JIN
Hemû Nûçe
-
Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Şopên lêdanê vedişêrin û dibêjin ‘xwe kuştiye’
Li Wanê 8 mehan 14 jin bi gumanbarî mirin. Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor işaret bi zêdebûna mirina bi guman kir û got, “Ev mirin polîtîk in; jinên ku ji bo wan gotin ‘xwe kuştine’ li ser bedena wan şopa lêdanê hate dîtin.” -
Li Herêma Kurdistanê mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jî bi gumanbarî mirin
Li gorî daneyên ku ji aliyê Rojnewsê ve hatine berhevkirin, meha Tebaxê li Herêma Kurdistanê 3 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 5 jin jî bi gumanbarî mirin. -
Tevgera Şemiya Mor: Erdhejê xanî, Talîbanê jî hêvî hilweşand
Piştî erdheja li eyaleta Kunar a Efganistanê ku zêdeyî 1.400 kesî jiyana xwe ji dest dan, Tevgera Şemiya Mor daxuyaniyek da. -
Jin têkildarî tundiya psîkolojîk û aborî têne agahdarkirin
Saziyên jinan ku li hemberî tundî û kuştina jinan daketin qadan, hewl didin balê bikişînin ser tundiyê. Civaknas Eylem Kaya got, “Gelek caran haya jinan ji tundiya li wan tê kirin nîne û tundiyê fêhm nakin.” -
Jin aştiyeke çawa dixwazin?
Jinên ji Amedê bersiv dan pirsa ‘Aştî çiye?’ û bal kişandin ser wekhevî û azadiyê. Jinan gotin, “Em aştiyeke welê dixwazin ku tundî û komkujiyan bi dawî dike.” -
Li Mêrdînê li dijî qetilkirina jinan banga xurtkirina têkoşînê hat kirin
Platforma Jinan a Şahmaran li dijî komkujiyên li ser jinan li navçeya Qoserê meş li dar xist û daxuyanî da. Jinan li dijî komkujiyên li dijî jinan banga têkoşînê kirin. -
Li Hollandayê ji bo jinan xaza îsotê di rojevê de ye
Wezîrê Edaletê yê Hollandayê David van Well, piştî qetilkirina Lisa ya 17 salî ya di 20 Tebaxê de ya bi awayekî hovane ji bo ku jin bikaribin xwe biparêzin, destûra hilgirtina xaza îsotê (spreya xweparastinê) xist rojevê. -
PAJK: Em evîndara azadiyê, fermandara fedayî ya Apoyî Bêrîtan Amed bi rêzdarî bi bîr tînin
Koordînasyona PAJK’ê got, “Hevrêya me Bêrîtan berxwedaneke pir mezin, têkoşîn, hezkirina hevrêtiyê, dilsozî, îrade û gelek taybetmendiyên din ên bedew tevlî 33 salan kir û 27’ê Tebaxa 2025’an tevlî karwanê şehîdên nemir bû.” -
TAJÊ bi nameyekê bang li Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê kır
TAJÊ nameyek ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê re şand û bang lê kir ku di bin navê 'entegrekirinê' de dest ji rojeva xwe ya mayindekirina koçberiyê berde û derfetên vegera Şengaliyan a li cih û warên xwe biafirîne. -
Rapora MKG'ê: Pênc rojnamegerên jin hîn jî girtî ne
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Rapora Binpêkirina Mafan a Tebaxa 2025'an weşand. Li gorî raporê zext û zordariya li ser rojnamegerên jin dewam dike. -
Li Nîjeryayê bi îdîaya 'heqareta li pêxember' jinek hate şewitandin
Li eyaleta Nîjerê ya Nîjeryayê jinek bi îdîaya ku 'heqaret' li pêxemberê Îslamê Mûhammed kiriye, ji aliyê girseyeke bi hêr ve hate şewitandin û bi rengekî hovane hate qetilkirin. -
Platforma Yekitiya Jinên Kurd ên Bakur: Yekîtiya me hêza me ye
Platforma Yekitiya Jinên Kurd ên Bakur bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got, "Aştî ne tenê bêdengiya çekan e; aştî hewcedariyeke mirovî ye ku tê de her kes bi nasname, ziman û çanda xwe bi azadî bijî." -
Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin derket: Aştiya jinan parastina jiyana azad e
Di rojnameyê de rola pêşengiyê ya jinan a li pêvajoya avakirina civaka demokratîk, rêxistiniya komun a avakirina civaka demokratîk û rê û rêbazên parastina jiyana wekhev û azad hate nirxandin. -
Li Îtalyayê hemwelatiya fahrî dan sê jinên ku cezayê îdamê lê hatine birîn
Li bajarê Fabriano yê Îtalyayê hemwelatiya fahrî dan Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhammedî û Werîşe Muradî yên ku ji aliyê dewleta Îranê ve cezayê îdamê lê hatine birîn. -
Jinan xutbeyên Diyanetê protesto kirin û serlêdana sûc kirin
Li gelek bajaran xutbeyên Serokatiya Diyanetê ku destkeftiyên jinan hedef digirin, ji aliyê jinan hatin protestokirin. Jinan bi daxwaza darizandina berpirsyaran çûn edliyeyan û serlêdana sûc kirin. -
Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî: Em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad
Di Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî de mîrateya berxwedana dîrokî, hilweşînên ji ber fermanan û pêwîstiya ku divê ji bo civakekî azad were birêxistinkirin, hate nîqaşkirin. Komxebat bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. -
‘Şengal wê bibe navenda ronakbîriyê ya Êzidiyan’
Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî ya bi pêşengiya TAJÊ li Şengalê hatî lidarxistin, bi semîner û nîqaşan dewam dike. -
‘Hûn bi qedexeyê nikarin aştiyê tune bikin, em ê aştiyê ava bikin’
Meclîsa Jinên Ciwan a Stenbolê ya DEM Partiyê xwest li Dolapdere ya Stenbolê meş û şahiyê lidar bixe, lê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Jinan nerazîbûn nîşan dan û gotin, “Hûn bi qedexeyê nikarin aştiyê tune bikin.” -
TJK-E’yê ji bo rawestandina cezayên îdamê bang kir
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bang li hemû jinan kir ku li dijî cezayên îdamê yên li hemberî jinên aktîvîst ên li Îranê, dengê xwe bilind bikin. -
Li ser fikrên Rêber Apo Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî destpê kir
Li Şengalê li ser fikir û pêşniyarên Rêber Apo Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî tê lidarxistin. Bi sedan jin tevlî komxebatê bûn û rola jinan a di veguherîna civakî de dinirxînin. -
Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne daxwazek e, mafek e
Meclîsa Jinên Ciwan a DEM Partiyê bi boneya 1’ê Îlonê xwestin heta Mala Piştgiriyê ya Guneş a Dolapdere bimeşin, lê rastî astengiya polîsan hatin. Li ser vê yekê jinan li vir daxuyanî da û gotin: “Em parêzvanên aştî û azadiyê ne.” -
Cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mûhammedî hate birîn, hate şermezarkirin
Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê bi daxuyaniyekê biryara darvekirinê ya dewleta Îranê şermezar kir ku li Şerîfe Mûhammedî hatiye birîn. -
Dadgeha Îranê 21 meh cezayê girtîgehê da Mutehere Gûneyî
Dadgeha Şoreşê ya Tahranê, 21 meh cezayê girtîgehê da Mutehere Gûneyî ya ku aktivîsta mafên jinan e. -
Sîda Yildiz: Di cihêbûnê de ‘navbeynkarî’ wê jinê bêdeng bike
Ji Komîsyona Jinan a OHD’ê Parêzer Sîda Yildiz diyar kir ku navbeynkarî wê mafê jinê binpê bike, jinê wê bêdeng bike. -
'Pêvajoya aştiyê bêyî jinan nameşe'
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol got, “Em neçar in karekî wleê bikin ku gotin, temsîliyet û rola jinê ya li nava avakirina aştiyê serwer be. Heta ku jin nebe, pêvajoya aştiyê nikare bê meşandin.”