Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

DAKB: Jin Jiyan Azadî veguherî meşaleyeke azadiyê

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) bi wesîleya salvegera 3’yan a qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ji dewleta Îranê ve, daxuyanî da û bang kir ku li dijî her cure zext, tundî û polîtîkayên îdamê divê piştevaniya jinan were mezinkirin.

DAKB’ê daxuyaniyek nivîskî da û bi bîr xist ku beriya 3 salan polîsên exlaq Jîna Emînî qetil kir. DAKB’ê got, “Mirina wê di têkoşîna azadiyê ya jinan de bûye xaleke werçerxê ya dîrokî. Qêrîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li pey wê bilind bû, li Rojhilatê Kurdistanê belavî tevahî cîhanê bû û veguherî serhildana hevpar a jinan.”

DAKB’ê diyar kir ku piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildaneke bêhempa destpê kir û piştre zext jî zêde bûn û got, “Tenê di meha Îlonê de 4 jin jî di nav de 92 kes hatin îdamkirin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Îro Şerîfe Muhammedî, Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Nasim Gholami Simiyarî yên bi xeteriya îdamê tên darizandin, bûne sembola vê têkoşînê.”

DAKB’ê destnîşan kir ku serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” veguheriye meşaleyeke azadiyê ku ti carî navemire û got, “Weke DAKB di şexsê Jîna de em xwedî li têkoşîna hemû jinên hatine qetilkirin derdikevin. Azadiya jinan azadiya gelan e. Em bang dikin ku li dijî her cure zext, tundî û politikaya îdamê piştevaniya jinan û têkoşîna wekheviyê ya gelan were mezinkirin.”