Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

KKB/KOG: Em bejna xwe li ber jinên resen ên çiyayî bi hurmetî ditewînin

KKB/KOG’ê bi daxuyaniyekê got, “Em li ber têkoşîna endama Konseya Fermandariyê ya YJA Star û HPG’ê Emîne Erciyes û hevrê Ekîn Amara Toldar û Zîn Zagros ên li kêleka wê nemir bûn, bejna xwe ditewînin.”

Yekîtiya Komunarên Jinan, Hêza Azadiya Jinan (KKB/KOG), der barê şehadeta endama Konseya Fermandariyê ya YJA Star û HPG Emîne Erciyes û gerîlayên ku li kêleka wê şehîd bûne daxuyaniyek weşand û bi hurmetî bibîr anî.

KKB/KOG’ê, diyar kir ku jinan di tevahiya dîrokê de di têkoşîna li dijî serdestan de roleke girîng lîstine û wiha domand, “Hevrê Emîne Erciyes, ji malbateke Tirkmen a li Nevşehirê tê dinê û di salên lîseyê de tevlî têkoşîna şoreşgerî bûye. 24 salan têkoşîneke bênavber meşandiye û nasnameyeke şoreşger a enternasyonalîst pêşxistiye.”

KKB/KOG’ê, da zanîn ku hevrê Emîne Erciyes di têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinan de, ne tenê şîdeta mêran, di heman demê de şîdeta ku ji hêla qanûn, amûrên dewletê û polîtîkayên şer ve tê hilberandin jî tehşîr kiriye û rastiya serdestiya li ser laşên jinan reva kiriye.

KKB/KOG’ê, da xuya kirin ku hevrê Emîne Erciyes ne tenê pirsgirêk tesbît kiriye, di heman demê de di têkoşîna mîlîtanî û yekgirtî de roleke çalak lîstiye, bi hêza rêxistinkirî ya jinan beşdarî têkoşîna avakirina siberoja azad û demokratîk bûye.

Hate destnîşankirin ku têkoşîna hevrê Emîne Erciyes îradeya jinan nîşan daye ku îstismar red bikin û bibin avakerên aştî û azadiyê.

Di dawiyê de, KKB/KOG’ê diyar kir ku mîrata Emîne Erciyes, Ekîn û Zîn diyariyek ji bo jinan e, divê berxwedana wan a li dijî serdestiya mêran were şopandin û divê bi hestek berpirsiyariyê li hember wan were tevgerîn.