Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Londonê wê ‘Bîranîna Jîna Emînî û Hevdîtina Jinan’ bê lidarxistin

Meclîsa Jinan a Jiyan wê di 14’ê Îlonê de li Londonê jinên ji gelên cuda bîne ba hev. Di bîranînê de li gel axaftinan, performansên hunerî jî cih bigirin.

Ji bo bîranîna Jîna Emînî çalakiya “Jîna Emînî û Hevdîtina Sosyal a Jinan” 14’ê Îlonê di saet 14:00’an de li Navenda Civaka Kurd a London Haringeyê were lidarxistin.

Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan ve tê organîzekirin, armanc dike ku bîranîna Jîna Emînî û hemû jinên hatine qetilkirin bide jiyîn. Her wiha armanc dike ku qadekî ku jin bikaribin li hev bicivin, parvekirinê bi hev re bikin, piştevaniyê bikin û bi hev re hilberînîn, ava bike.

Di çalakiyê de nivîskara femînîst û damezrênera Women for Refugee Natasha Walter, Berdevka One Law for All Maryam Namazie, ji Komîteya Parlamentoya PJAK’ê Mehtî Rezaî, ji Yekîtiya Jinên Iraqê- Ingilistanê Noura Sabrî, Parêzvana mafên jinan a Tamîllî Dr. Shîrona Judê-Manorajf, aktivîsta mafên jinan a Efgan û damezrênera Dewa Trust Foundatîon Dewa Khan û Hunermend Frent Pavrî wekî axaftvan cih bigirin.

Hunermenda perkusyon a bixelat û damezrînera Zagors Ensemble Sara Fotros, hunermend EKA a ji Ukranyayê û Royal Albert û hunermenda Kurd Suna Alan ku derdikeve ser dîkên TEDx’ê, di çalakiyê de derkevin ser dîkê.

Di daxuyaniya Meclîsa Jinan a Jiyan de wiha hate gotin: “Em bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dimeşin. Ev hevdîtin bi qasî ku bîranînek e, di heman demê de roja pîrozkirina hêz û bihevrebûna jinan e.”

Çalakî beleş e û wê ji her kesî re vekirî be.

Cih: Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, 11 Portland Gardens, London N4 1HU

Dîrok: 14’ê Îlonê di saet 14:00’an

Ji bo yên ku dixwazin agahiyên zêdetir bigirin:  [email protected]