Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Ji Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk ji bo festîvalê banga tevlîbûnê

Jinên ji Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33'emîn ku wê 13'ê Îlonê pêk were, banga tevlîbûnê kirin.

JI DAKB'Ê BANGA JI BO TEVLÎBÛNA LI FESTÎVALÊ

Bi navê yekîtiyê Berdevka DAKB'ê Songul Morsumbul daxuyanî da û bang li jinên Elewî hemûyan û civaka Elewî kir ku beşdarî festîvalê bibin û têkoşîna çandî, siyasî, civakî û piştevaniyê xurt bikin.

Morsumbul got, "Di vê demê de ku cîhan bûye qada şer, ji bo aştiyê çek hatin şewitandin. Azadiya jinan, demokrasiya civakî û aştî daxwazên bingehîn ên jinan e ku dest jê nayê berdan. Lewma ji bo bilêvkirina daxwazên çandî, civakî û siyasî yên Kurdan di 13'ê Îlonê de li Dortmundê Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33'emîn tê lidarxistin."

Di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna festîvalê bang hate kirin û hate gotin, "Em bang li civaka Elewî û jinên Elewî yên li Ewropayê dikin ku di festîvalê de piştevanî û têkoşîna siyasî, civakî û çandî bilind bikin. Jin, Jiyan, Azadî."