Jinên Kurd ên li Fransayê ji bo meşa li Kolnê bang kirin
Jinên Kurd ên li Mantes-la-Jolie ku nêzî paytexta Fransa Parîsê ye, li Komeleya Çanda Kurd li hev kom bûn. Jinan ji bo meşa 8'ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin.
Jinên Kurd ên li Mantes-la-Jolie ku nêzî paytexta Fransa Parîsê ye, li Komeleya Çanda Kurd li hev kom bûn. Jinan ji bo meşa 8'ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin.
Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) hewl dide bi karên jinûve avakirinê bersivê bide pêvajoya ku bi Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a 27'ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kir.
Jinên Kurd ên li herêma Mantes-la-Jolieyê ku nêzî Parîsê ye, pirsgirêkên xwe û rêyên çareseriyê nîqaş kirin.
Jinan diyar kirin ku bersiva herî baş li pêvajoyê zêdekirina karên perwedeyî, xurtkirina rêxistinî û çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Jinan ji bo meşa 8'ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin ku wê ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin.
Jinan diyar kirin ku wê tevlî meşa li Kolnê bibin û di serî de jin her kes vexwend meşa azadiyê ya li Kolnê.