JIN
Hemû Nûçe
-
Rohilat Efrîn: Parastina civak û jinên Sûrî erka me ye
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn diyar kir ku mîrasa têkoşîna YPJ’ê berdewamiya mîrasa jinên cîhanê ye û destnîşan kir ku YPJ wê erka xwe ji bo civakê berdewam bike heta ku pargalek ne navendî û demokratîk pêk were. -
Êrîşa li ser malbata ku muzîka Kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
Jinan li Antakyayê êrîşa li ser malbata Kurd ya ji ber muzîka Kurdî bi daxuyaniyekê şermezar kirin. -
Girtiya siyasî: Êrîşên li hemberî Pexşan Ezîzî zêde bûne!
Girtiya siyasî Saye Sîdal têkildarî êrîşên derûnî û fîzîkî yên li hemberî Pexşan Ezîzî hişyarî da û banga demildest rawestandina van êrîşan kir. -
Cudakariya di qanûnên hemwelatîbûnê de jinan ber bi xizaniyê ve dibe
Equality Now û Kampanyaya Cîhanî ya ji bo Mafên Hemwelatîbûnê yên Wekhev ji bo dawî li cudakarî bê anîn banga çalakiyê kirin. -
Jin ji bo Ayşe Tokyaz rabûn ser piyan: Hesab wê were pirsîn!
Li ser banga KCDP û GFF'Ê gelek jin li navçeya Kadikoy a Stanbolê kom bûn û polîsê berê Cemîl Koç ê ku xwendekara zanîngehê Ayşe Tokyaz qetil kir, protesto kirin. -
Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin
Li Şengalê, di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendinê’ de, Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê semînerek lidar xist. Di vê semînerê de nameya Rêber Ocalan hate nirxandin. -
Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra
Li çiyayên pîroz ên kevnar ê gelê Êzidî, jinekê serî hilda: Navê wê Xatûna Fexra ye. Ew şervan, pêşeng û îlhamê baweriyê bû. Kesayetek bi hêz bû ku gelê xwe li dijî zilmê kir yek û ji bo eniyên parastinê bang li jinan kir. -
Dayikên Aştiyê: Bila nifşê nû di nava aştiyê de bijîn!
Dayikên Aştiyê yên ku hem bi xemgînî û hem jî hêstirên kêfxweşiyê temaşeyî merasîma çek îmhakirinê, wiha gotin: “ “Me ji bo aştiyê pir têkoşiya. Em îro jî dibînin ku duayên me qebûl bûn. Her tişt ji bo nîfşên piştî me di nava aştiyê de bijîn e.” -
Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn
Li bajarê Venlo yê Hollandayê bi sernavê "Civaka dayikî ya ji bo paşerojê" festîvalek hate lidarxistin û bi sedan jin tevlî bûn. -
Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne
Jinên ku ji bo aştiyeke mayinde û bi rûmet li Enqereyê li hev kmo bûn, li ber deriyê Meclîsê daxuyaniyek dan. Jinan gotin, "Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne." -
Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
Jinên ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê hatin ba hev. Polîs dixwazin meşa jinan asteng bikin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin
Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku meha borî herî kêm 10 jin hatin qetilkirin. -
KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), ragihand ku di nava 6 mehên pêşîn ên sala 2025’an de 136 jin hatin qetilkirin û 145 jin jî di nava şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dan. -
TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera 11'emîn a Qirkirina Êzidî ya 3'ê Tebaxa 2014'an daxuyaniyek da. -
Ji EŞÎK'ê hişyariya li ser 'mîrateyê': Em ê dest ji mafê xwe bernedin
Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) têkildarî nûçeyên ku dibêjin parvekirina wekhev a mîrateyê bi dawî bûye, daxuyaniyek da û diyar kir ku bi van gotinan hewl tê dayin ku zext li jinan bê kirin. -
Hûda Sha’arawî: Pêşengek ku rê li ber jinên Misrê vekir
Hûda Sha’arawî li Misrê bi gavên xwe yên wêrek bû pêşenga têkoşîna azadiya jinê û bi rakirina pêçeya li ser rûyê xwe re, cesaret da jinan ku dengê xwe bilind bikin. -
MKG: Di mehekê de 7 rojnamevan hatin binçavkirin, 2 jî hatin girtin
MKG’ê, Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanên Jin a Meha Hezîranê parve kir. -
JinNews: Mehekê herî kêm 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
Li gorî daneyên Ajansa Jinê JinNews meha Hezîranê herî kêm 19 jin û zarokek hatin qetilkirin, jin û zarok jî di nav de 10 kes bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. -
Encamnameya komxebata jinan a li Silêmaniyeyê hate eşkerekirin
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ li gorî rol û mîsyona xwe ji bo 3’emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Neteweyî bikin û ji bo nûnertiya wekhev a jinan di her qadê de polîtîkayan bihilberîne. -
Komxebata ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hate lidarxistin
Di komxebata ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ ya li Silêmaniyê hat lidarxistin de ji bo azadiya jinê banga yekîtiyê hate kirin. -
Li girtîgeha Sine zexta li rojnamevana Kurd
Hate ragihandin ku rojnamevan Muderîs Gurcî ya li girtîgeha Sine tê ragirtin, li mafên xwe bêpar tê hiştin û zext lê tê kirin. -
Halîde Turkoglû: Divê kirdeya sereke ya pêvajoyê jin bin
Halîde Turkoglû têkildarî pêvajoya çareseriyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, tundiya li dijî jinê, polîtîkayên bêcezahiştinê, demokrasiya herêmî, girtîgeh û mijarên derbarê tenduristiya jinê peyamên girîng da. -
‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû gotin, gelekî girîng e ku jin yekîtiya komunên xwe ava bikin, bi vî rengî hem jiyanê ava bikin û hem jî xwe biparêzin. -
Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan
Jinên Cizîra Botan li dijî qetilkirina jinan meşiyan û bertek nîşanî qetilkirina jinan dan. -
Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin
Li gorî daneyên RojNewsê di meha Hezîrana 2025’an de li bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê 3 jin hatine qetilkirin û 4 jinên parêzer jî di bin çavan de rastî tundiyê hatine.