Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Ji Rêber Apo re wê hezar û 500 name bêne şandin

Jinên ji 6 bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê hezar û 500 nameyan ji Rêber Apo re bişînin.

Di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de, Kongra Star rêzeçalakî li bajarê Hesekê li dar xistin. Îro jî bi komkirina nameyan û bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî kir. Nameyên ku li 6 bajaran; Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Til Birak, Hol û Şedadê hatibûn nivîsandin, îro radestî navenda giştî ya Kongra Star a bajarê Hesekê kirin. Kongra Star dê wan nameyan bişîne Îmraliyê.

Daxuyaniya têkildarî mijarê ji hêla endama Kongra Star Alaa Îbrahîm ve hate xwendin. Hate gotin çalakiya wan di 9'ê Îlonê de dest pê kiribû û li Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Til Birak, Hol û Şedadê bi rê ve çû.

Kongra Star diyar kir ku li her şeş bajaran 1500 name ji Rêber Apo re hatine nivîsandin û wê jê re bişînin.