Ji bo şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê bîranîn

Meclîsa Kongra Star a Eyn Îsa di salvegera 33’yan a şehadeta Bêrîtan de merasîmek lidar xist.

Meclîsa Kongra Star a bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê di salvegera 33’yan a şehadeta wê de, bîranîna şehîd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) li dar xist. Bi dehan jinên bajar beşdarî bîranînê bûn.

Di bîranînê de rêvebera Kongra Star Ruqeya Mihemed behsa jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan a di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de kir.

Ruqeya Mihemed diyar kir ku têkoşer Bêrîtan li hemberî siyasetên înkar û çewisandinê rabû. Her wiha destnîşan kir ku çalakiya wî ya li hemberî xeta xiyanet û dagirkeriyê bû xaleke werçerxê di dîroka têkoşîna jina Kurd de.

Her wiha soza domandina rêya şehîd Bêrîtan da û got, mîrateya ku şehîd Bêrîtan li dû xwe hiştiye ji nifşan re bûye  jêdera domandina têkoşînê.

Piştre mûm li ber wêneyên şehîd Bêrîtan hatin pêxistin.