Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Beriya doza Ayşe Gokhan banga navneteweyî

Doza Berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokhan ku bi awayekî girtî tê darizandin, wê sibehî di saet 10.00’an de li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin.

Beriya dozê hem ji Tirkiyeyê hem jî ji civaka navneteweyî daxuyaniyên piştevaniyên hatin dayîn.

TJA’yê mafparêzên jinan vexwendin rûniştinê û Weqfa Paul Gruninger ku navenda li Swêde ye, Forûma Sivîlan a Ewropayê û hin mafparêzan ji bo Ayşe Gokhanê daxwaza ‘’bereata tam û serbestberdana tavilê’’ kirin.

Weqfa Paul Gruninger got: ‘’Ayşe Gokhanê ji bo aşitiyê laşê xwe daniye holê û îradeya gelê xwe parastiye.’’

Hevseroka Forûma Sivîlan a Ewropayê (European Civic Forum - ECF) Katharina Hahn daxwaz kir ku bi awayekî adilane biryar were dayîn û banga; ‘’Divê ev biryar bes tehliyekirina Ayşe Gokhan a bi awayekî tam û tavilê serbestberdana wê be.’’

Mafparêzên navneteweyî jî serî li Wezareta Edaletê û 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dan û daxwaz kirin ku Ayşe Gokhan ji dozê bereat bike û were berdan.

Îmzevanên bangê ev in:

* Dr. Thomas Schmidinger – Pisporê Rojhilata Navîn, Zanîngeha Vîyanayê/ Zanîngeha Hewlêr a Kurdistanê

* Julie Ward – Endama Berê ya Parlamentoya Ewropayê (2014-2020), Endama Komîteya FEMM’ê

* Maryam Namazie – Mafparêza Jinan

* Montserrat Cervera Rodon – Associació Ca la Dona (Barselona)

* Tina Leisch – Derhênera Fîlm û Şanoyê, Viyana

* Dr. Bêrîvan Aslan – Endama Meclîsa Şaredariya Viyanayê