Li Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş meşa girseyî

Xwendekarên Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş a ku li Wanê bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da, meşiyan.

JI BO ROJÎN KABAÎŞ MEŞ

Bi pêşengiya Xeta Jinê li ber Fakulteya Fen meş destpê kir û li ber Fakulteya Perwerdeyê bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.

Malbata Rojîn Kabaîş, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, rêveberên DBP’ê û gelek xwendekar tevlî çalakiyê bûn. Beşdaran dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Kuştina jinan polîtîk e” berz kirin.

Li ser navê xwendekaran Bêrîvan Îgin axivî û diyar kir ku di rapora tibê de li ser bedena Rojîn DNA’ya ayîdê du mêran hate dîtin û got, “Ev cinayet ne tenê li dijî Rojîn, êrîşeke li dijî hemû jinan e.

Kî ne, çima tên parastin?”

Dayika Rojîn, Aygul Kabaîş jî xwest ku kujerên bên eşkerekirin û got, “Keça min xwe nekuştiye.”

Aygul Kabaîş destnîşan kir ku heya kujer tên dîtin, ew ê têbikoşin.

Ji ber ku di dema meşê de polîsan tedbîr negirt, wesayîtekê li xwendekarekê xist. Xwendekarê birîndar rakirin nexweşxaneyê û hat ragihandin ku xeteriya jiyanî nîne.