Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Şandeya jinan li Belçîkayê serdana gelek navendan kir

Şandeyek jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo nîqaşkirina mafên jinan û pirsgirêkên mafên mirovan, serdana welatên Ewropayê kir.

Nûnerên jin ên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Bruksel, her wiha Swîsre, Elmanya û Fransayê, dest bi gera xwe ya Ewropayê kirin. Şand wê bi rêxistinên jinan, parlamenteran û rêxistinên mafên mirovan re bicive, da ku derfetên diyalog, parvekirina ezmûnan û hevkariyê nîqaş bikin.

Şandeya jinan ji endama rêveber a Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û berdevka Yekîtiya Jinên Suryan Jorjet Bersum pêk tê.

Di dema serdanê de, li saziyên wekî Navenda Jineolojiyê, Enstîtuya Kurdî û Navenda Lêkolînê, li ser rola civakî ya jinan û xurtkirina mafên wan nîqaş hatin kirin.