nîşanî tundiya mêr da. -
Cezayê disiplînê dan Leyla Guven û 11 jinên girtî
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di nav de li 12 jinên girtî re ji ber protestoya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, cezayê disiplînê hate birîn. -
Di meha Tîrmehê de herî kêm 28 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya Jinnews a meha Tîrmehê, li Tirkiyeyê 28 jin û 3 zarok hatine qetilkirin, 25 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
Jinên Elewî: Em amade ne ku bibin hilgirên aştiyê
Meclîsa Jinan a DAD û DAKB’ê destnîşan kirin ku destûreke nû ya ku li ser bingeha aştî, heqîqet û hemwelatîbûna wekhev esas digire êdî bûye neçariyek û gotin: “Em di pêvajoya destûra nû de amade ne ku bibin xwedî gotin û bibin hêza hilgirê aştiyê.” -
Li Hesekê komxebata piştgiriya jinên Siwêdayê: Hikûmeta veguhêz ji parastina welatiyan berpirsyar e
Komxebata piştgiriya jinên Siwêda ku li Hesekê hat lidarxistin bi encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de komkujiyên li Siwêda hatin şermezarkirin û hat gotin ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ji parastina welatiyan û misogerkirina ewlekariyê berpirsyar e. -
Adîle Xan: Sembola wêrekî û edaletê
Serokeke bi hêz, dîplomateke wêrek û sembola edaletê... Adîle Xan kesayeteke ku di têkoşîna serxwebûnê ya Kurdan de mohra xwe li serdemê xist, gelê xwe kir yek û di qada siyasî de hêza jinê nîşanî cîhanê da. -
‘Komkujiya Şengalê divê di asta navneteweyî de wekî qirkirin bê naskirin’
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî, di 11’emîn salvegera qirkirina Êzidiyan de, bang li civaka navneteweyî kir ku edaletê pêk bîne û got: “Komkujiya li Şengalê divê di asta navneteweyî de wekî ‘qirkirin’ bê naskirin.” -
KBDH’ê li dijî tundiya li ser jinê banga berxwedana topyekûn kir!
Konseya Giştî ya KBDH’ê got, “Li dijî qetilkirina bi dehan jinan ên li malan, kolan û cihên kar hêrsa me mezin e! Em berxwedan û serhildana xwe li dijî sûcdaran, hêzên ku wan diparêzin û îstîsmarkaran berfireh bikin.” -
YPJ: Em ê têkoşîna xwe ya ji bo jinên Êzidî bidomînin
YPJ’ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxê de destnîşan kir ku hovîtiya ku hate kirin nehat jibîrkirin û ew ê têkoşîna xwe ya ji bo jinên Êzidî bidomînin. -
Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd fermana Êzidiyan şermezar kir
Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd daxuyand ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî civaka Êzidî sûcê dijmirovahiyê pêk hat û bang li civaka navneteweyî, hikûmet û saziyên peywendîdar kir ku gavên lezgîn biavêjin. -
MKG’ê rapora meha Tîrmehê eşkere kir
MKG’ê di rapora meha Tîrmehê de destnîşan kir ku rojnamegereke jin hatiye binçavkirin û 3 jî îfade dane. -
Hejmara Tebaxê ya rojnameya Newaya Jin derket
Hejmara Tebaxê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Ew Çend Kêliyên Ku Herikîna Dîrokê Guherandin" bû. -
Guneş Ozel: Li Sûriyeyê jin tên qirkirin
Endama Platforma Jinan a Dîcle Amedê Guneş Ozel destnîşan kir ku li Sûriyeyê li pêş çavê hemû cîhanê jin ji aliyê komên cîhadîst ve tên qetilkirin û got, divê her kes li dijî vê yekê derkeve qadan. -
Kelecana manîfestoyê ya gerîlayan
Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd diyar kirin ku “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di wan de coşeke mezin çêkiriye û gotin: “Em hewl didin ku fêm bikin ka Rêbertî çi dibêje. Me hîs kir ku Rêbertî ji her demê zêdetir nêzî me ye.” -
Li Tîgrayê leşker tundiya zayendî wekî çekek şer bikar tîne
Bijîşkên Mafên Mirov (PHR) û Rêxistina Dad û Berpirsyariyê ya Qeraxa Afrîkayê (OJAH)ndestnîşan dike ku leşkerên Etiyopya û Erîtreyê bi awayekî sîstematîk destavêtinên komî û êşkenceya zayendî kirine û gotin: "Destavêtin wekî çekek şer bikar tînin." -
Kampanyaya ‘Bi hev re ji bo parastina jinên li Siwêdayê ji qirkirinê’ hate destpêkirin
Platforma Çalakiyên Hevbeş ya Jinên a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku kampanyaya bi navê “Bi hev re ji bo parastina jinên li Siwêdayê ji qirkirinê” dane destpêkirin. -
‘Têkoşîna aştiyê ji bo jinan jiyanî ye’
Endama Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye Rûşen Şeydaoglû diyar kir ku polîtîkayên şer ên li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê herî zêde bandor li ser jinan dike û destnîşan kir ku têkoşîna aştiyê ji bo jinan jiyanî ye. -
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 4 mehan de 45 jin hatin qetilkirin
Rêxistina Mafê Mirovan ya Herana diyar kir ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nava 4 mehan de 45 jin hatine qetilkirin. -
Ji jinên ciwan ji bo şehîdên pêşeng klîbek
Komîteya Ragihandinê ya Komalên Jinên Ciwan ji bo bîranîna şehîdên jin ên pêşêng Bîşeng Birûsk, Sara Hogir Riha û Vejîn Jiyan klîbeke amade kir.