JIN
Hemû Nûçe
-
TJA: Dengê jinên Efganîstanê banga hevpar a têkoşîna jinan e!
Tevgera Jinên Azad (TJA), diyar kir ku li Efkanîstanê mafê jinan ê jiyanî, perwerdehî, tenduristî û hebûna giştî bi rêya qedexeyan bi awayekî sîstematîk tê hedefgirtin û banga berpirsyarî girtinê li civaka navneteweyî kir. -
Li Riha, Êlih û Mêrdîn pêşkonferansên Dayikên Aştiyê
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de beriya Konferansa Dayikên Aştiyê ya 18-19'ê Cotmehê, li Riha, Mêrdîn û Êlihê pêşkonferans hatin lidarxistin. -
Konferansa Hevgirtina Jinan bi dawî bû
Konferansa "Hevgirtina Jinan Bingeha Avakirina Edalet û Demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" bi ragihandina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de teqezî bi pêşxistina pirrengiya neteweyî û olî û xurtkirina têkoşîna jinan li Sûriyeyê hat da -
Jin divê bêyî cudahiya etnîkî yek bin
Li Hesekê konferansek jinê hate lidarxistin, tê de hate gotin ku azadiya jinê bingeha azadiya civakî ye û bêyî beşdariya jinan di mekanîzmayên biryargirtinê de demokrasiyeke rastîn nayê avakirin. -
Rohilat Efrîn: YPJ bûye artêşeke hevbeş a jinên Sûriyeyê
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn li ser girîngiya parastina rewa rawestiya û got, "Êşên ku li Efrîn û Serêkaniyê hatin jiyîn bedela bêparastinê ye. YPJ artêşa hemû jinên Sûriyeyê ye." -
Foza Yûsif: Destûreke ku jinan tine dihesibîne ne demokratîk e
Foza Yusif di konferansa li Hesekê axivî û diyar kir ku destûra ku mafên jinan misoger neke wê ne adîl be. Nûnerên ji neteweyên din peyama "Aştiya rastîn tenê bi diyaloga di navbera gelan û pêşengiy jinan de dikare were bidestxistin" dan. -
Konferansa Hevgirtina Jinan tê lidarxistin
Li bajarê Hesekê yê Rojava konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya ne navendî û yekgirtî" tê lidarxistin. -
Lijneya Giştî ya Jinan a HDK'ê pêk hat
Meclisa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê 14'emîn Lijneya Giştî ya Jinan li Navenda Giştî ya HDK'ê ya li Beyoglûyê li dar xist. -
Meclîsa Jinan li Gokçeadayê bi jinan re civiya
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Gokçeada ya Çanakkaleyê di çarçoveya "Civînên Jinan ji bo Avakirina Aştî û Civakên Demokratîk" de bi jinan re civiya. -
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Botanê: Heta Rêberê me azad nebe çareserî nabe
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Botanê bertek nîşanî biryara demkî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya derbarê "mafê hêviyê" yê Rêber Apo da. -
Rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Sumeye Reşîdî giran bû
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya girtiya siyasî ya Kurd û aktivîsta Kampanyaya Mîlyonek Îmzeyan Sumeya Reşîdî ya li Îranê girtiye, girantir bûye. -
Prof. Bromberger: ‘Jin Jiyan Azadî’, serhildaneke li hemberî pergala baviksalar e
Prof. Christian Bromberger diyar kir ku felsefeya ‘’Jin Jiyan Azadî’’ li hemberî pergala baviksalarî ya dixwaze serweriyê li azadiya jinan û laşê wan bike, serhildanek e. -
Li Rojhilatê Kurdistanê gef û zexta li ser aktîvîstên jin
Hate ragihandin ku dewleta Îranê zextên xwe yên li ser jinên li Rojhilatê Kurdistanê zêde kirine. -
Rêxistinên mafên mirovan ji bo dermankirina Zeyneb Celaliyan bang kirin
Ji herêmên cuda yên Îranê û cîhanê 22 rêxistin û 12 aktîvîstên mafên mirovan bi daxuyaniyeke hevpar bang kirin ku girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan tavilê bê dermankirin. -
Ji Zeyneb Celaliyan name
Zeyneb Celaliyan ku 20 sal in ji aliyê dewleta Îranê ve dîl hatiye girtin, bi nameyekê got, "Belê, vê rejîmê em bi saxî veşart. Lê belê weke ku Che Fuebara jî got; Xwestin me binax bikin, lê nizanîbûn ku em tov in û şîn dibin." -
Li Linzê bîranîna Jîna Emînî û jinên hatin qetilkirin
Li bajarê Linz ê Awûstûryayê, di şexsê Jîna Emînî de ya li Tehranê hate qetilkirin, hemû jinên bûn qurbanê tundiya serweriya mêr hatin bîranîn. -
HPJ'ê bang li jinan kir: Ber bi civaka demokratîk û aştiyê gavê biavêjin
HPJ'ê şehîdên şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' bi bîr anî û bang li jinan kir ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ber bi civaka demokratîk û aştiyê gavê biavêjin û berxwedana jinan veguherînin şoreşa jinan." -
Di salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de banga yekîtî û têkoşînê
Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê bi wesîleya salvegera serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya ku bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, daxuyaniyek weşand. -
Li Rojava Jîna Emînî hate bîranîn, serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ hate silavkirin
Di salvegera 3’yan a serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de li Qamişlo û Kobanê Jîna Emînî hate bîranîn. -
Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' manîfestoya jiyana azad e
Werîşe Mûradî bi wesîleya salvegera şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' peyamek weşand û got, "Divê em vê rojê ne tenê weke rojeke bîranînê dibînin, divê bibe manîfestoya jiyaneke azad." -
Rêxistinên jinan kampanyaya 'Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin' dan destpêkirin
Rêxistinên jinan ên ku li Wanê kom bûn û ji bo balê bikişînin ser zêdebûna kuştinên jinan û mirinên gumanbar kampanyaya sê mehan dan destpêkirin. -
Nêrgiz Mihemedî bertek nîşanî êrîşa li ser girtiyên jin da: Hewl didin tolê hilînin
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî bertek nîşanî êrîşa gardiyanan a li ser qawîşa girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Jinan a Karçakê, da. -
Jinên navdar ên cîhanê ji bo Rêber Apo name ji Konseya Ewropayê re şandin
Jinên navdar ên ji welatên cuda ji bo “mafê hêviyê” ji Rêber Apo re were naskirin, nameyeke hevpar ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa re şandin. -
DAKB: Jin Jiyan Azadî veguherî meşaleyeke azadiyê
Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) bi wesîleya salvegera 3’yan a qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ji dewleta Îranê ve, daxuyanî da û bang kir ku li dijî her cure zext, tundî û polîtîkayên îdamê divê piştevaniya jinan were mezinkirin. -
TJK-E: Heta azadkirina jiyanê em têkoşînê bilind bikin
TJK-E'yê bi wesîleya salvegera 3'emîn a serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' daxuyanî da û got, "Heta azadkirina jiyanê em bi hev re têkoşînê mezin bikin." TJK-E'yê bernameya çalakiyan eşkere kir.